Lê bigere

Monday, April 20, 2015

Tewanga yekem ya navdêran

Navdêr di latînî de li ser 5 beşan dabeş dibin:
Em ê îro beşê yekem bibînin:
Tewang bi giştî di rewşa xwerû ya yekjimar de tê zanîn bê çi ye?

Beşê yekem: Bi giştî mêzayend in
Nîşe: di latînî de ti peyv ji bo rewşên nediyar û diyar wek "ek" tune ne.
Mînak: regina: , : peyman
dominaXanim
ecclesiaDêr
reginaşabanî
terraErd
viduaJinebî
Cartapeyman
animagiyan
filiaqîz


Nîşe: hemû navdêrên latînî xwedan zayend in.

Wek me di serî de got navdêrê tewanga yekem bi giştî  mêzayend in:
Lew em bala xwe bidinê bê ev tewang li gorî rewşan çawa pêk tê:

YekjimarWate û rewşPirjimar
cartaPeyman
Kirde be di hevokê de.
carte
cartaDi rewşa baneşaniyê decarte
cartamBireser becartas
carteDi rewşa îzafeyê decartarum
carteDi rewşên daçekên "bo/ji bo" decartis
cartaTewandî bi daçekên wek "bi"cartis
Çend navên nêr di tewanga yekê de:
agricolacotkar
papapapa
parsonakes

1. Di rewşa xwerû/kirdeyî de:
Mînak:Regina orat: Şabanî lava dike

2. Di rewşa gazîkirinê de:
Mînak: O domina! wa xatûnê!

3. Di rewşa bireseriyê de:
Mînak: domina cartam confirmat: xanim peymanê dipeyitîne.

4.Di rewşa îzafeyê de:
MÎnak: 
terra ecclesie.Erdê dêrê
filie vidue.Qîza jinebiyê
5. li dû daçekên" bo"
terram ecclesie do.
Ez erdî didim dêrê
6: li dû daçekên "bi/Ji"
papa ecclesiam carta confirmat.
Papa dêrê bi peymanê dipeyîtîne
Peyrêzî:
Ez erdî didim: kirde + bireser + lêker + qertafe kesî
Terram do:  bireser + lêker + qertafa kesî

No comments: