Bandora zimanan - nexasim ên cîran - li ser hev asayî ye lê ji bo me kurdan ti tişt ne asayî ye. Heta cîranên me ji me bixwe jî bandorê bêtir li me dikin. Helbet bi xêra vê internetê êdî kurd jî bandorê li hev dikin.
Gava ez nû hatim Tirkiyeyê min fêm nedikir, çima "zor" bi wateya "zehmet" tê bikaranîn.
Ji bo kesên ne ji Serxetê fêm bikin bê ez çi dibêjim, ez ê çend mînakên ji axiftinê bidim:
Xwedina te çawa ye?
Baş e lê matemetîk zor ( Me yê bigota "zehmet e")
Heta ez ê çend mînakan ji ketober ji internetê bidim:
* Kovan BAQÎ li ser hesabê xwe wiha dibêje: "Panje'hra coronayê hezkirin û moral e. Ev jî ne zor e. Kurd ji hev hez bikin, na na, hevdu xweş bibînin bes e."
*Abdulkadir Bingöl wiha dibêje: Ji bîr nakin Helepçê çiqas dem ser bibore
Ji bîrkirna wê rojê ji bo me gelkê zor e
Îca wek tê dîtin û ji xwe di axiftina rojane de dê bêtir were dîtin ku li Serxetê piranî di wateya "Hard an difficult"a ingilîzî, "صعب"a erebî de bi kar tînin.
Lê ev li Binxetê "Zor" ji bo sepandina hêzê/ kotekî tê gotin:
Çend mînakan bidim:
* zor li min kir, loma ez çûm
* bi zorê ez rabûm
* Me bi gogê lîst, wan zora me bir.
Gava ez dibêjim, binxet ez behsa herêma Cizîrê dikim ji ber herêmên din cuda ne. Lê em di şûna wê "Zor"ê de ya serxetî dibêjin, em "Zehmet" dibêjin.
Di Wikiferhengê de jî pênasîna peyva "Zor" wek ya Serxetê hatiye kirin û wiha hatiye ravekirin:
Wate
rengdêr
dijwar, zehmet, asê (dijwate): asan, sanahî, hêsan)
Lê di di beşê
bikaranînê de wisa hatiye ravekirin:
"Zor" di eslê xwe de maneya "kotekî, hêz, xurtî" dide. Ji wê di soranî de jî maneya "pirr, gelek, zehf" girtiye. Hin kurmancan jî ew wisa deyn kiriye û dibêjin "zor spas". Lê ji ber ku di kurmancî de zor bi maneya "zehmet, dijwar" tê fehmkirin, "zor spas" neyê bikaranîn û "gelek spas" yan "pirr spas" were gotin çêtir e."
Wateya resen hêz / qewet / xurtî bû, hevreha zever ya kurdî, zaveri ya (hêz, qudret) ya avestayî, zor (hêz, qudret) ya pehlewî û زور (zor) ya farisî û शूर (sûra: xurt, bihêz, qehreman) ya sanskrîtî ye û ji proto-aryayî ye. "Zor" ya tirkî, զօր (zōr) ya ermeniya kevn û զոռ (zoṙ) ya ermeniya devokî ji zimanên îranî hatine deynkirin.
Eger em li eslê peyvê dinerin em dibînin ku ji "dijwarî"yê zêdetir wateya "hêz û kotekî"yê dide lê li gorî min ji ber tirkî wateya "zehmet" lê hatiye barkirin.
Belkî hinek bibêjin wateya wan ewqasî ji hev ne cuda ye lê li gorî min cuda ne. Ha tirkan ew peyv ji zimanên îranî girtiye lê li gorî xwe hinekî wate guherandiye.
Gava hûn li van peyvên din ên di tirkî de binerin ku ew jî ji peyva "Zor" hatine hûn wateya "hêz"ê ji ya "zehmetiyê" bêtir di wan de bibînin:
* zoraki: mecbûrî ye anku hêzek an tiştek heye ku zorê lê dike. Eynê wek cem e; bi zorê bi min da kirin.
*Zorba: Ji peyva "zorbaz" a farisî hatiye girtin û ew jî ew kesê hêza xwe nîşan dide e.
*Zorunlu: Mecbûrî ye heta eger em devoka xwe ya amûdikî bibêjin, "bi zorê ye".
Ka em li gotinên pêşiyan jî binerin:
- Tajî bi zorê nare nêçirê. Mirov nikare wateya zehmetiyê ji vir derxîne
- Zor gêzerê radike. Dîsa wateya hêzê dide ne ya zehmetiyê
Di vê navberê de divê em wî qalibî ji bîr nekin "Bi zor û zehmetî." Her çiqas her kes wiha difikire ku li vir "zor" û "zehmetî" hevwate ne jî. Lê ne wisa ye. Ji ber eger hevwate bin nexwe divê bibe "zorî" lê wisa nebûye.
Ez hinekî din meseleyê vekin: ZOR'a bakur dibêjin rengdêr e. Lê zora di "Zor û zehmetî" de navdêr e ji ber zehmetî jî navdêr e. Anku zor bi xwe navdêr ne wek wikipediya dibêje: rengdêr e.
Helbet belkî ez li vir şaş bim. Divê hinekî lêkolîn li ser wêjeya kevin jî were kirin û em li ser wan hûr bibin.