Lê bigere

Monday, April 13, 2015

Bêpozo

Berfeke hûr hûr dibariya ku 5 santîman ji erdê bilind bûbû û dinya di nav sirr û serma xwe de hiştibû gava ji nişkê ve qolincan Şema ducanî zeft kir û got belkî dê here lê dinya bû êvar û qolinc zêde bûn lew gazî cîrana xwe Gulîzerê kir ta ku bangî pîrika gundî bike ku alî wê bike ta ku pêşwaziya zarokê xwe yê pêşî bike.
Ehmed mêrê Şemê li ber sobe û televzyona xwe bû û ji cihê xwe ranedibû jî. Piştî saetekê pîrik hat û axîn û nalîn û serê zarokî derket lê zarok bê poz bû. Ne poz, ne firnik ne kun ne ti tiştê têkilîdarî bêhnkirin an bêhndanê tune bû, tenê devê wî hebû. Pîrik qutifî lê dîsa jî ew derxist, şûşt û pêça.
Gotegot li seranserî gundî geriyan û belav bûne derbarê kurê Ehmoyî de yê bêpoz û çawaniya jiyana wî.
Yê digot "gelo dê bimire? "
Yê dipirsî " Mirov nikaribe bêhn gulan bike,ma jiyana wî ji çi re ye?"
Ya digot " xwedê li wan xist?"
Yê digot " Ji xwe re bimire çêtir e?"
Welhasil 6 mehan gundiyan behsa wî zarokî û bêpozbûna wî kir û zivistana xwe pê qedand.
Ehmo jî kurê xwe hez nedikir û wekî li şeytanî binere lê dinerî û dixwest bimire lê ji tirsa xwedê nediwêrî wî bikuje û navê wî kir Selîm.
Tenê dêya wî jê hez dikir û digot kurê min dê bibe tiştekî mezin û xweda ew bi zanebûn wisa afirandiye.
Sal çûn û hatin û Selîm bû 15 salî lê di heyata xwe de bêhna ti tiştî nekiribû û her kesî henekê xwe pê dikir û navê wî bûbû Bêpozo.
Selîm jî deriyê xwe li xwe digirt û ji tirsa nediwêrî derkeve nav xelkê û her xwe dabû xwendina pirtûkan.
Agir bi dilê dêya wî diket û dixwest jê re çareyekê peyda bike û rojekê bihîst ku bijîşkek ji Amerîkayê hatiye û pisporiya wî nexweşiyên wisa ne.
Lew bi zorê Selîm jî bi xwe re bir û çûn.
Derbasî klînîka bijîşkî bûn û rûniştin heta dora wan hat.
Derbasî odeya doktorî bûn û doktor ew dît û got ku ev nexweşî gelekî kêm e lê dîsa jî her 197 milyon zarokekî di yekî de derdikeve û bi emeliyatê pozê wî dê were çêkirin lê ji ber heta niha bêhna ti tiştî nekiriye dê bêhn bi awayekî xurt û zêde werinê û dê pozê wî hînî bêhnê nabe.
Welhasil ew emiliyat kir û piştî 4 rojan vegeriya gundî û pozê xwe vekir.
Her tişt asayî bû û bêhn jî normal dihatinê, çi xweş çi nexweş.
Lê gava mirov diaxivîn bêhneke nexweş dihat.
Çend caran ji wan xwest ku diranê xwe bişon lê dîsa jî her diaxivîn bêhneke genî bi ser wî de radibû.
Ji wan xwest ku devê xwe vekirî bihêlin lê neaxivin û bêhn devên wan kir lê ti bêhneke xerab nedihat, tenê gava diaxiîv ew bêhn difûriya û belav dibû.
Kêm caran didît ku bi axaftinê re jî bêhn nedihat.
Selîm rabû bala xwe da axaftinê û dît ku kengî mirov behsa exlaq, wijdan, rastî û tiştên nirxbilind dikin ew bêhn bi devên wan dikeve lê gava ku rastiyê rojane wek navên xwe an temenên xwe an jî birçîbûn û têrbûna xwe dibêjin ti bêhn nayê.
Selîm zanî ku ew poz jê re bûye dedektorê slogan, gotinên qelew û derewên mirovan û baş zanî ku pirraniya gotinên mirovan ji wan pêk tên.
Êdî vê carê diket odeyeke îzolekirî ku dengê kesî neyê jî ta ku ew bêhn bi gotinên wan re neyê û xweziya xwe bi wan rojên bêpoz dianî.

No comments: