Lê bigere

Friday, June 22, 2012

Saw

Sawê ez girtim
Ji tenêtiyê derket pîrebok
Ez bi gijika xwe ve girêdam
...

Tuesday, June 19, 2012

Hestgeh


Nivîs eynika rewanî ye
Hestgeha mirovî ye
....
Pênûs nikare rewrewkên memikên te binivîse
Hest di nav xêzên mê yên laşî de dişewtin
Xemgînî bi gezkirina lêvên tehmsarkî re, xwînê dadigire
....
Xwe li ser piştê dirêj meke
Şûrê min ji desthilatî ketiye
Ko bûye
Êdî nikare şevreşiya porî
Zeriya çavan
Bilindahiya çiyayan
                            biçirînim
Û derbasî newalên qedexe bibim
Ez newêrim xwîna rijiyayî dîsa birijînim
......
Ger ez tabloya me nîgar bikim
Du rewanên cuda
Du dli ser palgehekê dê derkevin holê
Binere li tabolyê, baş!
Dilek birîndar, anku ez!
Dilek bêbext, Anku tu!
Yek bê tevger û yek bi keftûleft
Riwekî çeleng lê derewîn
yê din xemgîn û bê evîn
.......
Ger ez çîroknivîs bûma
Bi kurtasî dê wisa bûba çîroka me
Lawik ji dil, ji can, can û dil dide
Keçik bi kenekî zer
Di ezotiyeke nedîtiyan de
Dil û can digire, dibe
Lawik di nav xwîna xwe de can û dil dide
........
Di fikira te de piştî evqas huner û wêje
Ez ê romana te jî binivîsim
Romana bi navê " di dema xweperestiyê de, evîn"
Û ez ê bibim Florentinoyê te
Piştî kuştina hezarên mêran
Tê li min vegerî
Û bi dilsarî xwîna min bimijî
...
Na! beybûna çilmisî
Na! Peyva bê wate
Na! taboloya bêreng û vala
Na! Lehenga şerxwaz, pîroeboka çîrokan
Na û sed hezar na
Ez vê romanê wisa nanivîsim
Ez ê agir bi xwe û rûplên xwe xînim
Lê ez çêja serkeftinê bi zimanê te nakim
............
Ha va ne hemû hestên min
Li vê hestgeha xemgîn ji xwe dikim
Û bi agirê nefret û kinê dişewtînim
...
Ev helbetsa dawî ji bo miriyeke xwefiroş bû
Ji hestên bi agirê nava min

Dilyar Amûdî

Saturday, June 2, 2012

Awêne

Ez bi te nahisim 
Li te digerim
Di odeyên dilê xwe de
Di pirtûkxana bîranînên xwe de
Te peyda nakim
Di pencereyên xeyalên xwe de dîmenên riwê te nabînim
Ji wêneyên xewnên min tu herikiyî
Bi bi şewata hêviyê min re
Tu jî bûyî arî 
Li ber bayê bahoza 
Mejiyê min belav bûyî
tev li min
Winda bûyî



Dilyar Amûdî

Friday, June 1, 2012

Hêmanên zarokan


Em biçûkanî hînî çend tiştan bûbûn û tiştin di serên me de rûniştibûn bêyî em di wateyên wan de biramin: Evîn, rastî, fedakarî, şoreşgerî, hezkirin, biwijdanîtî, hevalî, alîkarî, û hwd.
Lê em her mezin bûn ev têgih heliyan û naveroka wan vala bû. her em mezin bûn: evîn bû dereweke mirovê dike bi xwe dizane ku kes jê bawer nake.
Rastî bû gencîneyeke ku em hewl didin ku bi derewên em li xwe dikin hebûna wê biçesipînin.
Fedakarî hew heger berjewendiyeke me tê de hebe em dikin.
Şoreşgerî bû modeyeke kevin û hêmana wê ya sereke bû bêhêmanîbûn
Hezkirin me li malê di dilê dêya xwe de hişt
biwijdanîtî heger tê ti zerarê negihîne me, bila şiyar be.
Hevalî heta em yekî jê çêtir bibînin
Alîkarî heger ez vala bim, û ji min bê, û bi rastî jî ew mirov dê di dahatûyê de alîkariya min bike. çima na?
Welhasil têgih û hêmanên zarokatiya me bi mezinbûna temenên me biçûk bûn û pê re roniya hêviyên me kêm bû ta ku em nema dikarin hêviyên xwe bibînin, belkî vemirî bin jî.

Şoreş hat! bedên Sûriyeyê gişan xwe dikujin


Dibêjin şoreş li Sûriyeyê çêbûye! ma rast e lo? dibêjin
îca mafê çarenûsê dê bidin kurdan û ji xwe dê bihêlin bi zimanê xwe biaxivin, û dê hejmareke wan ya diyar di parlementera Sûriyeyê de hebe, û ji xwe dibêjin dewlet bi kêmanî dê federalîzmê bide kurdan lê heger mafên xwe gişî jî bixwazin û bixwazin cihê bibin jî dê alîkariya wan bike heta li ser lingên xwe rawestin û heta vê jî dibêjin erebekî tenê jî ji yên ku bi zorê li erdên kurdan bi cih bûne jî dê ji wir bibin. 
Ne wisa tenê ha! dibêjin dê berpirsyarên şewata Sînemaya Amûdê jî dê derxînin holê, û dê kî berpirsyar be ji tirba wî rakin û dê wî bi "xazoq"ê jî bikujin. û dê petrolan kurdan giş tev ew pereyên ku ev bi dehê salan ji petrolê dihên xwarin jî li kurdan tev fêda wan vegerînin.
Heta tiştekî din jî heye! dibêjin kê zindana Hisiçayê şewitand dê bigirin û wan bi dar vekin, û ew kurdên reben ên di Sînemayê û zindanê de hatin şewitandin jî dê vejînin.
Kuro! ereb dê mirovahiyê bifiroşin! Na, na min şaş got, dê belav bikin li tevahiya cîhanê. û dê şehîdên serhildana Qamişloyê jî rakin û xaniyekî û tirimbêlekê bidin wan û wan di cî de bişînin buhiştê.
Ne ev tenê ya herî dawî kîjan erebê ku di serhildana Qamişloyê de ku digot: di heqê wan de ye, cudaxwaz in, yan ew erebê ku dizanî zulm û stem li kurdan dibe û bêdeng mabe, dê xwe ji ser camiya mezin ya Amûdêyê biavêje.
Anku şoreşgerî ne hew daketiye kolanên Sûriyeyê lê xwe bera majiyê Erebên Sûriyeyê gişan daye.
Anku şoreş hat û bed û pîs li Sûriyeyê neman, û şerbikê zêran li xelkê belav dikin.

Dilyar Amûdî

Monday, May 28, 2012

Tê ku ez bimirim

Hûn çi dibêjin? ma dem nehat?
Tê ku ez bimirim..
Çavê min hêsir dikin.. hîn jî tê ku ez bimirim

Naxwe dem hatiye..
Hinavên min min diguvêşin
Çi seyr e!
Ez ê verişim
Tê ku ez bimirim
Rep-repa dilê min e
Bawer bikin seyr e, ev hest

Ez dibêjim qey dem ev e
Dema mirinê ye
Min berê gotibû
Her raperîek piştî mirinekê pêk dihê
Ma gelo ev jî bêdengiya raperîna min e?
Hîn jî tê ku ez bimirim

Friday, May 25, 2012

Dema Niha


Dema niha: ew dema ku domandina karî di dema axaftinê de nîşan dide.
1.Di dema niha de kirde him di lêkerên gerguhêz him jî di yên negerguhêz de xwerû ye.
2.Biresera lêkerî her tewandî ye.
3. pêşgira lêkerî di dema niha di di rewşa erêniyê de ( di) û di ya neyêniyê de (ni/na) digire.
4. ji bo qertafên kesane du rewş hene:a) heger reha lêkerî ya dema niha bi tîpeke dengdar bi dawî bibe
Ez... im
Tu...î
Ew...e
Em....in
Hûn...in
Ew...in
b) heger lêker bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe
Ez... m
Tu...yî
Ew...( vala anku tu qertafê nagire)
Em....n
Hûn...n
Ew...n
L.Negerguhêz.............L.Gerguhêz
Ez di+ç+im............ Ez kincan di+şo+mEz
diçim................... Ez dixwînim
Tu diçî ....................Tu dixwînî
Ew diçe .................Ew dixwîne
Em diçin ..................Em dixwînin
Hûn diçin ................Hûn dixwînin
Ew diçin.................... Ew dixwînin

Dema fireh jî heye, ew jî heman dema niha ye ji aliyê teşeyê ve, lê bi alîkariya hokerî domandina çalakiyê li ser demeke fireh dide nîşan:mînak:ez hergav dixwînim
Ji pirtûka Ciwan Mûradî (tirkî)
  Nîşe: ‎"ne-" pêşgira bingehîn e ya neyîniyê yr. "ni-" awarte ye û tenê li gel "zanîn" û "karîn/kanîn"ê tê bikaranîn. 

Dayikê!

Pîrka min biçûkanî ji min re digot "Tu dîn î" ez tê de difikirîm û min digot gelo bi rastî jî ez dîn im.. pîrka minê ji berê de te çavnas bûyî
Dilovaniya xwedayî li ser te pîrika min a delal! tu çû lê te ez li vê derê hiştim.
ma ne min ji te pir hez dikir, tu yê ez tenê nehiştama. te çima ez bi xwe re nebirim. Te ev dînê reben li vê derê çawa tenê hişt, ma qey yekcar dilê te bi min neşewitî, wê kî giyasêvkê û hîroyê ji min re çêke gava ez nexweş bikevim. Ez bêriya te dikim. bêyî tu xatir ji min bixwazî tu çûyî. Ez li xerîbiyê bûm. Te gustîlka xwe ya zêrîn neda min berî çûyîna xwe, ji bo rojên teng di xerîbiyê de. Ma te çawa ji bîr kir. ne te digot "ez ê bidim layê xwe ji bo gava lazimiyek çêbibe" 
dayikê were min jî bi xwe re bibe..
Ez pir westiyam, jiyan bê te hîn girantir dibe.
Kes nema min dixe odeyê û biskewît û çikolatan dide min
Kes êdî min ji zarokên din venadize û tehmtîtikan nade min.
Dayika delal çima min riwê te nekenand!
bibexişîne! biborîne! 
hew ji min hat....

Sunday, May 20, 2012

Westar


De şeva we bimîne xweş,
Heta rojeke din ji îroj..
Duberekirineke din ji dubarekirinên kiryaran,
Awêneyeke tozgirtî ji toza wêneyeke westar
Dema we ya wek her dem xweş be
Guherîna we ya bêguherîn pîroz be li we
Şeva an roj an jî ew dema we ya westar
li we xweş be...

Şev


Şev xemgîn e
Dîsa stêrkan bar kir
Bi ser şevê de taritiya tenêtiyê berdan
Dil xemgîn e
Dîsa yarê bar kir
Li dû xwe hişt yar
Di tenêtiyê de..