Lê bigere

Thursday, May 10, 2012

Nakokî û xebat


Ev cîhana sanalî bûye awêneya nakokiyên derûniya miorvên me..pevçûna di navbera hişmendî û daxwazên wan de xwe li vê qadê derdibe..
Ev gotin ji min re ne: gava tu tiştekî bibêjî di çivatekê de û tu bibînî kes guh li te neke, bizane tu tiştekî negiring dibêjî. Ma gelo gotina tiştin li gorî civatê "vala" û "bêwate" reftar û tevgereke şaş e? ê wekî din em ê çawa bikarin berevaniya ramanên xwe bikin. Ez dibêjim qey divê mirov dev ji xebata xwe bernede lê dîsa jî ji nû ve nerîn û ramanên xwe kontrol bike ta ku kêmaniyên xwe bizane. zanîna kêmaniyan têra serkeftinê nake, û pejirandina wan jî, anku xwerexnekirin gaveke ji bo pêşketinê lê jixwebawerî û viyana guherînê gava duyem e. ya sêyem ji xwe  xebat e. ev ji me gişan  kêm e. ji xwe ji min gellekî kêm e.

No comments: