Lê bigere

Friday, July 14, 2017

Tirs

Wek ku hinekan hestên min ji min stendibin, ez dikim nakim naşêm hevokekê bi dawî bikim. Hestên min pûç bûne, belkî tenê hesta tirsê azad mabe û di hinavê min de çirvîtkan diavêje. Tirs jî ne ji mirinê, ne ji lêdan heta ne ji xurtan e jî, tirseke ne diyar e; tirsa ji nediyariyê ye. Ev tirs hesteke wiha ye ku bi demê re hêlîna xwe di dilê mirovî de ava dike û mirov DITIRSE ku ew tirs biçe. Ew bixwe ne ji çûna tirsê ye, tirs ji nediyariya li dû çûna wê tirsê ye.
Gava sîngek ewlehiyê dide, di cih de ew tirs tiştekî wiha dike ku mirov naxwaze biçe ber bi wê ewlehiyê ve û her tiştî dike daku ew ewlehî biçe, bireve...
Qet nizanim bê çi dibêjim lê westiyame

Tuesday, July 11, 2017

Helbesteke tehmsarkî

Dê roja Beran-berdanê bûya
Te yê destmala xwe bi stûyê berxikê xwe yê hezkirî vekira
Belkî ne ji bo min bûya
Belkî çavreşekî din bûya
Lê dîsa
ne têl bûn
ne jî tiving bûn
ên ku em ji hev cihê dikirin
surişt û berxikek bû
..
Berovajî gelek jinan
Baş dizanim tê çêlekek xwedî bikira
Tevahiya çêlekên cîrana dê bimirina
Lê ya te dê gund di nav şîrî de bixeriqanda
cudahiya te, tenê dê ev bûya
çêlek bûya
Ne, zimanekî biyanî
Ne jî perwerdehiyeke xerîb bûya
..
Keçê belkî tu dil têketa kurê axayekî
Ji xwe her xeml û xêl
nav û dengî
tu sermest kiriyî
Lê ne çandeyek ewropayî
ne jî çirûskên biyanî bûn
ên ku tu yê ji min bibiriya
..
Dizanim xeftan dê li te bihata
Û tê xwe pê li ba bikira
Nizanim
Van çi ji me xwest
ku berxikê me ji me stend
çêleka te kuşt
û evîna me bi kindira biyaniyeke çêkirî
bi dar vekir
..
Dizanî tehliya wê
nexweşiya wê
êşa wê çi ye
ku tu dibêjî
,erê tu bi xwe,
dibêjî qey
tu yî, ya vî tiştî dibijêrî
wek hemû koleyên li gundê te
..
Tu jî wek vê helbesta min
tehmsarkî bûyî
ne resen î



Sunday, June 11, 2017

Ceger

Peyva “ceger” li nik me di wateya wêrekiyê de tê gotin ku piraniya serxetiyan ji bo xwarinekê dibêjin ku em jê re dibêjin kezeb. Helbet kurdên li herdû rexan jî dizanin “ceger” navê organekî laşî ye lê  meseleya min ne ew e û heta vê bibêjim, peyv bixwe ne ewqasî giring in lê wate û wateya yan jî wateyên li wan hatine barkirin gelekî giring in. Di dawiyê “ceger” be, “wêrekî” be,  “ceger kirin” be yan jî “wêrîn” be, peyv in wiha ku diyar dikin, tirs û gefek heye lê li himberî wan jî, serhildanek heye.
Îca ez hewl bidim werim ser meseleyê ku ez dizanim ez ê ê vê monologa xwe jî dirêj bikim. Tirs...


Wednesday, May 10, 2017

Gelemşe



​Qepqepa pêlava jinên bedew û nebedew
Her yek xwe dihejîne, ji derdorê qêrînê tîne
Ne ew lê qabikên pêlavên wan
Gazî dikin; ez li vir im, bi hemû serêşiya xwe
Dengê qedehên çayê,
kevçiyên çayê
xirecireke vala
û nûçeyên keştî, moşek û dewaran
Dewarên ku nebûne mijar
lê bûne xwediyê mijarê
..
Çi bûye, kes nizane
Lê her daxuyanî,
slogan û ​dîmen in.
Girseyek li bendî wê ne
ku ji tiştekî re, ji bûyerekê re bibêjin" bijî"
û wêneyên xwe di torên bextewariyê de
parve bikin..
Mirineke hêdî ye
Bendewariyeke bikoletî ye
lê jiyan jixwe ev e
gurmgurm û teqreq e

Wednesday, April 19, 2017

Ne ji tiştekî re bû

Pirs in!
Mejiyê min dixwin
...
Bila bixwin
Ji ber ne ji tiştekî re bû
Valahî û nezanî ne
yên bextewariyê tînin

Saturday, October 15, 2016

Dev jê berde û xwe bikuje!

Pênûsa xwe
li gel wî çekî
binax bike,
veşêre
û mejiyê xwe radestî wî xwendeyê hov bike
Bila zanîn, hêz û zikreşiya wî, serê wî bixwin
...
Danûkan bikelîne
Pezê xwe biçêrîne
û mirîşkên xwe xwedî bike
Bila tank, moşek û balafir ji wî re bin
Û bila kabloyên înternetê mejiyê wî bicûn
...
Pirtûkan, nivîskaran û helbestan bispêre hev
Û giştan bi destê xwe
-li hêviya wî nemîne-
bi destê xwe bikuje
û bi dizîka li mala xwe
li dengbêjekî
li çîrokekê
li "Malek Mitêtê" guhdarî bike
û bila ew di nav aforîzmayên felsefeya yûnanî de bixeniqe

Ger pêwîst bû
gundê xwe, malên xwe bişewitîne
û ji vê erdnîgariya qirêjkirî koç bike
Bila wê xweliyê bi ser serê xwe dake
belkî ax çavên wî têr bike

Sunday, September 11, 2016

Dosyaya Barzanî di palisqeyê pola yê Stalînî de

Ev kurtenivîseke Wizîrî Aşo ye ku min di pirtûkeke PDFê de dît û ji aliyê Îsmaîl Hesafî hatiye wergerandin bo zimanê erebî. Min jî xwest wê bikim kurmancî. Min beşek jê wergerand û her ji min were, ez ê wergera wê temam bikim.
Têbiniyên min li ser nivîsê hene ku diyar e ne bi zimanekî objektîv hatiye nivîsîn lê dîsa jî hêja ye mirov bixwîne û bide ber çavkaniyên din ta ku bikare, baştir dîroka sedsala borî ya têkoşîn û berxwedana kurdan bi giştî û ya PDK û Mele Mistefa barzanî bi tayabetî fêm bike.


Dilyar Amûdî

Agahî
Nivîskar: Wizîrî Aşo
Wergêr: Îsmaîl hesaf
Wergêrê Wergerê: Dilyar Amûdî


                              Dosyaya Barzanî di palisqeyê pola yê Stalînî de
                 
                                                                         Diyarî
Ez vî karê xwe diyarî giyanê serokê gelê kurd, wî mêrê ji polayê ku di 50 salî de qet neçemiya, wî kesê ku wek serok û fedakar alaya kurdayetiyê berz kir, serokê nemir, Melle Mistefa Barzanî,her şoreşgerê berra ku li ser rêya wî bi rê ve çû û  giyanê pêşmergeyên leheng dikim.
Dr. Îsmaîl Hesaf

                                                                   Pêşgotina Wegêrî
Serokê kurdî Mele Mistefa Barzanî dihesibe yek ji berbiçavtirîn serokê tevgera azadiya kurdî ya dîroka hevdem, ne tenê ji ber ku dirêjtirîn şoreşa çekdar a gelê kurd bi rê ve bir lê ji ber ku rêya Barzanîzmê kir rêyeke mayinde û dibistaneke berxwedanê ku navê Barzanî û gelê kurd bi hev ve hat bestin ku êdî ji hev naqetin.
Xwendekarên kurd ên ku li zanîngeh û enstîtûyên dewletên biyanî dixwent, bûbûn balyozên gelê xwe li derve. Bi piranî gava ku xwendekarekî hewl dida ku pirsa kurd û dadweriya wê pirsê ji kesekî yan aliyekî biyanî re rave bike, dikir nedikir nedikarî bigihêje armanca xwe û nedikarî ramana xwe bigihîne aliyê din lê çawa navê Barzanî digot, ev mamika aloz dihat çareserkirin. Ez bi xwe di salê xwendina xwe (1975-1986) gelek caran ketime vê rewşê gava ez li bajarê Mosko, Warşova, Vîena yan welatek ji welatên Soviyeta berê bûm.
Divê em balê bikşînin ser hindê ku navê Barzanî di asta navdewletî de, kurd destnîşan dikirin, di wê dema ku dorpêçeke giran li ser şorşea kurd hebû û dezenformasyonek li wê dihat kirin û raya giştî ya cîhanê di dema şerê sar de bi awayekî balkêş, çavên xwe û guhên xwe li ser pirsa kurd digirtin. Ji xwe navgînên ragihandinê yên wek înternet, telefon û entrfon û hwd jî ne berdest bûn. Dengê kurdan carinan di rêya wan rojnamevanên mezin ên serdana Kurdistanê dikir û bi serokê Barzanî re li lanî wî diciviyan re digihişt derve. Herwiha carinan di rêya radyoya Londonê yan jî di rêya radyoya Dengê Kurdistanê ku weşana wê ji aliyê hêzên ewlehiya hikûmeta iraqî ve dihat xera kirin ku muzîka wek “Hanî ... hanî” an jî heytehût li ser heman frekansa Dengê Kurdistanê dihat weşandin. Lê divê em rola nûneriya şoreşê li derve, serdana serokên şoreşê bo derve û rola xwendekarên li derve ji bîr nekin.
Ji aliyekî din ve, divê em diyar bikin ku serok Barzanî dihseibe yek ji berbiçavtirîn serokê şoreşên azadiyê yên sedsala 20an û divê mirov wê têxe rêza serokên mezin ên ku di sedsala borî de derketin wek Mahatma Ghandi[1], Sun Yat Sen[2], Mao Tse Tung[3], Kim Îl Song[4], Ho Chi Minh[5], Patrice Lumumba[6]...hwd ji ber ku rola Barzanî di hişyarkirina gelê xwe de û cihê wî asta navdewletî de qet ne kêmî rola van serokan e.
Berlkî baştir e ku em li ser dema Şerê Cîhanê yê Duyem rawestin ta ku em berjeng û delîlan li ser van gotinên xwe bînin. Di wê dema ku piraniya gelan li bendî encama şerî bûn, Serokê Kurd Mele Mistefa şoreşeke berra li dijî hikûmeta Bexdayê ya sîxur û serokên wê yên birîtanî bi rê ve dibir. Şoreşa Barzanî ya salên 1943-1945an şoreşeke yekta ya wê demê bû bê ku sîwaneke navdewletî jî jê re hebe ku serokên. Di wê demê de dewletên hevalbend li konferansên xwe yên Casablancayê, tehran Yalta û di dawiyê Butisdamê siberoja cîhanê diyar dikir.
Di dawiya sala 1943an de bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî serkeftin û destkevtiyên bêhempa bi dest xistin. Gava hikûmeta Nûrî El-Seîd fêm kir ku êdî planên wê yên têkbirina şoreşa kurdî bi ser nakevin, qebûl kir ku gotûbêjan bi aliyê kurdî re bike.




Didome û lêborîn bo kêmasiyan




[1] Mahatma Ghandi sala 1878an di malbateke ji... ji dayik bû ku kasta sêyem a çar kastên hindûyan e. Ew kast li gorî hêmana Ahmisayê tevdigere ku nabe ziyan li ti heyberî bê kirin.Dîplomaya parêzeriyê li Brîtanyayê wergirt û 21 salan li Afrîkaya Başûr xebitî û mafên reşikan parastin. Gava vegeriya Mûmabi(navê berê Bûmbay), xelkê bi coşeke mezin pêşwaziya wî kir û navê “Mahatma” anku “gewretirîn giyan” lê kir. Banşîlyayê* (bêtundûtûjî) damezirand ku berxwedana sivîl û boykotkirina dagirkeriya ingilîz ji xwe re kir metoda berxwedanê. Hindistan sala 1947an serxwebûna xwe bi dest xist û Mahatma sala 1948an li ser destê zilamekî ji Sîxan* hat kuştin.
[2] Sun Yat Sen: (1866-1925) siyasetmedar û serokekî çînî ye û damezirînerê Komara Çînê û serokê wê yê demkî (1911-1912)(wergêr)
[3] Mao Tse Tung: (1893-1976) li bajarê Şawşanê yê Xunanê di malbateke cotyar de ji dayik bû. Di destpêka 1927an de Artêşa Şoreşger damezirand. Di destpêka Cotmeha 1949an de li qada Tîyênê ya Pekînê Komara Çînê ya Gelî ragihand. Mao xwediyê têgeha “şoreşa çandeyî” ye û di sala 1976an li Pekînê mir.(Wergêr)

[4] Kim Îl Sung: Di sala 1912an de ji dayik bû û ji sala 1926an de dest bi siyasetê kir û di Artêşa Soviyetê de xebitî. Stalîn ew bi birêveberiya Koreyê peywirdar kir. Bi xêra wî, bingehên rizgarkirina Koreyê hatin danîn û Partiya Karî ya Koreyî hat damezirandin. Dihesibe yekem serokê cîhanê ku demeke dirêj li ser hukimî ma. Di 8/7/1994an de mir. (Wergêr)
[5] Ho Chi Minh: (1890-1969)Damezirînerê dewleta Vîetnama Bakurî û pêşengê serdema neteweyî li Çîna Hindî bû.. Navê wî ...* lê dûre wek Ho Chi Minh hat nasîn. Di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de li dijî japonan şer kir ta ku wan ji welatê xwe derxîne. Piştî wê li dijî mêtîngehgeriya Fransayê û dûre ya Amerîkayê şer kir. Dihesibe yek ji berbiçavtirîn kesayetên tevgerên azadiyê yên cîhanê. Sala 1969an mir.(Wergêr)
[6] Patrice Lumumba:(1925-1961) Li Kongoyê ji dayik bûye. Sala 1958an Tevgera Niştimanî ya Kongoyê damezirand ta ku li dijî mêtîngeriya Belçîkayê têbikoşe. Di Hezîrana 1960î de serxwebûna welatê xwe bi dest xist. Di heman salê de bû serokê yekem ê hikûmeta serxwebûnê. Piştî derbeya leşkerÎ ya 14ê Îlona 1960î, Lumumba hat girtin û wan ew radestî Chumby yê Kangayê kir ku di 27ê Rêbendanê 1961ê hat bidarvekirin.(Wergêr)

Sunday, July 17, 2016

Ji min nehat ez binivîsim

Bi zelalî binivîsim û hêvîdar im bê fêmkirin:
Min duh jî gotibû, helbet hûn ê şiroveyan bikin, hûn ê behsa rojeva Tirkiyeyê jî bikin û hûn bibêjin xwezî wisa bibûya, an wisa nebûya.
Lê mesele hûn bi çi mentiqî, bi kîjan hişmendiyê û ji bo çi dibêjin!
Roja êrîşa balafirgeha Ataturkê, kurdek derket û got "katilsiniz" nizanim bê ji kê re digot.. Bi rastî jî min fêm nekir.
Piştî wê bi du rojan, li Hesekê 31 kes li Hesekê hatin kuştin lê negot "katilsiniz"..
Du rojan behsa Stembolê bû lê du saetan behsa Hesekê nebû. Sedema wê çi ye?
Welhasil ji bo dûrî mijarê neçim: gelo gava hûn mijarekê dinirxînin hûn li ser çi bingehî dinirxînin?


Îca ez werim ser meseleya hûmanîzmê, ya rastî ne tenê hûmanîzm lê hema hemû îdeolojî û ol bi kurdan nakevin û li wan nakin lê hûn bixwazin, hûn dikarin vê bikin lê dûrî kurdan bikin. Exlaqê wan xera nekin. Ji kurdan re nebêjin. Herin ji tirk, ereb û farisan re bibêjin.

Wednesday, June 29, 2016

Em çi dikin?

Hûn dizanin em çi dikin?
Em tehtan li çongên xwe dixin
Hûn dizanin em çi dikin?
Em li dora xwe dirin û tên
Hûn dizanin em çi dikin?
Em dîsa gornepêşan dikin heval
Hûn dizanin em çi dikim?
Em ti tiştî nakin

..
Dilyar Amûdî

29 Pûşper 2013, 21:40

Monday, May 16, 2016

Kurd û ezmûna wan

Dibêjin ev cîhan ezmûn e. Xwedê me pê test dike . Ez ji we re bibêjim pirsên me kurdan ji yên her kesî dijwartir in û divê em serserî biçin bihuştê...
Kî bîra wê dibe ku em xebat û têkoşînê bikin bo em bi zimanê xwe biaxivin.

Ma ne rewşeke mirovî diajo bi ser kufrê de?!

Neçar mam derkevim dervî welêt, min got, "Baş e, ez dê ji ereban û erebî xelas bibim, min dît ez hatim Tirkiyeyê... ji bin şirikê hat bin mezrîbê."
Sal çûn me xwe ji dînbûnê parast, rabû xwedê erebên Sûriyeyê giş şandin bi ser me. Em li kolanan li tirk û ereban dilukimin. em buhiştî ne bavo!

Qet netirisin.. em kurd bêguneh in.. em ê serserî biçin buhiştê...