Lê bigere

Wednesday, March 11, 2015

Em koçer in

Em koçerên rêya dûr in
Birîndar in, birîn kûr e
..
Straneke wisa hebû û helbet hîn jî heye û gelek kes distirên lê gelo em giş wek hev pê dihisin? Em giş wek hev pê xemgîn dibin? An hin kes pê kêfxweş jî dibin?
Ravekirina min ji bûyeran re cuda ye, her yek ji me bi awayekî cuda heman tiştî rave û şirove dike lê di dawiyê de ew bûyer bi awayekî bandorê li jiyana me dike.
Lê tiştê zêdetir bandorê li jiyana me dike awayê ku em pê wê bûyerê rave dikin.
Geh ala, geh Yaşar Kemal, geh "Xorawa" û geh bakur û geh başûr! Ev tenê çend tişt in ji tevahiya jiyana me ku di heman demê de bûyer in jî û xwedan bandorin cûrbicûr û cuda ne di jiyana me de. Mixabin û hezar mixabin ku em van bûyeran ji hev gelekî cuda şirove dikin û ji ber wê jî bandorên wê li ser me gelekî cuda ne.
Cûrbicûrî asayî ye lê cûrbicûriya me ne ji sedemin xweristî tê lê ji ber nexweşiyên ketine mejiyên me.
Anku di dawiyê de ji xwe re li strana xwe guhdarî bikin û ji ramanên xwe re bibêjin:
Lorî lorî lorîka min
û bila mejiyê we ji xwe re demekê razê!

Sunday, March 1, 2015

Çend peyvên lêzim


SoranîKurmancîKirmancîFarisîLatînî
Hewrewrhewrابرnubes
Barbarbarبارonus
Parçeparçeparçeپارهpars
Çirkeçirkesanîyeثانیهsecundus
Canewercandarcandarجانورanimal
êstanihanîkaحالاnunc
Kerwêşkkeroşkhargûşخرگوشlepus
rêgarayîrراهvia
zêrzêrzerdزرaurum
sayesîyeسایهumbra
Şêrşêrşêrشیرleo
sedsedseصدcentum
dirêjdirêjdergدرازlongus
sibeyinêsibesibaفرداcras
kwêrkor
کورcaecus
gurggurvergگرگlupus
hêlanehêlînhalînلانهnidum
mêzmasemasaمیزmensa
Nannannanنانpanis
ciwanxweşikridnikزیباpulchram
dardardareدرختarbor
dirextdardarشجرarbor
wişepeyvçekûyeواژهverbum
perdeperdeperdeپرده
sallsalserreسالanno
hemûhemûpêroهمهomnis
pîttîpharfحرفlitera
hengmêşhingivhingeزنبورapis
willatwelatwelatوطنpatria
sardsarserdسردfrigus
piyawmêrmêrdمردvir
defterdefterdefterدفتر
jinjincinîزنfemina
cîhancîhancîhanجهانmundus
gunddeweدهrus
serdanserdanzîyaretزيارت
rastrastrastدرست
emrojîroewroامروزhodie
xanûxanîbanخانهdomus

Thursday, February 26, 2015

Dema niha di latînî de

Pêşî em binerin bê rader di Latînî de çawa ne

confirmareSediqandin
dareDan
edificareAva kirin
laborareXebitîn
legareHiştin(ya tiştekî livbar) 
orareLava kirin
vocareBang kirin

Di latînî de jî wek kurmancî paşpirtikên kesî yên kesan hene ku bi lêkerî vedibin û li gorî wan tê diyarkirin bê kirde çi ye.

-oim/m
-asî/yî
-ate/-
-amusin/n
-atisin/n
-antin/n


Em li van mînakan binerin:

LatînîKurmancî
do(ez) didim
das(tu) didî
dat(ew) dide
damus(Em) didin
datis(Hûn) didin
dant(ew) didin
Wek ku diyar dibe em "are" ji dawiya raderê diavêjin û em paşpirtikên kesî pê ve zêde dikin lê di kurdî dei pêşpirtika "di" ya dema niha heye lê di latînî de tune.

Nîşe: Eger em bala xwe bidin awayê kişandina lêkeran em ê bibînin ku di tevahiya paşpirtikan de "a" heye ji bi ya "ez" ku "o" ye, Ew nîşana dema niha ye û ew wek "tîpa mifte" tê nasîn ku diyariya "tewang" an "kêşan"a beşê yekem ji lêkeran e. Em ê di dersên pêş de bibînin ku diyardeya beşê duyem ji "tewang"an "e" ye û ya beşê sêyem" i" ye.

Ka em bi hev re li çend mînakên dî binerin.

LatinKurmancÎ
laboroDixebitim
legasDihêlim
edificatava dike
oramus(Em) Lava dikin 
vocatisBang dike
legant(Ew) dihêlin

Navdêr û mêjera wî

Di kurdî de, him di kurmancî de û him jî di soranî de navdêr ji aliyê mêjerê ve di du rewşan de tê dîtin:
Pirhejmar û Yekhejmar.
Em pêşî li ser kurmancî bisekinin
Yekjimarî ew bi xwe ew rewşa xwerû ya navdêr e.
Mînak:
Kur, Keç, Jin...
Pirjimarî di kurmancî de du sê rewşên cuda dikare were dîtin

1. Xwerû: Anku ti cudahî ti guherîn di navdêrê tê çênabe û nayê çemandin jî lê mirov dikare ji hevok û lêkerî bizane bê pijimar e an yekjimar e.
Mînak:
Kur, keç, Jin
Wek ku tê dîtin ti cudahî di navbera pirjimarî û yekjimariya van navdêran de tune lê eger em çend mînakan bin, dê çêtir were fêmkirin.
Mînak:
Keç xweşik e.   ( Li vir ji lêkerê diyar dibe ku yek keç e ya ku em qala wê dikin)
Keç xweşik in. ( Li vir ji lêkerê diyar dibe, em qala çend keçikan dikin û ne yek tenê ye)

2. Veqetandî: Ev rewş di girêdan, îzafe an ravekirinê de dixuyê û bi alîkariya " ên" "in" tê diyar kirin.
Mînak:
Destên keçê..
Lingên hespî
Çavin xweşik

Nîşe: "in" di vir de ji bo rewşên nediyar tê bikaranîn.



3. Tewandî: Ku ev rewş di demê tewandina navdêran derdikeve û ew jî bi "an"ê tê diyarkirin.
Mînak:
Zarokan xwar
Hêkên Mirîşkan.


Wek ku dixuyê ev rewşên pirjimariyê li gorî cihên navdêr diyar dibin û em ê demên pêş de li ser wan jî bisekinin.
Komenav: Ew cûreya navdêran e ya ku di nava xwe pirjimariyê dihewîne jî lê dîsa jî wek yekjimar tê hesibandin.
Mînak:
gel, netewe, pez, naxir; şênî, artêş, garan, xelk ... 

Rast: Xelk hat..
Şaş: Xelk hatin
Îca eger em bên ser soranî.

Yekjimarî ew bi xwe ew rewşa xwerû ya navdêr e.  Di soranî jê re "Tak" tê gotin.
Kiç, kur, jin
Pirjimarî di kurmancî de du sê rewşên cuda dikare were dîtin, Di soranî de wek "Ko"  tê binavkirin.


Di soranî paşgira pirjimariyê ya sereke "AN" û ne berevajî kurmancî ji bi diyarkirina pirjimariyê her "AN" pêwîst e.
Kuran, Kiçan, Jinan.
Anku rewşa xwerû tune.
Cudahiyeke soranî ji kurmancî heye ku tê de bavdêr "ekan" digire lê vê derê "ek" ji bo diyarkirinê ye û ev di kurmancî de tune.
Mînak: Kurekan, Jinekan

Çend awarte: hin navdêr di soranî de hene bi awayin cuda tên pirjimarîkirin.
Dê       +            Hat   =  dêhat
Sewze +            wat   = sewzewat
Kur     +            Gel   =  kurgel



















Nîşe: Mebesta me ji xwerûbûna navdêrê ne xwerûbûna wî ji pêkhatî, pêşgirt û paşgiran e lê negirtina wî ji ti qertafên pirjimariyê ye.

Sunday, February 22, 2015

Gora Şah Silêman

Goreke ku li gorî qanûnên navdewletî dihesibe milkê Tirkiyeyê lê di xaka Sûriyeyê de ye. Ew tirs ya kalikê Osmanê 1em e, li gel tirsba du keşkerên pê re ku di ava çemê Firatê de fetisîne. Ew got li gorî hevpeymana Ankara ya di naverea Fransa û Tirkiyeyê de di sala 1921ê de hatibû îmzekirin û di encamê de sinorên Tirkiyeya nû hatin diyarkirin û cara pêşî komara Tirkiyeyê ji aliyê dewleteke hevpeymanê hat nasîn û ew peyman bû sedema ku gelek beş têkevin nava komara Tirkiyeyê.
Hevpeyman di navbera Henry Franklin Boullin û Yûsif Kemal de hatiye îmzekirin.
Di sala 1973an de ji ber avakirina bendava Tebqeyê û çêbûna gola Esedî, hikûmeta Sûriyeyê ji wan dixwaze gorê bibin Tirkiyeyê lê ew napejirînin û ava Firatê li ser Sûriyeyê digire. Di dawiyê de cihê gorê diguherînin û wê dibin cihê gundekî.
Disala2003an de biryar tê stendin ku firehiya wê gorê 10 donim be.
Li gorî peymanên Lozan û Ankarayê bi ser Tirkiyeyê ve dimîne lê di ya Ankarayê de dibêje ku gor û pêvekên wê yên Tirkiyeyê ne û mafê wê û berzkirina alayê û parastinê heye.


Çend madeyên balkêş ya peymana Ankarayê:
Made 6. Min fêm nekir
Made 9. Tirb û pêvekên wê milkê Tirkiyeyê ne û mafê wê û berzkirina alayê û parastinê heye.
made 13. xelkên herdû aliyan dikarin çêreyên aliyên dî bi kar bînin û xwediyên erdan dîsa dimînin xwediyên erdên xwe û mafên wan heye ku bê vîse an ti karî herin û bên.












1. Osmanê 1em damzirînerê dewleta Osmanî ye.

Wednesday, February 18, 2015

Welatê min


Welatê mirovî mirovî diafirîne
wî dike tiştê ku ew e

Monday, February 16, 2015

Cîhaneke dî

Erê!
Peyamên te wenda dibin,

ger min bikariya
min ê cîhan ji nû ve biafirnada
ji nÛ ve ji bo te biafirana

na, na!
Şaş fêm neke
Tenê armanc ew e
ku ji te xelas bibim

Tenê ta ku ez û tu
li yek cîhanê
li heman cihî nejîn
...

Dilyar

2011

Ez im

Ez im
tu min nas nakî
dizanim
ez im!
dilekî bitenê
hêviyeke şikestî
ez im xwedayê winda
armancên mezin
xebateke kuştî
şahiyeke xemgîn
ez awazeke şad
bi gotinên jar im
ez dilekî mezin
lê birînek kûr
ez prênsîpên dawirvî me
ramanên bi xakê ve herikî me
û li ber tavê ziwa bûme
ez evîn im 
evîneke bêyar




Wednesday, February 11, 2015

Çend hevokên soranî

1.  له‌ خزمه‌تدام
Bi latînî: le xizmetdam
bi kurmancî: di xizmeta te de me
Ya soranî ji (pêşdaçek + navdêr + cînavk + paşdaçek + "lêkera bûyînê")an pêk dihê
Le: pêşdaçek e, di kurmancî de " di" ye, ku ew carinan şûna "li"ya krumancî jî digire û wate û  peywira wê ji "paşdaçekê" dixuyê. eger "da/de" hebe wê çaxê di wateya "di"ya kurmancî de ye eger tune be wê çaxê "li"ya kurmancî ye.
xizmet: navdêr e wek kurmancî ye
cînavk: ku di vê hevokê de wenda bûye û dibêjim qey ji ber ku "esilê hevokê wisa ye, di xizmetit dam" lê ji ber giraniya xwendin û bilêvkirinê bûye wek" xizmet"
da: paşdaçek e ku di kurmancî de jî heman tişt e.
m: ku min di navbera dunikan de nivîsiye ji ber ku li gorî rêzimana soranî wek cînavk tê gotin lê bi qasî ez dibînim di rêzimana kurmancî de encex bibe lêkera bûyînê.
 
Em li hevoksaziyê binerin em ê bibînin ku wek ya kurmancî ye.

2 داوای  لێبۆردن ده‌که‌م
Bi latînî: daway lêbordin dekem
bi kurmancî: ez lêborînê dixwazim

Saturday, December 27, 2014

Tiştekî kurdo tune, ji bilî bayî

Siberoja kurdo tê bîra wî
Gava ez serdana wî dikim
Bi gezika tozê, siberoja xwe dûr dixe
Û dibêje: "Dev ji min berde"
Ji ber çiya, çiya ne!
Û vodkayê vedixwe
Ta ku aşopê deyne qeraxekê
Ez im, rêwiyê mecazên xwe
Qulingên şûm, birayên min ên ehmeq in

Û pif nasnameya xwe dike
Ta ku siyê ji ser bifirîne, rake!
Nasnameya min zimanê min e
Ez  û ez
ez zimanê xwe me
Ez im, yê di zimanê xwe de mişext bûme
Û dilê min ku piringa kurdo ye,
li ser çiyayên wî yên şîn e.

Wek hemû bajarên din
Nîkosya jî têbiniya helbesta wî ye

Li ser biskilêtekî,
wî hemû alî hilgirtin
Û got:
Aliyê dawî min biavêje kû, ez li wir dijîm

Wisa valahî bijart û nivist
...

Ji roja ku  cin ketin nav gotinên wî
Ti xewn nedîtiye
...

Ji ber ku xewnbîn
duhî diperêsin yan jî
bertîlan didin dergevanê siberoja zêrîn
Ne siberoja min heye, ne jî duhê min!

Tenê ev kêlîk,
Qada min a spî ye.../
...

Mala wî paqij e, wek çavê dîkî.
Jibîrbûyî ye, wek serokê wî gelî
ku wek perîkan belav bûye
..

Kulavekî hiriya kurîşkî
Ferhengeke kevnar
Pirtûkin bi lezgînî hatine cildkirin
Balîfin bi derziya xulamê qehwexaneyê hatine neqişkirin
Kêrin ji bo serjêkirina firinde û berazan hatine tûjkirin
vîdoeyeke pornoyê
gurzin ji bêrîkirinê ku neyariya rewanbêjiyê dikin
Şaneşîneke bo wergirtinê vekirî ye.

Ha li vê derê, tirk û yûnan, bi dorê hev didin ber çêran!
Ha ew kêfa min e û ya wan leşkeran e
ku li ser henekeke reş şevbihêrka xwe dikin

Ev rêwî hema çawa lê were, nabe rêving

Bakur, başûr e
rojhilat di leylanan de rojava ye.
Û tûrikê bayî tine
Ti karê tozê jî tine!!
Tê bibêjî qey, bêriya hinekên dî nake
Vedişêre û nastirê
Nastirê heta ku siya wî têkeve darcêwiyê
yan jî baraneke hûr porê wî şil bike






Werger: Dilyar Amûdî
Helbest: Mehmûd Derwîş