Lê bigere

Sunday, May 31, 2015

Dê xweşitr bûya

Mala min jî hebû
Çend dibistanên bajarokê min jî hebûn
Û bihar jî dihat
Wek çawa payîz û zivistan dihatin
Hing jî hebûn
Lê havînê kelmêşan
Bi me vedida
Helbet kulîlk hebûn
Ji striyan kêmtir bûn
Lê xweşiktir bûn
Bêhna hejsorê buharê li her derê konê xwe vedida
Rast e
Bi piranî
Bêhna xwêdan û bêhêvitiyê hebû
Lê ne sûcê me bû
Ne jî gunehê me bû
Zarok pir bûn
Û zêde lazim bûn
Dar kêm bûn
Dişewitîn an jî genim çêtir bû
Rûn, nîvişk, hingiv û her tişt di binê erdê de veşartî bû
Ji bo rojên tarî
Tê bê qey me niha ber xwe didît
Lê welatê me bû
Şivanî ji xwarina mastên qutîka xweştir e
Bêhna êzingan bi gelekî ji germa balexaniyan xweştir e
Welatek bû
Bi xweşî
..
Helbet em nezan bûn
Û nexweşiyên xwe
Yê me bû
Belkî birçî, pêxwas û tî bûn
Lê maleke me
Zarokên me
Û çend zeytûn... Û hinek genimê me hebû
Sibe wê xweş bûya
ger hûn û kerên xwe
Di vir re neçûna
Û em li ber tava me bihiştana
Heta ku dilê me biqemiriya

No comments: