Her yek bi awayê baş dibîne dixwaze ji xwe re tiştekî bike, helbet hin kes hene wî tiştî di xweheziyê de dibînin û hinekî din jî wî tiştî di fedakariyê dibîne lê hin hene jî herduyan tev li hev dikin lê her di dawiyê armanc "serkeftin" e.
Serkeftin çi ye? Pirsyara herî dijwar e, ji ber ku mirov nizane bê li gorî çi binirxîne. Li gorî xelkê an li gorî xwe? Belkî bersiv jî ne giring be piştî ku mirov ji xwe razî be lê eger ne razî be wê çaxê kêşe derdikeve.
Ka em em hinekî din li ser serkeftinê bisekinin. Em ê bi çavên derdorê analîz bikin û helbet em ê bibînin ku bi giştî xelk mirovî li ser esasên rêbazên civakî yên giştî dinirxînin. Gava mirov ji nêzîk ve neyê nasîn, her kes dinere bê ka çi karî dike, çiqas pereyên wî hene, çiqas mirov bi başî an xerabî qala wî dikin û di dawiyê de dibêjin ev mirov serkeftî yan na, lê gava em mirovî ji aliyê wî bi xwe de binirxînin em ê binerin ku mirov xwe li gorî gihiştina armancên xwe dinirxîne.
...
Ev hema wisa ceribandinek bû
No comments:
Post a Comment