Îroj "International Mother Language Day" e ku bi kurdî "Roja navneteweyî ya zimanê ?" ye. Ew pirsnîşan nîşaneke wisa ye dibêje kurd di ti tiştî de li hev nakin û her kurd dikare di her mijarê de fikira xwe bibêje bê ku bixwîne yan jî pisporê wî karî be.
Ez zêde mijarê tev li hev nekim ji xwe ez ê hewl bidim nivîseke kurt binivîsim ta ku em bigihên encamekê.
Zimanê zikmakî, zimanê dayikê, zimanê dayikî, zimanê dê, zimanê makî û va îro min dêziman jî bihîst.
Her yek ji me tiştekî dibêje û xwedê dizane ez ê jî di dawiya vê nivîsê de tiştekî lê zêde bikim.
Şahîn Soreklî û Lezgîn Çalî (hinin din jî) dibêjin ku zimanê zikmakî şaş e ji ber ku mirov zimanî piştî jidayikbûnê fêr dibe û di zikê maka xwe de anku dêya xwe de ji civak û derdorê fêrî zimanê xwe dibe, lê Şahîn Sorekî dibêje "zimanê Makî" dê gunavtir be.
Husein Muhammed di vê mijarê de wisa dibêje " zimanê dayikî" guncavtir e û sedema wî jî ev e:
zimanê dayikê = mother's language = zimanê ku dayika te pê diaxive
zimanê dayikî = mother tongue = zimanê ku tu pê diaxivî
Ez bi giştî têgehan li têgehên heyî zêde nakim û naxwazim têkevim mijarên wisa ku ne ne hedê min e û bi giştî tiştekî çareser nake lê belê pirsan aloztir dike û tevlihevtir dike. Ez tenê dixwazim pêşniyazekê bikim ji ber van sedeman:
1. Pirraniya Kurdan êdî ji dêya xwe fêrî zimanekî din dibin ku ji kurdî biprestîjtir e lewra zimanê em ji dayikê hîn dibin êdî ne kurdî ye
2. Gelo em neçar in wergera têgeha ingilîzî bikin? Bi qasî min fêm kiriye ev têgeh me ji zimanên biyanî girtiye
3. Wisa bawer dikim ku ziman ew kereste ye ya ku kurdan digihîne hev û giringiya vê têgehê giringiyeke neteweyî ye.
4.Gelo di vê rewşê û di van mercên bindestî û qedexeyên li ser zimanî de, çiqasî asayî ye ku em behsa pêvajoyeke asayî ya têgehdayîn û navlêkirinê bikin? Nizanim lê rewş ne asayî û suriştî ye.
5. Herwiha di ingilîzî bi xwe de jî ev têgeh hene: first language: zimanê pêşîn native language: zimanê xwemalî/niştimanî, mother tongue: zimanê dayikî
Lewra pêşniyaza min ku em jê re bibêjin zimanê neteweyî dê çêtir be û wisa em ê nîşan bidin ku ziman hêmaneke neteweyî ye ku divê her kurd bizane û fêr bibe.
Lê dîsa jî hûn çêtir dizanin û her kesî bixwînin û eger ya ti kesî neket serê we li ya min vegerin lê pêşî di yên heyî de bifikirin.
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Sunday, February 21, 2016
Thursday, February 4, 2016
şiroveya Melayê cizîrî,
Bi remza qabê qewseyni, ji wan birhan xeberdar în
Fe atil qewse biarîha ela ya ramiyel qewseyn
Şirove: êdî hingî ku em nêzîkî birûyên yarê (yên wek kevanî ne) bûne, em têra xwe tiştan derbarê wan de dizanin, lewra yara ku wan tîran ji wan kevana diavêjî û dil û hinavî birîndar dikî, wan kevanan li hunermendê ku ew çêkirine, vegerîne, li min vegerîne ji ber ez im yê ku ji her tiştên wan fêm dikim.
Ziman:
Bi: daçekek e
remz: nîşan, sembol
Qab: nêzîkahî
Qewseyin: herdû aliyên kevanî
qabê qewseyni: bi xwe têgeheke erebî ye ku di quranê de ye û ji bo nêzîkiya zêde tê gotin
ji: daçek
birhan: pirjimariya birh
xeberdar: xwedî agahî û zanîn, hayedar
în: qertafa kesî ya kesê yekem yê pirjimar ku hîn jî li Hekarî û Behdînanê likar e.
beşê mayî giş bi erebî ye û encex mirov bi erebî bizane ta ku tê bigihê

Wednesday, February 3, 2016
Şirovekirina beyteke Melayê Cizîrî
Mela li gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn
Mecalê dê bixwazim jê dibê deynê te »fewqe l-àeyn«.
Şirove: Mela! dîsa di bi qasî sed maç û ramûsanî, deynê me di gerdena dilber û evînê me çêbûne, lê gava em jê dixwazin, dilê mirovî xweş dike û dibêje, li ser seran û ser çavan
Peyv:
li: daçekek
Gerden: qirik, stû
dilber: yar, evîn
ji nû: dîsan, careke din
sed: hejmara 100
bûse: maç, ramûsan
Mayin: rader û li vir wek lêker e, ku biwêjeke wisa heye "deyn li yekî mayîn/man" îca li vir Mela hinekî bi rêza peyvan lîstiye(belkî bikaranîneke wisa jî hebe) û gotiye "li dilber mayin deyn"
Mecal: bi giştî derfet e, lê belkê li vir di wateya îca, yan gava de ye.
dê bixwazim: ku dema bê ye lê belê di vir de di wateya "dikim bixwazim" yan "dixwazim" de hatiye gotin
Jê: daçek li gel cînavkê ye "ji wê"
Dibê: kurtkirina" dibêje" ku niha jî gelek caran wisa tê gotin.
»fewqe l-àeyn«.: têgeheke erebî ye ku heman têgeh di kurmancÎ de heye, li ser çavan"
..
Sunday, January 31, 2016
Danberheva du lêkolînên rêjeya tîpên Kurmacî
Ev danberheveke bo du lêkolînan e ku yek jê Celadet Elî Bedrixanî çêkiribû û dî Husein Muhammed:
Ez ê pêşî rêza dengan ji rêjeya bilind ber bi ya nizim ve li gorî ya Husein Muhammedî binivîsim û em binerin bê rêza wan di ya Celadetî de hatiye guhertin yan na:
Husein: E, I, N, A, Ê, R, D, B, Î, K, W, Û, Y, T, M, H, L, J, V, S, X, G,U,Z, Ş, O, P, Ç, C, Q, F
Husein: E, I, N, A, Ê, R, D, B, Î, K, W, Û, Y, T, M, H, L, J, V, S, X, G,U,Z, Ş, O, P, Ç, C, Q, F
Celadet: E, I, A, N, R, Ê, D, Î, B, K, M, V, Û, L, T, O, H, W, X, S, J, G, Y,Ş, Z, F, Q, Ç, C, P, U
Cudahiyên lêkolînê:
H: hejmara tevahiya tîpan: 52 705
C:hejmara tevahiya tîpnan: 17 680
..
Di ya Celadetî de rêjeyên gelek tîpan wek hev
Tîp
|
Husein
|
Celadet
|
A
|
8.5
|
8
|
B
|
4.5
|
3.6
|
C
|
0.33
|
0.7
|
Ç
|
0,59
|
0.8
|
D
|
4.6
|
4.7
|
E
|
11.6
|
12.4
|
Ê
|
5.2
|
5.6
|
F
|
0.26
|
0.8
|
G
|
1.3
|
1.1
|
H
|
2.3
|
2
|
I
|
11.2
|
10.2
|
Î
|
4.2
|
4
|
J
|
2
|
1.7
|
K
|
3.8
|
3.6
|
L
|
2.1
|
2.5
|
M
|
2.3
|
3.1
|
N
|
9.4
|
7.3
|
O
|
0.95
|
2.2
|
P
|
0.73
|
0.7
|
Q
|
0.27
|
0.8
|
R
|
5.2
|
6.2
|
S
|
1.6
|
1.9
|
Ş
|
1
|
0.9
|
T
|
2.6
|
2.2
|
U
|
1.3
|
0.7
|
Û
|
2.8
|
2.5
|
V
|
1.7
|
2.8
|
W
|
3.3
|
2
|
X
|
1.5
|
1.9
|
Y
|
2.6
|
1.1
|
Z
|
1.2
|
0.8
|
..
Encam: li gel ku cudahî hene jî lê dîsa rêz û rêje heta astekê nêzîkî hev in û eger em derfetan bidin ber hev Celadet li gorî rewş, derfet û serdema xwe karekî balkêş kiriye û ji xwe Husein Muhammed jî di nivîsa xwe de dibêje ku pêdivî heye ku bi milyonan tîp bên kontrolkirin lê belê wek karekî takekesî li gorî dema niha ew jî zehmet e.
Saturday, December 26, 2015
get the better of
Di belgefilmekî de ev hevok derbas dibe "There he is Graham, the only big croc at Australia zoo, who’ll ever get the better of me."
Em li ser wergera hevokê gişî nasekinin lê em ê tenê li vê biwêja ingilîzî binerin " get better of someone". Gelo wateya wê biwêjê çi ye? Kurdiya wê çi ye?
Eb biwêj di tirkî de bi van wateyan hatiye:
1. zafer kazanmak
2. alt etmek
3. üstesinden gelmek
4. kazanmak
5. üstün gelmek
6. yenmek
7. üstün olmak
8. hakkından gelmek
9. galip gelmek
Herwwiha bi erebî wate ev in:
1. أحْرَزَ نَصْراً أو انْتِصَاراً
2. أخْضَع
3. إسْتَظْهَر
4. إسْتَظْهَر على
5. إنْتَصَرَ
6.إنْتَصَر على
7. ؛ بَذَّ
8. ؛ تَغَلّبَ
9. دَحَر
10. ؛ ذَلّل
11. ؛ سَيْطَرَ
12. ؛ ظَفِرَ على
13.أغَلَبَ
14. ؛ قَهَرَ؛
15.كَسَر؛
16. هَزَمَ
...
Herwiha bi ingilîzî wisa hatiye ravekirin?
1. if a feeling gets the better of you, it becomes too strong to control
2. Become superior to or master someone or something; win out.
3.to control your behavior get the best of you
Wek ku tê dîtin her çiqasî wate nêzîkî hev bin jî lê çend wateyên wê hene, gelo em di kurdî de em dikarin çawa wergerînin? û kîjan ya herî baş e?

Friday, December 18, 2015
Wednesday, November 11, 2015
Lawik/Xew
Lawikek...
Deryayek û keştiyeke noqbûyî
Bav û dê
Xaniyek herifî li ber barîna alîkariyê
Kurê min!
...
Xew giran e
Tivinga leşkerekî jî nikare şiyar bike.
Ne balafir
Ne keştî
Ne jî mirinê
olan veda
Olan li hev venegeriya
Dengê bêwelatiyê
lawik şiyar nekir ji mirinê.
...
Tena pêlên deryayê
wêneyên nêçîrvanên xeman
û durişmên helbestan
Ji xwe rê dîtin
rê
û rastî
dîsa bi lawikî re
di deryayê de
di xew re çû
û
çû
..
Deryayek û keştiyeke noqbûyî
Bav û dê
Xaniyek herifî li ber barîna alîkariyê
Kurê min!
...
Xew giran e
Tivinga leşkerekî jî nikare şiyar bike.
Ne balafir
Ne keştî
Ne jî mirinê
olan veda
Olan li hev venegeriya
Dengê bêwelatiyê
lawik şiyar nekir ji mirinê.
...
Tena pêlên deryayê
wêneyên nêçîrvanên xeman
û durişmên helbestan
Ji xwe rê dîtin
rê
û rastî
dîsa bi lawikî re
di deryayê de
di xew re çû
û
çû
..
Wednesday, September 23, 2015
Tuesday, September 15, 2015
Çavşevê
nivîseke xweş e
çavşev e
roj û heyv e
nakokî bi xwe ye
ew jina delal!
ew pêsîrên bêhal!
awazeke derewîn e jî
derewan nake! çavşeva min!
tenê rastiyê nabêje
rastî giran e!
...
Dilê wê mezin e!
Bi qasî çavê wê ye
lê encex têra bejna wê bike
...
Ne narsîst e
lê ji her kesî zêdetir ji xwe hez dike
Ma kî ne wisa ye?
..
Awazeke xweş e
Çîrokeke xembar e
an jî xembariyê difiroşe!
Mirov nizane
Nikare bizane jî!
...
Mirov newêre bêhn bike
ditirse dil têkevê
..
Çavşev e
ew diyar e!
Lê kes nizane wekî din çi ye!
Zor ciwan e
wekî mar bêîman e
..
Ha ji xwe hebin
Şevekê dikeve himbêza we
şeva dî jî bi we vedide
..
Nakuje
tenê xwînê diguherîne
hestan diguherîne
..
Ha wisa gotinên
bêwate dide nivîsîn
û diçe
ne xema wê ye
çavşev e
roj û heyv e
nakokî bi xwe ye
ew jina delal!
ew pêsîrên bêhal!
awazeke derewîn e jî
derewan nake! çavşeva min!
tenê rastiyê nabêje
rastî giran e!
...
Dilê wê mezin e!
Bi qasî çavê wê ye
lê encex têra bejna wê bike
...
Ne narsîst e
lê ji her kesî zêdetir ji xwe hez dike
Ma kî ne wisa ye?
..
Awazeke xweş e
Çîrokeke xembar e
an jî xembariyê difiroşe!
Mirov nizane
Nikare bizane jî!
...
Mirov newêre bêhn bike
ditirse dil têkevê
..
Çavşev e
ew diyar e!
Lê kes nizane wekî din çi ye!
Zor ciwan e
wekî mar bêîman e
..
Ha ji xwe hebin
Şevekê dikeve himbêza we
şeva dî jî bi we vedide
..
Nakuje
tenê xwînê diguherîne
hestan diguherîne
..
Ha wisa gotinên
bêwate dide nivîsîn
û diçe
ne xema wê ye
Wednesday, July 29, 2015
Nivîsîn
Îro dilê min diçe Ciwan Haco û nivîs û evînê; baş e ku youtube heye û mirov bi hêsanî dikare straneke ciwan Haco peyda bike. Lê ez mam heyirî bê li kîjanê guhdarî bikim lew min got ez ji xwe re li strana koma Xaînîdes a "Yûnanî" guhdarî bikim û xemgîn bibim ji ber dijwariya bikaranîna daxwaza min a duduyan û sisiyan. Belkî hûn bipirsin çawa nivîsîn zehmet e lê vê bizanin ku nivîsîna bi awayekî hema wilo bi gelekî ji nivîsên plankirî xweştir in û ji bo nivîsên hema wilo jî evîn lazim e.
Ji bo ne derew be, JINek pêwîst e lê jineke wisa pêwîst e ku min vejîne, baweriya min vejîne û ji nû ve min bike ew kesê ku ez bawer dikim ku demekê ez ew bûm.
Kêşe di dawiyê de vegeriya ku tevahiya kêşeyê nebûna evînê ye lê ne rast e, kêşe nebûna jineke bi-evîn e, nebûna jineke bawerder e.
Mirov kêm-caran ji dil hez dike û carinan jî hinekan ji xwe re dike evîn ta ku hestên veşartî bijî, lê her di dawiyê jin ne ew JIN e.
Bawer nakim jin hebin ku zilam bikare dilê xwe bidê, min berê jî gotibû, evîn ew tişt e ku mirov bixwaze dilê xwe bide lê aliyê dî nexwaze wî dilî bibe ji tirsa ku biêşîne, bişkîne an jî nikaribe wî barî rake.
Ne nefret e û ne jî kîn e, lê baweriya min bi jinan nayê û li gel ku nikarim jî lê dixwazim wan tenê wek pêdiviyeke fîzîkî ji daxwaza çêjeke bi xwêdan û bi laşên tazî re bibînim.
Mixabin di vê rewşê de jî ez dixwazim ji jinan re bibêjim ku ez wisa difikirim ta ku nexapin lê dizanim ku dê kirasê namûsê li xwe kin û şerpeya evîn û rastiyê bidin serê xwe û dê herin têkevin bin derewçînekî ziman-hingivî û çavşeliqî tenê ji ber hefsarên zêrîn yên di stûyê wî de û herwiha jî ji ber dixwazin ku yek derewan li wan bike ta ku tawana xwe bi gunehbûn û "dilpaki"ya xwe ya derewîn veşêrin.
Dizanim bê hûn bibêjin ev çi nerîneke vala û bêbingeh û herwiha jî bêwate ye lê wisa difikirim û dixwazim jinek bê û min şaş derxîne.
Eger bikare!
Helbet ne ku em baş in lê ew wî mafî nade wan ku xerab bin.
Mesele ne meseleya kî ji kê xerabtir lê mesele tu çiqasî baş î!
Nizanim bê ji bo çi min ev nivîsa vala nivîsî lê xweş bû..
Ji xwe re li vê stranê guhdarî bikin û tu jin bî an mêr bî, li ser evînên xwe yên têkçûyî bigirî ji ber girî xweş e..
Şevbaş xwendevanên hêja.

Subscribe to:
Posts (Atom)