Helbesteke kilasîkî dinorîne;
şeva ku bi ber sibehê ve dimeşe.
Muzîkeke jihalketî dibirre;
endamên giyanî.
Rih didin, hestên lerizî
li ber êşên radestbûyî.
Qolinc digirin, hinavên têkçûyî
...
Xewn û hêvî
li ber xwe didin
di vê cenga dilsar.
Tenêtî hewl dide dagire
hemû valahiyan
...
Helbet
Çiyayên çavan diherifin
Pepûleyên ku li ser riwê biçûk
di nav şev û rojekê de dimirin
û payîz berfa xwe dibarîne.
...
Li çepikan dixin
ji hev cuda dibin
tayên tarîtiyê
û zîpik bi ser de dihê
şûnin sipî di şevreşiya ciwan de dihêle
...
Digere, çerx
bi xwe re gêj dike
her tiştî
û ew zarokê devliken
pîr dibe.
Hêvî bi gopalî dixwaze bigihê mirina xwe
...
Cîhan diweste,
konê xwe vedide
qeheweya xwe ya tehl çêdike
li ser kulavî rûdinê
fincana xwe tije dike
û li şîniya xwe sersaxiyê ji xwe dixwaze.
...
Helbet
Di wî riwî de
hemû xweza jî dimire
bi mirina govend dilî re
...
Helbet
sibe
rojeke din
dê bi mirineke din avis bibe
Zarokekî din dê pîr bibe
Dê mirineke din govendê li bin konê zarokekî pîr, bigerîne
...
Helbet
sibe dê, dîsa, îro xwe dubare bike
dê henekê xwe bi xweristê bike,
wê bi hêviyeke stewir ducanî bike
...
Helbet
Sibe dê wêneya îro
di hişê reben de, çêke
û ji bo dusibeyê, wê wî amade bike
..
Helbet
gotin dê xelas bibin
lê ev rewş her dê li vir ji pêya be
û ji şanoya jiberbûyî re,
Ji derhêneriya xwe re,
bi saetan dê li çepikan xe
û bi serfirazî dê bikuje û vejîne
hemû tiştî
Dilyar Amûdî
No comments:
Post a Comment