Nivîsîn û aramnca wê?
Ev pirsyar bi qertan ket ser malzarên mejiyê min li dû nivîsîna nivîsekê ku ez dudilî mam di nav weşan û newaşanê de. Ji ber ku min hestên xwe yên mirovî anku ew dozînên hov ku di bin maskeyan û bi hezar reng û boyaxê hatine veşartin tê de dîtin. Gelo mikurhatina bi hebûna vê hovitiyê di nava min de dişê rast bihê fêmkirin? anku ez ê bibim mijara axaftinê, ne nivîsa min? xwendevan min nedarizîne û hikumê bidarxistinê li min nebirre? Bêyî ku li nexweşiya di hundirê xwe de binere, gelo dibe ku nexweşiyeke din derxîne?
Îca min biryar girt ku bi nivîsekê li bersiva xwe bigerim.
Helbet pirsyar bi xwe gelek pirsyaran dihewîne; wek; Ez ji bo çi dinivîsim? bersiv jî dê wisa be( bê kêmanî ji bo min) berî gişî ji bo xwe, ji bo kêşeyên xwe, ji bo êş û kêfên xwe dinivîsim. Dû re jî ji bo her kesê ku bixwaze bixwîne ji bo alÎkariyê di peydakirin çareyê û beşdarbûna şahiyê ye. Ji bo afirandina civateke ji ramîn û gotinê natirse ye.
Berê jî min carekê gotibû û ez dibêjim gelekan berî min jî gotiye: di hundirê her mirovên de qûnekek, dizek, derewçînek, kujerek û hwd heye lê ya giring gelo çend mirovên berevajiyê van hene, ya girng em çiqasî dikarin van bedên di hundirê xwe de kontrol bikin. ya giring bê ev van mirovan hînî rastiyê û başiyê bikin.
Ger ez ji vir dîsa vegerim ser pirsyara xwe ya bêbersiv, û çend pirsên pêwend dîsa bikin, gelo nivîsîna li ser van mirovan dê çi şaşiya wê hebe? gelo azadkirina wan dê rê li ber başbûna wan veneke wek her mirovê azad? ma gelo saw, fişar, tirs ti carî mirov rast kirine? Ez di wê baweriyê de me ku nivîsîn divê bê sînor be, ji ber encex wê çaxê em bikarin ruhên qeydkirî di hundirê xwe de azad bikin û wan ji bedî û qirêjê pak bikin. Encex wê çaxê em ê bikarin vî hovê xwînmij, vî hovê çavder, vî hovê dilxerab, di hundirê xwe de bikujin.
Belkî gava em bi azadî binivîsin em sînorê mirovahiya mirî qut bikin û derbasî zeriyaya mirovahiyeke jîndar bibin. Belkî ya min ji xweperestî be belkî ji nezanî be, lê ez dibêjim qey nivîsa bêsînor dermanê ruhê birîndar e...
Dilyar Amûdî
No comments:
Post a Comment