Tiştên xweş çêdike; nizanim heta stranên wê hene yan na û bi rastî ez zêde li stranbêjên nû guhdarî jî nakim lê ez êdî bêtir hewl bidim ku li wan guhdarî bikim.
Lê madem ez li wan guhdarî dikim ez ê hinekî wan tiştan jî bikim ku min di dema ciwaniya xwe de dikirin. Şaş fêm nekin, ez hîn jî ciwan im û her ez ê bimînim jî lê ew jî mijareke dî ye.
Mijar ev stran e "Soryaz" ku li gorî çavkaniyê straneke gerlêrî ya herêma Şirnexê ye. Gava mirov lê guhdarî jî dike pê dihise ku gelêrî ye lê ez ji van tiştan fêm nakim, ez tenê li nivîskarî an çavkaniyê, peyvan û herêmê dinerim.
Li gorî pênaseya wikiferhengê: "Soryaz" ev e:
- Navê giyakê kû tê xwarin.
- Li hêla Şirnexê xwarinek meşhûr e. Soryazê tirş dikin û di kesirînin, paşê nêv duhnî de diqelînin.
Li gorî nîvîskarê Trişkê yê bi navê "Zero" soryaz ev e: 3. soryaz cureyeke pincaran e. di demsala biharê de ev giya şîn dibe, di nava cîhanê de herî zêde li kurdistanê, li herêma botanê heye. aşpêş an jî kebanî dema xwarinan çêdikin vî giyayî an sax diqelînin an jî têxin di ber girarê de û welê dixwin. lê dema ev giya tê qelandin bêhna bajêr heve dipêçe, bêhneke ewqas dijwar e jî.
Herwiha nivîskarekî din ê Tirşikê, Toriyê Omerî jî "Soryaz"ê wisa dide nasîn: Navê giyayêkî, bi piranî li herêma botanê şîn dibe.
Bi qasî ez dizanim şirnexî "meşîn/meşiyan"ê nabêjin lê "birêveçûn"ê dibêjin. Gelo ev li gorî herêma tê guhertin? Dibe wek mînakê ne Şirnex lê Cizîr be?
Ew pirsek e û bila li wê derê be. Ez ji fêmkirina ruhê peyvan hez dikim ne ku wateya di ferhengê de hatiye nivîsîn. Nexasim ku ferhengên me ferhengên hevwateyan in ne ravekirina peyvan in. Bo ez hinekî zelal bikim: peyva "lawaz"di ferhengan de wek "zeîf" tê nivîsîn lê bi min ew qet wê wateyê nade lê wateya "bêhêz" dide lê ji ber ku peyva esil-erebî "zeîf" ku di kurmanciyê de wateya "kesê kîloyên wî kêm" dide, di erebî de tê wateya "qels", wisa xuya ye ku di ferhengan de jî wisa hatiye nivîsîn.
Analîza gotinan û hevokan
De ka îca em werin ser jihevxistin û veçirrîna stranê:
- Peyva "tolaz" li nik me hebe jî min bixwe nebihîstibû. Tenê vê dawiyê hîn bûm lê bi qasî min fêm kiribû ku ji bo ew peyveke nebaş e. Di stranê de ji keçikê re dibêje "tolaz". Gelo mirov dikare ji hev re bibêje "tolaz"? Ji keçan re bibêje? Hûn di kîjan rewşan de dibêjin?
- "Meşiya te bi meşiya" gelo ji bo wezn û lihevhatina awazê ne "meş" lê "meşî" hatiye gotin an jî ji bo navdêra "birêveçûn"ê li wê herêmê "meşî" tê gotin?
- Yek ji gotinên xweş ku êdî tenê di stranên gelêrî de tê bihîstin; "qewl"a di wateyê "soz"ê de. Qewlê me heye. Bi min divê mirov bêtir li ser vê peyvê hûr bibe û ji hev veçirîne. Qewl gotineke wiha ye ku ne soza me hema da hev û çû lê pabendî û girêdanekê di nava xwe de vedihewîne. Ne wisa? Hêvîdar im di nav hewlên paqijkirin û petîkirina zimanî de wenda nebe.
- "kelha hotê soryazê" yan "Kelha Hotê Soryazê"? Çend pirsên wisa seyr derdikevin pêşberî min; Ev navê kelehekê Hotê ye? An Hotê Soryazê ye? An dibêje "Keleha Hotê, (hey) Soryazê? Tenê eger ez ne şaş bim; ez fêm dikim ku qewlê wan ku li kelehekê hev bibînin lê gorî ferhnegê "kelh" tê wateya "rind". Eger wisa be; "hot" çi ye? Yanî mirov dixwaze ji wê hevokê fêm bike bê çi dibêje, lê carinan stranên gelêrî lihevanîn in û hest in. lewra dibe mirov wateyeke zelal jê dernexe.
- "wer mala me ye" bi xwe jî; em bibêjin ev hevok bi raweya fermanî hatiye gotin anku keçik bangî lawikî dike û dibêje "were mala me," çima qertafa "e"yê hatiye xistin? Li cem me û li gelek herêmên Mêrdînê jixwe "e" tê xistin: Wer, bik, vek, bilîz" lê min digot, qey li Şirnexê ew "e" heye. Ne wisa? Belkî divê mirov vekole jî ka kî li kû raweya fermanî çawa dibêje. Belkî "e" tine be jî.
- Dîsa "wer mala me ye"; ew "ye" çi ye? Pirseke giring e eger ev ne ji bo lihevanîna muzîkê be lê ji bo tiştekî din be.
- Titûn: Wek her peyva kurdî, reng e ku ev peyv jî bi gelek awayan tê gotin lê ne şaş bim, ya bêtir likar, "tûtin" e.
- bixêt: (Li jêr vîdeoyê wek biêx't hatiye nivîsîn) ku ne şaş bim li wan herêman wisa tê bikaranîn. Anku şûna peyva "têxistin" ê digire. Wek tê zanîn "têxistin" awarte ye û "pêşgir
- û di nav pêşgirên kurmanciyê yên wek "ber- da-, hil-, ra-" de cih nagire û herwiha di demên borî de jî ji rêbaza heyî dûr dibe: Min xistê/ ez diximê/ ez ê têximê. Lê êxistin çawa ye? Wek mînak me yê li vir bigota " têxe qelûna xwe" lê wan wek rêbaza giştî bi kar aniye û gotiye "biêxe qelûna xwe
Peyv û hevokên ku nikarim rê bi wan xînim û fêm bikim bê ji bo çi tên gotin an di çi wateyê de tên
gotin:
- Mal çûne'b deriyê qaçê, êl çûne'b deriyê qaçê: Qaç çi ye? Mal çawa bi deriyan ve diçe? êl çawa bi deriyan ve diçe?
- Bû teqreqa demancê, berda rayê qolincê? Mirov ji beşê pêşî fêm dike ku demaceyeke naskirî heye û hinek jê guleyan berdin lê beşê duyem, tevlihev dike; "kî ye yê ku berdide? Li vir qolinc di wateya kêlekê de be jî gelo "ra"çi ye?
Ez bixwe hîn nizanim bê ev stran çi dibêje yan jî dixwaze çi bibêje, lê piştî hinek bixwînin belkî em wê jî lê zêde bikin. Lê ji ber di du beytên pêşî de "yara min" tê gotin û di beytên duyem de "lawiko" tê gotin, mirov fêm dike ku "keçek û lawek diavêjin ber hev.
Piştî lêkolîneke biçûk li ser internetê hinek bersivên wan pirsyaran:
Di Tirşikê de ev agahî hene:
Stran ne Şirnex lê wek ya Botan were binavkirin dê baştir be.
Nivîskarê Tirşikê Hespêspor, Strana eşîr û koçerên ji Şirnex, Cizîr, Silopiyayê ne ku diçûn zozanên derdora çiyayê Katoyê.
Herwiha camêr bersiva du pirsyaran jî dide:
Kelha Hotê : deverek çiyayî li pişta Kêla Memê ye, nêzîkî Herekol e. kox e, dişibe kelehan.
Derîyê qaçê : ew jî nav wan çiyayên balepal de bargehek e. asê ye.
Û vê şiroveyê dike: Dema guh didim stranê bayek evînî ji wan zozanên bilind li rûyê min dide. "qewlê min û yara min" dibe ku qewlê du evîndarên ji du eşîrên cuda bin û bi hatina heyva gulanê, li kelha hotê mirada xwe hasil bikin.
Kê din ev stran gotiye?
Di Youtubeê de Mem Araratî û Tara Cafê jî gotiye; lê mixabin dîsa bêbehretiya min dibe asteng û ez dikim nakim nikarim bilêvkirina Tarayê fêm bikim.
Herwiha Tara Cafê tenê jî gotiye. Ez hewl didim jê fêm bikim û eger min şaş fêm nekiribe; nabêje "kelha hotê" lê dibêje "kela hotê."heta di beşê duyem de dibêje "qela hota soryazê."
Ji ber Tara ne kurmanc jî, mirov nikare teqez bibêje gelo ew şaş dibêje yan jî stran jê re wisa hatiye.
Koma Evîna Botan jî ev stran gotiye. Ha ew "tûlaz" dibêjin ne "tûlaz"ku bi qasî min fêm kiriye ya resen divê wisa be. Dibêjim a herî nêzîkî resen jî ev versiyon e. Herwiha tê de ne tûtin" ne jî "titûn" lê (dîsa guhê min nebaş lewra eger ez ne şaş bim) "tütin" ku li hinek deverên Şirnex(belkî Cizîrê jî) "û" dibe "ü". Ne şaş bim dîsa: "o"yê jî dikin "û" lewra "tolaz" bûye "tûlaz."
Û du kesên bi navê "Helbest Arî" û Mîtan Arî jî gotiye. Lê ev ne "tolaz" ne jî "tûlaz" dibêjin. Ev "tu nazê" dibêjin. (Ji xwe li jêra vîdeoyê jî wisa hatiye nivîsîn)
Ev wisa dibêjin:
Keçikê dînê tu nazê...
........................ gel hahu tê soryazê
Helbest "tütinek heye" dibêje.
"......................... Er çûn deriyê qaçê"
............................berda rayê qûlincê" (Dîsa o bûye û)
Van camêran jî ev stran gotiye lê mirov tênagihêje bê ka kî ne. Tenê CBD dinivîse ku saziyeke biskiltên e. Ew herêma stranê wek Botan dinivîsin, ne Şirnex. Ew wisa dibêjin:
Me xweş tütnikek heye tu bi'xe b'qelûna xwe ye
....................................Êl çûne b' deriyê qaçê
teqereqa demancê.....
Kesekî bi navê Diyar Üren Mehrovî jî gotiye ku wî diyar kiriye ku ji koma "Evîna Botan" girtiye. Lê camêr ji dêvla "min" dibêje "mîn"... Muhtemelen ji ber xwendina bi tirkî ye.
Herwiha kesekî bi navê Erdal Med jî dibêje:
Masûm Yigit jî gotiye:
Nîşe: Berfîn Altayê di peyvan de "tolaz" wek "tûlaz" nivîsiye lê wek "tolaz" dibêje.
Berfin, delalo wel lalo dibêje"
Hêvîdar im ku kes nefikire ku ez li vir li şaşiyan digerim. Ji berê ve çi çaxê min li stranekê guhdarî bikira, min hewl dida fêm kin û ji hev bim. Ev ji fêmkirina çand û herwiha zimanî giring e. Gelek gencîneyên xweş ên zimanî derdixe lê karê pisporan e ne kesên wek min.