Ev
kurtenivîseke Wizîrî Aşo ye ku min di pirtûkeke PDFê de dît û ji aliyê Îsmaîl
Hesafî hatiye wergerandin bo zimanê erebî. Min jî xwest wê bikim kurmancî. Min
beşek jê wergerand û her ji min were, ez ê wergera wê temam bikim.
Têbiniyên min li ser nivîsê hene ku diyar e ne bi zimanekî objektîv hatiye
nivîsîn lê dîsa jî hêja ye mirov bixwîne û bide ber çavkaniyên din ta ku
bikare, baştir dîroka sedsala borî ya têkoşîn û berxwedana kurdan bi giştî û ya
PDK û Mele Mistefa barzanî bi tayabetî fêm bike.
Dilyar Amûdî
Agahî
Nivîskar: Wizîrî Aşo
Wergêr: Îsmaîl
hesaf
Wergêrê Wergerê: Dilyar Amûdî
Dosyaya Barzanî di
palisqeyê pola yê Stalînî de
Diyarî
Ez vî karê xwe
diyarî giyanê serokê gelê kurd, wî mêrê ji polayê ku di 50 salî de qet
neçemiya, wî kesê ku wek serok û fedakar alaya kurdayetiyê berz kir, serokê
nemir, Melle Mistefa Barzanî,her şoreşgerê berra ku li ser rêya wî bi rê ve çû
û giyanê pêşmergeyên leheng dikim.
Dr. Îsmaîl Hesaf
Pêşgotina Wegêrî
Serokê kurdî Mele
Mistefa Barzanî dihesibe yek ji berbiçavtirîn serokê tevgera azadiya kurdî ya
dîroka hevdem, ne tenê ji ber ku dirêjtirîn şoreşa çekdar a gelê kurd bi rê ve
bir lê ji ber ku rêya Barzanîzmê kir rêyeke mayinde û dibistaneke berxwedanê ku
navê Barzanî û gelê kurd bi hev ve hat bestin ku êdî ji hev naqetin.
Xwendekarên kurd
ên ku li zanîngeh û enstîtûyên dewletên biyanî dixwent, bûbûn balyozên gelê xwe
li derve. Bi piranî gava ku xwendekarekî hewl dida ku pirsa kurd û dadweriya wê
pirsê ji kesekî yan aliyekî biyanî re rave bike, dikir nedikir nedikarî
bigihêje armanca xwe û nedikarî ramana xwe bigihîne aliyê din lê çawa navê
Barzanî digot, ev mamika aloz dihat çareserkirin. Ez bi xwe di salê xwendina
xwe (1975-1986) gelek caran ketime vê rewşê gava ez li bajarê Mosko, Warşova,
Vîena yan welatek ji welatên Soviyeta berê bûm.
Divê em balê bikşînin
ser hindê ku navê Barzanî di asta navdewletî de, kurd destnîşan dikirin, di wê
dema ku dorpêçeke giran li ser şorşea kurd hebû û dezenformasyonek li wê dihat
kirin û raya giştî ya cîhanê di dema şerê sar de bi awayekî balkêş, çavên xwe û
guhên xwe li ser pirsa kurd digirtin. Ji xwe navgînên ragihandinê yên wek
înternet, telefon û entrfon û hwd jî ne berdest bûn. Dengê kurdan carinan di
rêya wan rojnamevanên mezin ên serdana Kurdistanê dikir û bi serokê Barzanî re li
lanî wî diciviyan re digihişt derve. Herwiha carinan di rêya radyoya Londonê
yan jî di rêya radyoya Dengê Kurdistanê ku weşana wê ji aliyê hêzên ewlehiya
hikûmeta iraqî ve dihat xera kirin ku muzîka wek “Hanî ... hanî” an jî heytehût
li ser heman frekansa Dengê Kurdistanê dihat weşandin. Lê divê em rola nûneriya
şoreşê li derve, serdana serokên şoreşê bo derve û rola xwendekarên li derve ji
bîr nekin.
Ji aliyekî din
ve, divê em diyar bikin ku serok Barzanî dihseibe yek ji berbiçavtirîn serokê
şoreşên azadiyê yên sedsala 20an û divê mirov wê têxe rêza serokên mezin ên ku
di sedsala borî de derketin wek Mahatma Ghandi,
Sun Yat Sen, Mao Tse
Tung,
Kim Îl Song, Ho Chi
Minh,
Patrice Lumumba...hwd ji
ber ku rola Barzanî di hişyarkirina gelê xwe de û cihê wî asta navdewletî de
qet ne kêmî rola van serokan e.
Berlkî baştir e
ku em li ser dema Şerê Cîhanê yê Duyem rawestin ta ku em berjeng û delîlan li
ser van gotinên xwe bînin. Di wê dema ku piraniya gelan li bendî encama şerî
bûn, Serokê Kurd Mele Mistefa şoreşeke berra li dijî hikûmeta Bexdayê ya sîxur
û serokên wê yên birîtanî bi rê ve dibir. Şoreşa Barzanî ya salên 1943-1945an
şoreşeke yekta ya wê demê bû bê ku sîwaneke navdewletî jî jê re hebe ku serokên.
Di wê demê de dewletên hevalbend li konferansên xwe yên Casablancayê, tehran
Yalta û di dawiyê Butisdamê siberoja cîhanê diyar dikir.
Di dawiya sala
1943an de bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî serkeftin û destkevtiyên bêhempa
bi dest xistin. Gava hikûmeta Nûrî El-Seîd fêm kir ku êdî planên wê yên
têkbirina şoreşa kurdî bi ser nakevin, qebûl kir ku gotûbêjan bi aliyê kurdî re
bike.
Didome û lêborîn
bo kêmasiyan