Gava em biçûk bûn, Kurdistana azad a mezin ji min re wisa xuya dibû, wek ku ew ê bihişt be. Em ê hemû azad, dewlemend bin, kêşe û xemgînî dê tine bin lê tenê şahî bextewarî dê hebin. Helbet mirov mezin dibe û serê wî li kevirî dikeve û fêm dike ku azadî û serxwebûn welatî nake bihişt lê rê vedike ku welatekî wek bihiştê bê avakirin.
Mixabin em hîn gelekî dûrî wê rêyê ne û heta hinekan dev ji wê armancê jî berdaye û wek xewneke nepêkan dibînin.
Ez bixwe bi xewnê mezin bûm û her çiqasî bizanim ku dûr e û ihtimala ku ez bibînim jî hîn dûrtir e, ez naxwazim dev ji wê xewnê berdim. Lê wek min di serî de got, serxwebûn û azadî mirovî nabe bihiştê. Nexasim li welatekî wek welatê me mezin, rengîn bi zarava, devok, ol û mezhebên xwe, gelek zehmetiyan li pêşberî me datînin.
Ev pirrengîniya me, bedewî û ciwaniya welatê me ye lê piştî sedan salan ji bindestiyê divê mirov ji niha de bizane ka ew ê çawa welatê xwe bi rê ve bibe, çawa dê bihêle ku her kes ji vî welatî hez bike û xwe ayidî wî hîs bike.
Divê em bizanin bê perwerde dê çawa be, divê em bizanin ew ê ol li kû bin, divê em bizanin ka em Kurdistanê bi sîstemeke federatîv bi rê ve bibin an navendî? Gelo ew du elifbê hebin an jî em ê bên ser elifbêyekê? Gelo ew zaravayeke fermî hebe yan ew ê her zaravayên fermî yên herêman hebin? Gelo Kurmanc dê fêrî kirmanckî, soranî û hewramî bibin an tenê Kurmancî? Heman pirs ji bo soran, kirmanc û hewraman jî divê were pirsîn. Gelo em pergaleke perwerdehiyê çêkin ku her çar perçe ji bîr bikin wan cudahiyên ku bi salan di navbera wan de hatibe çandin yan em ê jî wek ereban welatê xwe bikin çar perçe û mîrata neyaran bidomînin?
Gelo em ê çi bikin da ku êzîdî xwe xerîb hîs nekin û hinek kurdên misilman dev ji çavsorî û xerabiya xwe li himberî wam berdin? Em ê wek Iraq û Tirkiyeyê bin ku li elewî û şiiyên xwe wek neyaran dinere yan em biaqiltir bin?
Em ê çi bikim ji kêmîniyên Kurdistanê? Siryan bin, tirkmen bin, ereb bin yan çi bin, ew ê di çi rewşê de bin?
Mixabin hîn Kurdistana serbixwe çênebûye lê ev pirs û gelek pirsên wek wan hene ku divê em ji niha ve bersivan wan bidin. Em dereng mane ji bo gelek tiştan lê bila ev tişt nebin astent û zehmetî li ber me.
Heger mirov li başûr binere dê bibîne ku tecrubeya wan bi kêmasî ye. Gelek tişt hebûn diviyabû bihatina kirin ku ew bibûna bingehê Kurdistana mezin, nehatine kirin. Lê em wek civat û kes jî, divê xwe amade bikin û bersivê bidin. Divê em tevger û reftarên xwe li gorî wê bikin.
Kurdistana serbixwe xewn be yan na; ez dixwazim bikarim biçim bi hêsanî û bi trenekê biçim Kirmaşanê da ku beşdarî konserekê bibim, dixwazim derfet hebe ku dil têkevim keçeke sineyî, li Mehabadê bigerim, li Kerkûkê û Silêmaniyê biçim zanîngehê, şevekê li Hewlêrê bimînim. Dixwazim biharan biçim Wanê û ji wir xwe bera ber bi Mêrdînê ve bidim û li jorê li beriya wê binerim. Dixwazim biçim festivala Dêrsimê. Dixwazim havînan biçim Efrînê û masiyan li wir bixwim. Li Kobaniyê biçim ser Firatê, biçim Amûdê bo diya xwe bibînim û ez yara xwe bi destê hev bigirin û li Qamişloyê bigerin.
Kurdistana me mezin û xweşik e lê divê em jî bizanim ka em ê çawa wé xweşikiyê biparêzin da ku welatê me bibe bihişt.