Lê bigere

Sunday, February 10, 2013

Xatirxwestin

Biborînin...
 Mirin dermanê hemû derdan e... 
Mirin afirînera nebûnê ye.
Nebûn dermanê têkçûnê ye
Xewn dimirin
Bi mirinê re..
Mirin mirin e..
Mirin dermanê min e..

Sunday, February 3, 2013

Mirin 2

Demin hene mirov dizane êdî hew divê xwe bikuje ta ku destpêkeke nû bizê...
Çîrokeke nû ji hezkirineke kuştî, ji hevaliyên jidil, ji biratiyên ku kezeban dişewitîn derdikeve ji xwekuştina têkçûn, sedemên wê û kesê ew kir..
Mirirn ne çare ye, lê jiyina wek mirinê kuştina hemû evînan e..
Loma xwekuştin derman e...
Xwekuştinek bêdeng, wisa bidizî..
Xwekuştineke ku bihêle mirovên dî bi te nehisin..
Belkî rojekê ev nivîsê bê xwendin û bê zanîn ez vê rojê mirime...
Min dixwest ez gelek tiştan bibêjim..
Ji xwe re, ji her kesî re..
lê nikarim û nizanim..
Biborînin..

Saturday, February 2, 2013

Mirin

Gelek film, roman û çîrok ji dawî de dest pê dikin, ez jî niha pêşiya çîroka xwe bi bûyera dawî dest pê dikim.
Mirin helbet, îşev ez ê xelas bikim. Ji xwe tiştekî zêde tune tê de.

Çû

Çû
ew keça ciwan
Çû û bar kir ji xewnan
Dil hişt li van kolanan
...
Çû wek demê
Çûn mirin e
vejîn e
nûbûn e..
Lê çûn her ne xweş e
her xembar e..
Hestan dikelîne
Tevliheviya bêrîkirin û hezkirinê
Di meya şevên girînê de diafirîne
Digirîne
Çû rastiyeke jiyanê ya tehl e
...
Biçe
Va ez konê termî vedikim
Qehweyê bi destên xwe digerînim
Dîrokan dibêjim
Tepan bi sînga xwe dikevim
û porê serê xwe vedirşînim
Ne hêsan e
Mirineke ku bi destê mirovî be
kuştin e
lê her mirin e

Dilyar

Friday, February 1, 2013

Bêrîkirin

Gelek caran mirov dimîne heyirî bê ev hest û ruh ji kû tên û çi ne?
Dizanim ku li gorî zanistê em giş wize ne û ev wize jî madeyên kîmyayî çêdikin û dûra ew jî vê şêweya fîzîkî digirin û wisa em bi dibin ev tiştê ku em dibînin û tê digihên lê gelo hew em ev in..
Ya rastî niha ew ne giring e, ji ber tiştê ji min re giring çareserkirina vê hesta bêrîkirinê wek mirovekî bi vav û zanistê tev digerin ez ê li bingeha wê bikolim
Belê dopamîn û Serotonîn dihêlin tu hez bikî û bixwazî bi yekî/ê re be, lê tiştê nayê şirovekirin gelo çima ew kes û ne kesekî/e dî??
Ev hormon di heman demê de hormonên bextewariyê ne.. gelo kîjan kurdî hez kiriye û bextewar bûye?? ew jî pirseke ez bawer nakin zanista bikare bersiva wê bide!
Welhasil mesele pir tevlihev bû û min fêm kir ku bi rekasyınên kîmyayî nayên çareserkirin loma dev jê berdin ger we bêriya hinekan kir, wek pîr û kalê me dibêjin tê de nefikirin hûn dê ji bîr bikin..

Thursday, January 31, 2013

Ez

Niha wek her kesê ku carine bêhna wî diçike û dixwaze bigirî bêhna min diçike û dixwazim bigirîm...
Ez li raboriya xwe dinerim, bi bîranînê jibîrbûyî û yên di bîrê de mayî, ez tiştekî ku li ser poşman bibim nabînim, lê dîsa jî dixwazim bigirîm..
Ez bêriya xwe dikim ji ber ku êdî ez fêm dikim. Fêm dikim ku rastî nexweş e, jiyan tehl e. Min heta niha hewl da wek ez dizanim, wek dixwazim bijîm, min xwe ji rêbazên cîhanî re netewand tevî ku êşiyam û di gelek tiştan de li paş her kesî mam ji ber min xwest her tişt wek ez dixwazim û bawer dikime, be. Lê nabe êdî ev baş hat fêmkirin..
Belkî niha gelek bibêjin ev çi ye! tu çiqasî bi xwe bawer î! ka te çi kiriye!
Ji xwe min tiştek nekiriye lê ji ber min nexwestiye, yan tiştê tê kirin her kes dike û kirina min ti cudahî nedixistê..
Ez êdî dipejirînim ku tiştê her kes dike rast e û ez şaş im..
Lê gelo ew biaqil in an ez?
wan ev rastî dît û qebûl kir an tirsiyan ku ji rêzê derkevin û winda bibin?
Tirs bû an zanîn bû?
Em bibêjin zanîn e, ma gelo jiyan ev e, ku mirov rast bijî bêyî ku bizane çima ew rast e..
Ez bi xwe xwe naparêzim lê ez ji xwe û rêbaza fikirîna xwe hez dikim..
Ji ber ez ez im û wek xwe me..

Min bêriya we kiriye

Hevalê min ê hêja..
yadê!
pîrka min a delalî!
xwişk û birayên min
Mala min a axî
Çivîkên tirsonek
Mirîşkên hewşê
Çêçikên biçûk
Dara zeytûna
Dîwarên ketî
min bêriya we kiriye...

Dilsozî

Dilsozî ne tiştekî ku mirov ji mirovan bixwaze lê taybetmendiyeke ku divê di mirovî de hebe.
Dilsozî bê xwestin nabe dilsozî lê dibe amûrek ku tu pê bi zorê tiştekî ku nayê xwestin dide kirin..
Loma dilsoz divê nefikire ku dilsoziyê dike...

13/11/1960

Gelo di dema ku li jorê hatiye nivîsîn çi bûye? çend kes dizane bê çi bûye?

Yekitî

"Belê! dem dema cîhana aşopî ye, dem dema şoreşên fikirî û îdeoljî ye"
Hevalê min ê welatparêz ê bi navê Dijwar ku nû ji binxetê reviyaye û dibêje û wisa berdewam dike "ereban bi Twitterê û Facebookê şoreşên ku dewletên xwe guhertin, çêkirin, divê em kurd jî wisa bikin, divê em xwe xweşik bi rê ve bibin, divê em bibin xwediyê ragîhandina xwe û xwediyê dengê xwe"
Ji xwe piştî şoreşên Tûnis û Cezayriê û reva wî ya neçarî ji Binxetê bo Tirkiyeyê. Li Stembolê lê xaniyekî li Emînönüyê rûdinê û her sibe diçe kiloran difiroşe û êvarî vedigere ser komputera xwe bo ku bingeha şoreşa xwe ya cîhana civakî biavêje, û li wir dest pê dike ku li ser înternetê li kurdan digere...
Dikeve kom û rûpelan de, digere û digere dibîne çi kom, rûple, malperên hene hemû bi zimanên biyanî ne û ligel ku bi alayên kurdistanê xemilandîne...
Ew jî ji bilî kurdî nizane bi ti zimanî ji xwe çend gotinan bi erebî dizane lê ji ber bê nasname bû neçûbû dibistanê jî û nedizanî bi erebî jî bixwîne lê dîsa ji bavê xwe hînî xwendina latînî ya kurdî bûbû û dizanî bi kurdî bixwîne lê ka ew kesên ku bi kurdî bixwînin û binivîsin! kaa!
Dîsa hêvî winda nekir û geriya û geriya heta ku di twitterê de keçikek bi navÊ Yekitî dît û wisa kêfa wî hat û got " erê, ev e, ev ew mirova ku dê destpêka şoreşa min pê re be" û jê re nivîsî: Dembaş, tu çawa yî?
Keçikê got: "Ay ne diyor bu lan" *1
Rebenê xwedê Dijwar nedizanî bi tirkî lê ji xwe re got xwedê dizane ev keçik dimil e û ez bi dimilî nizanim û dest pê kir bi tepan bi serê xwe dikeve û diqehere bê çawa zaravayeke zimanê xwe nizane..
Wê şevê nema ji înternetê derket û geriya û geriya bê çawa hînî dimilkî bibe, dawiya ma dawî çend ferhengên dimilkî dît û hevoka dixwaze bibêje bi ser hev de anî: "roza to xêr bo, ti sekena?"
Lê mixabin Yekitî xanima me dîsa wisa bersiva da: "ay bu gerizekali ne diyor yine ya" *2
pepûkê Dijwarê me di cî de li gotinên wê di ferhengên peyda kiriye de geriya û geriya û geriya lê nedît, û wisa fikirî gelo ez bi zimanekî dî jê re binivîsim û bi ser programeke wergerê vebû ku hevoka dixwaze bi tirkî jê re binivîse, û ev jê re nivîsî" merhaba nasılsın? ben Kürdüm" *3
Yekitî xanim got " aa öle mi? ee ne yapayım!"4.
Rebenê Dijwarê min û ew radibe vê jî werdigerîe û lê dinere û dibêje gelo min şaş wergerand çend carab lê dinere lê her bersiv yek e..
Dîsa vê hevokê dinivîse: " Ben türkçe bilmiyor"5
Yekitiya me dibêje: "ee git öğren, ben ne yapayım"6
Dijwarê me vê jî werdigerîne û pişt histuyê xwe dixwirîne û dev ji welêt û her tiştî ber dide û ji xwe re li firotina kilorên xwe vedigere ..
...
Têbinî:
1. wî ev çi dibêje lo?
2.ev bêhişa dîsa çi dibêje
3. merhba tu çawa yî? ez kurd im
4. waaa? ê ez çawa bikim
5. ez nizanim bi tirkî
6. ê biçe hîn bibe, ez çawa bikim
...........

Dilyar