Em koçerên rêya dûr in
Birîndar in, birîn kûr e
..
Straneke wisa hebû û helbet hîn jî heye û gelek kes distirên lê gelo em giş wek hev pê dihisin? Em giş wek hev pê xemgîn dibin? An hin kes pê kêfxweş jî dibin?
Ravekirina min ji bûyeran re cuda ye, her yek ji me bi awayekî cuda heman tiştî rave û şirove dike lê di dawiyê de ew bûyer bi awayekî bandorê li jiyana me dike.
Lê tiştê zêdetir bandorê li jiyana me dike awayê ku em pê wê bûyerê rave dikin.
Geh ala, geh Yaşar Kemal, geh "Xorawa" û geh bakur û geh başûr! Ev tenê çend tişt in ji tevahiya jiyana me ku di heman demê de bûyer in jî û xwedan bandorin cûrbicûr û cuda ne di jiyana me de. Mixabin û hezar mixabin ku em van bûyeran ji hev gelekî cuda şirove dikin û ji ber wê jî bandorên wê li ser me gelekî cuda ne.
Cûrbicûrî asayî ye lê cûrbicûriya me ne ji sedemin xweristî tê lê ji ber nexweşiyên ketine mejiyên me.
Anku di dawiyê de ji xwe re li strana xwe guhdarî bikin û ji ramanên xwe re bibêjin:
Lorî lorî lorîka min
û bila mejiyê we ji xwe re demekê razê!
No comments:
Post a Comment