"Belê! dem dema cîhana aşopî ye, dem dema şoreşên fikirî û îdeoljî ye"
Hevalê min ê welatparêz ê bi navê Dijwar ku nû ji binxetê reviyaye û dibêje û wisa berdewam dike "ereban bi Twitterê û Facebookê şoreşên ku dewletên xwe guhertin, çêkirin, divê em kurd jî wisa bikin, divê em xwe xweşik bi rê ve bibin, divê em bibin xwediyê ragîhandina xwe û xwediyê dengê xwe"
Ji xwe piştî şoreşên Tûnis û Cezayriê û reva wî ya neçarî ji Binxetê bo Tirkiyeyê. Li Stembolê lê xaniyekî li Emînönüyê rûdinê û her sibe diçe kiloran difiroşe û êvarî vedigere ser komputera xwe bo ku bingeha şoreşa xwe ya cîhana civakî biavêje, û li wir dest pê dike ku li ser înternetê li kurdan digere...
Dikeve kom û rûpelan de, digere û digere dibîne çi kom, rûple, malperên hene hemû bi zimanên biyanî ne û ligel ku bi alayên kurdistanê xemilandîne...
Ew jî ji bilî kurdî nizane bi ti zimanî ji xwe çend gotinan bi erebî dizane lê ji ber bê nasname bû neçûbû dibistanê jî û nedizanî bi erebî jî bixwîne lê dîsa ji bavê xwe hînî xwendina latînî ya kurdî bûbû û dizanî bi kurdî bixwîne lê ka ew kesên ku bi kurdî bixwînin û binivîsin! kaa!
Dîsa hêvî winda nekir û geriya û geriya heta ku di twitterê de keçikek bi navÊ Yekitî dît û wisa kêfa wî hat û got " erê, ev e, ev ew mirova ku dê destpêka şoreşa min pê re be" û jê re nivîsî: Dembaş, tu çawa yî?
Keçikê got: "Ay ne diyor bu lan" *1
Rebenê xwedê Dijwar nedizanî bi tirkî lê ji xwe re got xwedê dizane ev keçik dimil e û ez bi dimilî nizanim û dest pê kir bi tepan bi serê xwe dikeve û diqehere bê çawa zaravayeke zimanê xwe nizane..
Wê şevê nema ji înternetê derket û geriya û geriya bê çawa hînî dimilkî bibe, dawiya ma dawî çend ferhengên dimilkî dît û hevoka dixwaze bibêje bi ser hev de anî: "roza to xêr bo, ti sekena?"
Lê mixabin Yekitî xanima me dîsa wisa bersiva da: "ay bu gerizekali ne diyor yine ya" *2
pepûkê Dijwarê me di cî de li gotinên wê di ferhengên peyda kiriye de geriya û geriya û geriya lê nedît, û wisa fikirî gelo ez bi zimanekî dî jê re binivîsim û bi ser programeke wergerê vebû ku hevoka dixwaze bi tirkî jê re binivîse, û ev jê re nivîsî" merhaba nasılsın? ben Kürdüm" *3
Yekitî xanim got " aa öle mi? ee ne yapayım!"4.
Rebenê Dijwarê min û ew radibe vê jî werdigerîe û lê dinere û dibêje gelo min şaş wergerand çend carab lê dinere lê her bersiv yek e..
Dîsa vê hevokê dinivîse: " Ben türkçe bilmiyor"5
Yekitiya me dibêje: "ee git öğren, ben ne yapayım"6
Dijwarê me vê jî werdigerîne û pişt histuyê xwe dixwirîne û dev ji welêt û her tiştî ber dide û ji xwe re li firotina kilorên xwe vedigere ..
...
Têbinî:
1. wî ev çi dibêje lo?
2.ev bêhişa dîsa çi dibêje
3. merhba tu çawa yî? ez kurd im
4. waaa? ê ez çawa bikim
5. ez nizanim bi tirkî
6. ê biçe hîn bibe, ez çawa bikim
...........
Dilyar
No comments:
Post a Comment