Bi serê şêx û wê Qurana we xwendiye! Ez nizanim bê ew ê çi bibe lê teqez, piştî vê bûyerê -eger mirov sax bimînin- ew ê guhertinin neplankirî û ne di hesêb de çêbibin. Meraq, fikirîn û pirs jî baş in lê ev li me kurdan nakeve, bi me jî nakeve û ji me re jî ne lazim e. Eger kapîtalîzm bi dawî bibe, em ê çi bikin? Ew ê ji bo me çi were guhrtin? Heta em dixwazin çi were guhertin?
Jixwe muhtemelen yek ji me namîne... Nizanim çima lê strana Ciwan Hacoyî hat bîra min:
"Ez ê nehêlim kuç li ser kuç
Kit jê nahêlim
Ez ê bajar bikim dojeha li ser rûyê erdê
Da gawir vegerine ser rêya Atayê mezin"
Te bejsa Xanê Mezin Ata û Îsmet kir
Ew hatin û çûn, lê ez li vir im
Ez li vir im"
...
Belkî ji ber vê carê em ê li vir nemînin; ji xwe em ber bi nemanê ve diçûn, bi lez ber bi tinebûnê ve diçûn lê spas ji koronayê û biqailiya me re, em ê zû bikin..
Tiştê nexweş, Atayê mezin, Îsmetê û nizanim kê em ji vir ranekirin lê vîrûseke wisa biçûk ku bi çavan nayê dîtin dê me ji vir rake... Dê rehên me yên kevnar lê ji ber guhlênekirinê rizyayî bi temamî ji vir rake.
Helbet min dixwest ez bibêjim; "Korona ez li vir im" lê xurt e, bira! Bihêz e! Cebar e! Korona ye ku her kes ji ber dilerize!
Îca gava mesele wisa be; piştî korona biçe, kapîtalîzm tê, sosyalîzm tê, quzelqurtîzim tê çi îşê me pê ye!
Lê Ciwan Haco di konserekê de dibêje, "ez hêvîdar im, sala 1997an ne li Brûkselê lê li Diyarbekirê bin." 23 Sal di ser re çûn û em neçûn Diyarbekirê! Lê hêvîdar im ku em şaş bin û piştî koronayê em hemû li vir bin û ji bilî me her kes çûbe cihê jê hatiye..
No comments:
Post a Comment