Ez mirovekî reşbîn im û ti cariyê aliyê tijî yê qedehê nabînim. Kesên ku ez wan nanasim, berhemên baş, carinan teqlîd bin jî lê xweş bûn. Mirovî dixwest li wan temaşe bike.
Min li hemûyan temaşe nekir lê çend mînakên balkêş bala min kişandin.:
Ez rastî vê hatim ku keçek bi Deşnî re diaxive û dixwaze di 60 saniyeyan de bersiva pirsên du-bijarteyî bide.
Ciwanan sînor anîne xwarê, kesên lê ew kesên nahêlin ku bêtir bigihêjin hev; zimannas, siyasetvan û partiyên me ne.
Ciwanan ne sînorên nav perçeyan rakirin lê nava zaravayan jî rakirin; Ji xwe keça bi Deşnî re diaxivî re jî kurmanc bû lê bi soranekê re diaxive.
Stranbêja Firmêsk, bi Osman Mehmedî re axiviye ku yeka rojhilatî diaxive û serxetî lê temaşe dikin. Xweş e, ne wisa?
Min bernameke din dît ku keçeke hekariyî bi stranbêjeke amedî re daixvî û tiştekî bala min kişand ku herduyan ji hev fêm dikir. Temaşekeran jî fêm dikir. Sînorên devoka hema hema bi temamî rabûye heta ew ê tiştekî xweş be eger hekariyî zêdetir beşdarî van karan bibin ji ber hûn bibînin gotinên wissa "diçim karî" an "karî dikim" dibêjin ku tewangê xweş nîşan didin. Belkî bi xêra wan kurmancên herêmên din baştir fêrî tewangê bibin.Firmêsk xan, strana xwe ya nû, cara yekem bo POPKURD`ê dibêje û Osman Mehmed, li ser navê me hemûyan çepikan jê re lê dide.— POPKURD (@popkurdkovar) April 13, 2020
Ji bo temamê bernamê kerem bikin ser Youtube`ya me 👇https://t.co/areci0Jx7k pic.twitter.com/UzbmDZhzEw
Şaş fem nekin min temamî li wan neneriye lewra dibe min hinek agahiyên şaş jî dabin lê ev mînakên min dîtin ez kêfxweş kirim.
Mixabin min dixwest ez xebateke baş li ser vê nivîsê bikim lê qet dema min tine. Him kar, him bi tiştin din mijûl dibim lê min xwest wisa perspektîvekê bidim hin kesan ku li ser vê diyardeyê bisekinin û balê bikişînin ser. Belkî bibe sedema karên baştir.
Min neneriye lo :) min li yekê jî neneriye. Min tenê hinek beş ji wan dîtine. Belkî xerab bin jî lê fikir û hewl baş in. Ez û tu nikarin ji ber dixebitin lê yên li malê dikarin. Min got hewlên baş û xweşik in. :) Tu êdî newêrî pesnê nivîsê jî bidî, çavên te şkenandine. :)
— Dilyar (@DilyarAmudi) April 19, 2020
No comments:
Post a Comment