Roj bûne wek hev û
hesta ku mirov ji hundirî aciz dibe jî hesteke seyr e ji ber ev ji malê dernakevim
û aciz jî nabim.
Çend tişt hene, ez li
ser wan difikirim; gelo piştî vê qiyameta korona bi dawî bibe, dinya dê tiştekî
û cihekî çawa be? Gelo em ê çawa jê derkevin, helbet eger em sax bimînin? û
gelek pirsyarên dî lê ez vê dizanim ku naxwazim bi vê vîrûsê bimirim, naxwazim
bibin hejmarek di Rexistina Saxlemiyê ya Cîhanê de û dixwazim bibînim gelo piştî
vê qeyranê dê dinya çawa bibe.
Welhasil, min hevaleke
alman heye û me li hev pirsî bê di vê demê de em çi dikin û wextê çawa dibuhirînin.
Diyalog wisa derbasbû:
Min: Ez aciz dibim.
Wê: Binivîse.
Min: Li male me, ez ê
çi rêxê belav bikim?
Wê: Beşê yekem ê
pirtûkê bila li ser te be û 18ên mayî bila li ser kurdan bin.
Ev çend sal in, ne
dixwazim qala kurdan bikim, ne jî li ser wan dinivîsim li gel ku her dem ez nûçeyan
li ser wan dişopînim. Dilê min ji wan re dixwaze, dilê min bo wan diêşe û
dizanim ku bi temamî ne sûcê wan e jî lê êdî hêvî nemaye lewra naxwazim tiştekî
li ser wan binivîsim. Lewra eger ez tiştekî wiha bikim, ew 18 beşên nivîsên
vikîvala bin.
Ez dibêjim “ew û wan”
û xwe ji wan bêrî dikim ne ji ber ez ne kurd im lê ji ber kurdbûn barekî giran
e û wek her kurdî dixwazim jê xelas bibim.
Lê di vê dema koronayê
de dîsa dilê min bi ser wan ve ye ji ber ku nezan in û li xwe ne miqate ne.
Gelek kurd dê bimirin bi vê nexweşiyê. Çima?
Ji ber nakevin mala
xwe, li ser qûna xwe rûnanên, nexweşxaneyên wan tine ne, cîhanên wan pêwîst
tine ne. Gava nexweşî belav bibe û li ber deriyê nexweşxaneyan bimirin û term li
ser hev bên danîn, dê serê wan li tehtê keve.
Çîrok digere, dizîvire
û tê heman xalê lê ez ê nebêjim bê çi ye.
Ji xwe mû bi zimanê ve
hat û me got û got û tûrikê xwe vala kir lê koletî û hişmendiya kole, ji wan zincîrên
xwe hez dike. Lewra ez ê qala rojên xwe di male de bikim wek ku rojên min ên
berê cuda bûn.
Ew tirs û endîşeya û taswasa
çûnê dikan û marketan ne xweş e. Lewra
min hundir tijî makarna yan wek em dibêjin mekrûn, birinc û nîsk kir û her êvar
şîvê çêdikim lê mixabin hevalê min bijîşik e. Her roj diçe li nexweşan dinere û
êvarî vedigere. Her vedigere, ez ji xwe dipirsim “Gelo çend virus pê re ketin
hundirî?”
Welhasil, min îro
makarna û şorbeya nîskê çêkir, min pîvazek jî danî ber û repandê lê min ji bîr
kir ava şêliman deynim ber… Xweş bû û me zik kir tembûr.
Tiştekî din jî heye ku
dive ez bibêjim; ev çend sal in ku ez dikuxim û dikuxim û carinan bi şev jî ji
ber kuxikê şiyar dibim û bêhna min diçike. Îca niha jî wisa ye û nizanim ji ew
rewşa herdem e yan jî ihtimal heye ku korona be. Ji ber wek tê zanîn dibe ku
hinek sivik jî ji vê nexweşiyê xelas bibin. Ticarî şensê min ewqasî çênebûye.
Sala 2020an li ser
şexsê min xweş û baş bû û gelek tişt li gorî dilê min bi rê ve çûn lê helbet ji
bo dinyayê gelekî xerab bû û ji xwe ji bo kurdan, ne sala 2020an lê sedsala
20an û 19an û 21ê gelekî xerab bû..
Gelo sibe dê çi bibe?
Gelo ez ê îşev dîsa ji ber kuxikê di xew re neçim? Gelo ez ê bikarim dest ji çigareyê
berdim? Nizanim lê nivîsên bê dê nîşan bibin bê ew ê çi bibin lê ji xwe eger we
dît min bo demeke dirêj nenivîsiye. Bizanin ku… Wek got qet ez ê bibêjim “ez
mirime”. Na na! Bizanin ku tiştek nemaye ku ez binivîsim. Helbet ji virus û
nexweşiyê ditirsim, ji male dernakevin, naxwazim bimirim û herwiha tevdîrên xwe
jî digirim lê li gel wê jî dibêjim qey ez ê nemirim yan jî dixwazim bawer bikim
ku ez namirim…
Tirs heye? Qidûmê min
şkesti ne û ev jî asayî ye...
Ji bo hûn nebêjin ew çi sernav e. Min behsa korona û kurdan kir; li gel wan min makarna xwe û pîvaz jî xwarin...
No comments:
Post a Comment