Dayê bibore! min azadî ji te re nehanî.
Dayika xama, nîşana evîn û welatperweriyê! Ez im ew tovê ku
hîn di malzaroka te de nehate çandin. Ez nebûm layiqî cangoriya te, ez xwedî li
wî zimanê te yê şêrîn derneketim. Min nirxên te yên buha yek li dû yekê winda
kirin.
Min wekî te bi serlbilind negot “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi
kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku
bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”
Bi kujtina te min daxwaza te ya awî bi cih nehanî, û ez hîn
bêtir di xewa tirsê, xewa mirina giyanî,
xewa hişmendî de mam.
Min daxwaza te bipê kir dayika delal! çavreşa dil germîn!
jinxasa bêhempa! Ez ne li te, ne li mîratiya te, ne li wesiyeta te, ne li
zimanê te, ne li helwêsta te xwedî derneketim.
Min xwe bi xwe radestî dijminî kir, min mejiyê xwe bi ramanên wî şûşt.
Kurdistan xeyala te ya mezin, di mejiyê min de bû rewrewkek
ku ez êdî tevî tîbûna xwe jî bi dû navkevim.
Welatparêzî bû têgihek ku ez lê di pirtûkên faşîstên dagirker,
di hişmendiya neyarî, û feslefeyên biyanî de digerim.
Evîna te min di stranên bi zimanê Romî, Erebî, û Ecemî de
winda kir....
Jinxasiya te kulîlka nûbar di dilê keçên me yên “nûjen” de
nebû berhem lê çilmisî û tî ma.
Zimanê te yê şêrîn, bû
mijara guftûgoyên hebûn û nebûnê, pêwîstîbûn û nebûnê.
Ez li tiştekî te xwedî derneketim dayika Leyla!
Ma gelo tu dê min bibexişînî?
Tu dê mafekî bide min ji bo ez lêborîna xwe bixwazim
Dayika Leyla jinxasa bêhepma, dayika şêrîn!
Ez soz didim te ez ê hemû nirxên te vegerînim, bi xebat û
berxwedanê, ez êdî serê te naxim ber te. Ez ê dîsa serê te rakim û ji bo te her
sibeh bi sirûda “Ey Reqîb”î roja xwe geş bikim.
Soz didime te dayika delal! Şêrîna dilan! Ez zarokekî baş bim
û diyariya xwe di vê sedsalê de bidim
te.
Ez welatê dayika xwe azad bikim, û çar peykerên dayika xwe li
qadên Hewlêr, Mihabad, Qamişlo û Amedê deynim.
Dayikê bibore! Bibore!