Gava Gabriel García
Márquez “Evîn di dema kolerayê de” nivîsî gelo dizanî, ew ê di dema filan
tiştî…de” bibe qalibeke ku li gelek tiştan tê? Ez wê nizanim lê bi rastî jî di
van rojan de ku vîrûsa koronayê belav bûye û dibe û herwiha mirov nizane bê sibe dê çi bibe,
ez fikirîm ku ji xwe re binivîsim.
Jixwe belkî xêrek jî
di vê nivîsê de hebe ji ber min kengî dest bi tiştekî kiribe, tiştek çêbûye û
rê li ber min girtiye. Îca belkî destpêirina min a bi nivîsînê bibe sedem ku
korona ji binî ve biqele û wenda bibe û em jê xelas bibin.
Vîrûseke balkêş e yan
jî em bibêjin “vîrûsê bandoreke balkêş li dinyayê kir” ji ber ku bi rastî em
nizanin vîrûs çi ye û çawa ye lê berteka xelkê li ber çavan e. Çima balkêş e?
Hema sedema herî besît ev nivîsîna min e. Ev çend sal bûn min dikir û nedikir,
min nedikarî du hevokan binivîsim.
Balkêş e ji ber berî
niha yekê di medyaya civakî de yekê wiha pirsî: “Teqrîben em ê kengî bikarin
dîsa hev himbêz bikin.” Ha belkÎ pirsyara wê normal be, lê xwestina min ku ez
jê re bibêjim “Hema te kengî xwest, were ez amade me” balkêş e. Ma qey ez ji
mirinê natirsim? Welleh qidûmê min jê dişikê û ji lehengiyên bêsedem jî hez
nakim lê xwedê dizane ku ez gelekî ji sîngan jî hez dikim.
Di heman demê de min
ev hevokên li jorê ji hevaleke xwe re şandin û min ji xwe re got, qey dê
daxwaza min bala wê bikişîne” lê bersiva wê “Mirin sar e” bû. Nizanim çima min
jî got, “ divê mirov sê caran were dinyayê.” Ez berê jî li ser vê sêbarekirinê
fikirîbûm û her ez gihiştibûm wê baweriyê ku mirov her dê heman tiştî bike,
heta eger 30 caran jî were dinyayê.
Gelo rûntiştina li
malê dê encamên çawa bi xwe re bîne?
No comments:
Post a Comment