Astenga mezintirîn di navbera şoreş û mirovî de têkilyên çivakî ne,
xweperestî riya herî kin e,
Ji bo şoreşê.
Yek , Dido , Sisê
Deng hêdî hêdî tê
Dengê guhertinê
Dengê şoreşê
Vê carê, bi serê we gişan,
Heger rabe dê biteqe
Ez ê jî pê re biteqim
Lê hîn tirsek di dilî de heye
Hîn ez newêrim
Ji xwe ditirsim
Ku ez wek ku dixwazim neteqim
Bila hinekî din
Hêdî hêdî bikele ava serî û dilê tirsonek
Lê bila ev cara ya dawî be
Dengê guhertinê
Dengê şoreşê
Vê carê, bi serê we gişa,
Heger rabe û biteqe
Ez ê jî pê re bitqim
Lê hîn tirsek di dilê min de heye
Hîn ez newêrim
Dilyar Amûdê
Ez hêvîdar im ku ev nivîsa ya min be. min di nav nîşeyên xwe de dît lê nedihat bîra min bê ya kê ye!
No comments:
Post a Comment