Lê bigere

Sunday, October 21, 2012

Dil ji min bir



Gava yek tiştekî ji mirovî dibe, mirov aciz dibe, xemgîn dibe, lê tiştê ecêb ku ew tiş dil be cudahiyek heye, mirov dixwaze pesnê wê dizê bide. Dixwaze qala wê bike. Fedî nake ji jêçûnê û têkçûnê lê bi kêf û şahî derdibirre têkçûna xwe.
Di vê stranê de ew rê û metoda ku pê dil dihêt birin tê gotin, straneke klasîkî ye bi gotinin klasîkî bi metodin kevnar e, xweş wesfê wê dizê dide, xweş hestên xwe vêdibêje.
Belê wisa dest bi helbestê dike

Diranzêrê, birûkêrê…
Dil ji min bir, dil ji min…

Gelo ne diranzêr û kêrên birûyan bûyana, ne ew zext û fişara bûna, dê wê dizê bikariya ew dil bibira
Helbet ne ev tenê ne ji ber wisa didomîne

Helandim xweş xeberê xwe,
Bîna misk û emberê xwe,
Cineta sîng û berê xwe,
Dil ji min bir, dil ji min…

Wek ku tê dîtin ne zêr û kêr tenê ne ew tiştên ku dilî ji mirovi distînin û wî ji hemû hestên wî dişelînin. Lê axaftina xweş e. Bîna misk û emberan ya ku jê difûre. Buhişta ku li ser sînga wê dibêje: were! were! Ez hûrî me, were cihê ku her mêrek dixwaze bihêyê.
Û helbest bi heman şêweyê didomîne û diyar dike bê çi û çi hatiye pêşkêşkirin ji bo bidestxistina wî dilî. Di vê helbestê de hemû şêweyên têkbirinê, hemû taybetmendiyên ku zilamekî xir bikin tên nîşandan, her tiştê ku zilamek di jinekê de bixwaze tê nîşandan.
Lê ew tişt giş ne ji pêşkêşkirina wê jina bêhempa bûya dê nikarîbûna ew dilê ku di qefesa sîngê de dijene,bibira. Ger wê dizê jê re laşê xwe nekira buhişt, ger ew bi zulfên xwe yên zêrîn girê nedabûya, ger destên xwe wek baskên tawûsekî jê re venikirbûya. Ger nepeniya xwe li ber wî ranexistbûya û çavên xwe li ber kil nedabûna, ger gulên sor di dêm xwe de neçandana, gelo dê bikariya ew dil bibira.
Ji xwe ev jin daxwaz her zilamî ye, lê Evîn ne tiştekî cuda ye wek ku di helbestê de dihêt gotin

Kilama min hubê-xalis,
Ew defîna min e dengiz,
Wek kûtekî nanê garis
Girt û avît nav savêrê,-
Dil ji min bir, dil ji min…

Çawa helbestvan ji nava dilê xwe behsa wê û gotinên xwe yên jidilî ji bo wê dike, lê ew çi dike piştî ku karê wê pê diqede wek gepeke nên wî diavêje ber kûçikan.

Evîn ew e, ew jina ku nexwaze dil ji te bibe,  di ber xwe de bide ku  nestîne ji te wî dilî, hewl bide xwe di nava nepeniyê de winda bike lê tu, tu  bi zorê, bi fenan bi dolaban dilê xwe di destê wê xînî û tu destê wê hişka bigirî û bi ser de jê re bêje lê miqate be. Ew jî bêyî bifikire bêje "erê lê bisekine!"û dilê xwe têxe destê te. Evîn ew e ku ew kesa evîndar tiştekî ji te nexwaze lê bixwaze her tiştê xwe bide te, lê tu jî qet nexwazî tiştekî bistînî lê tu bixwazî her tiştî bidiyê.

Ev stran xweş e û min dixwest diyarî ew keça ku dilê min ji min nebir lê min dayê bikim. lê wek her dem ne gotinên min têra derbirrîna hestên min kir û ne jî min karî van gotinên xwe bikim peyamek û jê re bişînim

Dilyar Amûdî

No comments: