Lê bigere

Friday, August 22, 2014

Tu

Ji te direvim
Di çavên te de werdibim
...
Tu hûrik î
Di kefa destên te de
difetisim
..
Tu dûr î
Lew bêhna te
Ji pozê min dernakeve
..
Ji te direvim
Ji ber pêdiviya min bi te heye
Evîn şanoyeke xwekuştinê ye
Eger lêvên te rola maçîkirin bilîzin
..
Ji şevê direvim
Ta xwe bi laşê te nenixumînim
Li te digerim
Di çiyayên hemû jinên dî
Di newalên hemû rûyên sar de
Di dilê evîndar de
Tenê
ji bo te peyda nekim
û perdeya şanoya evînê
daxînim

Monday, August 18, 2014

Şiroveya du beytên Melayê Cizîrî

Heyata dil meya baqî

Binoşîn da bi muştaqî

Ela ya eyyuhe s-saqî

Edir ke’sen we-nawilha


Wateya peyvan:
Heyat: Jiyan ku peyveke esil-erebî ye belam di kurmanciya nû de jî likar e.
Dil: organê laşî yê ku xwînê li laşî digerîne: ku peyveke hindûewrupî ye anku kurdî ye.
mey: şerab ku ew jî hindûewrupî ye.
Baqî: mayî ku peyveke esil erebî ye tenê di helbestên klasîk de tê dîtin an jî wek nav lê di zimanê nûjen de peyda nabe.
Binoşîn: dema niha ji lêkera "noşîn" ku di wateya vexwarinê de ye, ku reha dema niha "noş" e.
Da: ta, heta, ku di wateya "daku" de ye. eslê ???
Muştaqî: bi bêrîkirin.. peyveke erebî ye di zimanê rojane û nûjen de ne likar e.
herdû beytên dî bi temamî erebî ne.


Nîşe:

1.Heyata dil: ku ravek/îzafe ye û pêdivî bi tewandina peyva "dil"î heye ku divê "heyata dilî" lê Mela ew nekiriye. Lê gelo tenê ji bo wezna helbestî bû an wê çaxê jî tewandina navdêrên nêrzaynd ne ferz bûn??
2. Binoşîn: dîsa wek diyar dibe ku kesê yekem yê pirjimar anku "em" bi qertafa "în"ê tê çêkirin anku nabêjin "binoşin" lê dibêje "binoşîn".


Sunday, August 17, 2014

Min

Di helbestan de Min xwe kuşt ta ku kesê xwestî vejînim Min di gotinan de xwe fetisand ta ku ramanên wek yên te biafirînim

Sunday, August 3, 2014

Kîmyaya min

Hormon in
tiştê ku dihêle
Muzîk
Evîn
Bêrîkirin
bi hev re dîlanê bikin
..
Ne tu yî
ne jî ez
..
Mêranî,
wêrekî
ne ji dilê te tê
Ji mercên derdora te
Ji erdnîgara dayika te
dertên
...
Qelsî û xurtî
tenê ji hejmara
kevirên te rahiştinê
diafirin
..
Bizane
ey dilê biçûk
guleyek dikare
te nehêle
..
Bizane
kindirek 
dikare bêhna te
bifetisîne
...
Jiyan ne ewqasî tevlihev e
tenê 
kîmya ye

lê ez û tu
jê fêm nakin
formulin giran in
..
Her jiyanek
romanek e,
eger nivîskar jêhatî be
...
Her xewnek
pêkan e
ku tu derfetan bidî
...
Firrîn bi xwe pêkan e
..
Tu yê jî
bi qasî min
qels bûya
eger tu ez bûma
..
Xwe di ser
min re nebîne
..
Bizane tenê
kîmya ye
wize ye
ya ku ez û tu
afirandine.

Wednesday, July 23, 2014

Kurtenivîseke li ser beşekî ji civaknasiyê

Ev kurtenivîseke li ser beşekî ji civaknasiyê ye, hêvîdar im hûn bixwînin nirx, nerîn û fikirên xwe bibêjim û em behsa wê di civata xwe de bikin..
Charles Horton Cooley civaknaseke ku xwest bêtir çivak û reftarên mirovan fêm bike; bawer dikir ku hîkara koman di civakê de bandoreke mezin li ser teftar, tevger û ramanên mirovan dike.
Teoriya "the looking-Glass sels" çêkiriye ku dibêje Mirov û Civak yekîneyeke in.
Armanca wî ku bizane bê çima mirov bi vî awayî tev digerin.
Bingeha perspektîva interaksyonsit di civaknasiyê" de ji vir derdikeve.
Dibêje ji bo em civatê fêm bikin divê em fêm bşkin bê mirova çi wateyan dide tiştên civatê anku civaka çawanî û şêweya jiyana me çêdike..
Wî koma sereke da nasî; koma sereke koma yekem e ku mirov dibîne û pê re dide û distîne û mezintirîn bandorê li ser fikir û raman û baweriyên wî dike.
Cooley dibêje ku civak her ku endustrîlîze an sanayî dibe mirov bêtir takekes. Mirov dibin xwedî ruhekî pêşbir û pêwendiyê xwe bi malbata klasîk re re winda dikin.
Koma sereke: li gorî Cooleyî her ku civat li pêş dikeve her ku mirov bêtir takekes dibe.
Tiştê balkêş di fikirên wî de dibêje: ku komên biçûk û jidil bûn ( ew ên klasîk wek malbat) ên ku şekil didan refatrên mirovan.
Cooeley dibêje: ku komên sereke ew komê ku rûbirû hev dî ditînin dihatin ba hev û hestên xwe bi hev re parve dikirin alîkariya hev ji aliyê manewî de dikirin
" heger em li kurdan binerin gelo rewş çawa ye?"
Looking Glass-self: wek ku tê zanîn Cooley yek ji afirînerê perpektîva interaksyonsitî ye. Di vê têgeha "lookin glass self" de dibêje mirov li xwe dinere bi çavê ku ka çawa civak lê dinere..
Li gorî teoriya Self Looking Glass" sê hoker an fraz hene
1. em xeyal dikim bê em xwe çawa raber û nişanî kesên dî dikin
2. em xeyal dikin bê yên dî çawa me dinirxînin
3. em hin hestan derbarê xwe de çêdikin ku ew hest li ser dîtina me ji têgihişta kesên dî me ji re ava bûye.
" Di civata Kurd de ev çiqasî belav e?, di nerîna we de ev teorî çiqasî rast e?
Xala krîtîk di vê teoriyê de ew e: mirov dikare nerîn û hestên kesên dî şaş fêm bike.
Mînak: dêûbav ji zarokê xwe re bibêjin "tu ker î" . Dê ew zarok xwe nezan û ker bihise û bawer bike.
" Ev di nav me kurdan de pir belav e, em nizanin bi zarokên xwe re bidin û bistînin an wan difirînin an wan dixin binê erdê ku gava mezin dibin jiyan ji wan re pir zehmet tê"
Anku mirov bi xwe "awêneya civakî" bi kar dihîne, ji bo xwenirxandinê..
Eger derbarê mirovî de nerîneke neyinî bê, dê xwe bed his bike, eger "erênî" bê dê xwe çak hîs bike.
Cooley: civakê wek organizmeyekê dinirxîne û dibêje hemÛ beşên wê di bin bandor, hîkarî û têkiliyên bi hev re şekilê xwe distînin.
Dibêje: Civak û takekes du tiştên nikarin ji hev cuda bibin.
Yanî hesta EZ niye eger bi "TU, EW û Ê DÎ" ve neyê girêdan.

Tuesday, July 22, 2014

Şirovekirina Melayê Cizîrî 1

newaya mutrib û çengê
fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
neşûyîn(neşoyîn) dil ji vê jengê
Watenasî:
Newa: melodî, dengê muzîkî
Peyveke îranî ye.
Mutrib: stranbêj, 
Peyveke esil erebî ye
Çeng: amûreke muzîkê ye ku bi navê arpê jî tê nasîn.
Fîxan: hewar, gazî, qîrrîn, feryad
Îranî ye
Avêt: lêkereke dema borî ye "e" ji bo girêdan e ku ji bo hin lêkerên berpêbûyînê tê bikarhanîn: Ez hate malê
Xerçeng: Kevjal, yan jî burca kevjalî ya li ezmanan e.
Were: raweya fermanî ji lêkera "hatin"ê ye
Saqî: meygêrr, badegêrr, karkerê/a meyxaneyê
heta:  taheyaheyanî
Kengê: çi demê, çi çaxî, çi wextî, çi gavê
Lê bi pirranî niha wek "kengî" li kar e
Neşûyîn: dema bê ji lêkera "şûştin"ê ye ku bê amrza dema bê "ê, dê, wê" hatiye  çêkirin
li gorî em niha dizanin di kurmnacî de rader "şûştin" e û reha dema niha "şo" ye. di soranî de "şordin" an "şûştin" e. Lê di hin devokên kurmancî de wek "şiştin, şwiştin, şuştin" jî tê gotin.
Dil: zazakî "zerre" soranî "dill"..
Jeng: jengar, zingar zengar
..

Monday, July 21, 2014

Ey hevalê şoreşger!


Tu realîst î!
Gel li pişta te ye!
Rast e,êdî ev welat nikare serbixwe bibe...
Rast e, ev gel êdî asîmîle bûye û bê ziman, çande û hestên xwenas maye..
Her tiştê tu dikî, rast e..
Hêz tu yî
Rojname tu yî
nûner û pispor, tu yî
zanîn
felsefe
dîrok
wêje
tu her tişt î..

tenha
Vê fêm nakim, hevalê şoreşger!
Çima tu ewqasî ji xewnên min yên "hovane"
ditirsî¿
çima tu ji me: kesên nezan
Ji me; ew kesên ajan
Ji me; ew kesên sîxur
Ewqasî ditirsî
Ey hevalê şoreşger!

Wednesday, July 16, 2014

Nivîser û nivîs

Niha ez ê çend lêkeran û hin peyvên ji wan çêbûne binivîsim dû re ez ê çend pirsyran bikim..
Belkî hinekî mijar dirêj bibe biborînin
Birin: reha dema borî "bir", ya dema niha "b"
Kuştin: reha dema borî: kuşt, ya niha: " kuj"
wek tê dîtin lêker gerguhêz in..
.
Ji "birin"ê
em dikarin navdêrê kirdeyî çêkin:
"ber"
ji "kuştin"ê jî
"kujer"
Gava li gel birserê be cudahî dikevê
"dilber"
lê ji bo kuştinê 
dilkuj, mêrkuj, 
Pirs 1:
çima ne 
ne "mêrkujer"
mînak in dî;
nivîsîn
nivîser: 
lê em nabêjin 
romannivîser
em dibêjin 
romannivîs
..
Bi qasî min bala xwe dayê di gotinên ku nû çêbûne "er" winda dibe gava bi birserê re tê, lê yên berê de her heye:
çi" bîrb(i/e)r çi "dilber, çi karker 

Hebûn û pirsên wê

Lêkera hebûn bi du wateyan tê:
1. existence
Ez heme, 
2. to have
Min heye
Lê ji bo çêkirina dema borî û ya bê, pêdivî bi lêkera "bûyîn"ê heye
1. Ez hebûm, ez dê hebim
2. Min hebû, min dê hebe
Îca ez dibêjim eger bi alîkariya lêkera bûyînê ev lêker encex pewira xwe bigire.
Çima pêve ye.
Çima ne "ez he me" û "min he ye"
û di nagasyonê an neyêniyê de.
dijwate "nebûn" e an "tinebûn"
Bi min wisa dixuyê: ku "nebûn" dijwateua "existence"ê dide û "tinebûn" dijwateya "to have"ê dide
lê eger em bibêjin ez rast im, em dê çawa bikin neyênî
1. ez heme...ez neme 
2. min heye... min tune
3. Em hene... em nene
4. min hene... min nene
helbet h hevokên(1.3,4) yên neyênî li jorê li ti deran tune ne.( bi kêmanî bi qasî ez dizanim)
lê bi van şêweyan tên dîtin
1. ez tune me,/ ez nîn im
2. min tune ye/ an min nîn e an "min niye
3. em tune ne/ an nîn in
4. min tune ne/ min nîn 
*Ev ne pêşniyarkirin in belê şirovekirin bi mebesta axaftin û zelalkirinê ye.
Niha pirsyarên min.
1. Dijwateya HEBÛNê çi ye?
2. gelo li gor şêweyan wateyên wan tên guherîn?
3. şêweya rastivîsa wan çi ye?
4. gelo ev dikeve awaretayn an jî rêbazeke wê heye, û di rêziman de navê van dibe çi?

Tuesday, July 8, 2014

Hîn

Hinek ji wan hîn zarok in.. Xwezî ne zarok û ne mezin ewqas pîroz nebûna...
Hinekan hîn dergûş nehejandibûn
Hin jî hîn çêlîk bûn
û hin hîn nefiriyabûn
Xwezî pepûle ne temenkin bûna