Lê bigere

Tuesday, April 24, 2012

Beyanîbaş


Beyanîbaş!
Xweristiya westiyayî!
Erdnîgara tazî!
E ve in!
Gotinên ji şeva mayî.
Gotinên piştî şerê min
Ez şervanê kalê
Westiyayî û bêhêz
Gotinên  piştî derbasbûna
Min a şkefta ciwanker
Gotinên piştî ne kêlîkên
Lê saetên ne têrker
Ji bo vemirîna
Volkanên hewesên dilî
Gotinên piştî
vejandina pêçiyan;
ji hemû
Qelaçên
Çiya
Çem
Şkeft
Mêrg
Kanî
Stêr
Û şevreşiya te
Ev gotinên piştî westandina
Şerekî bêhepma di şevreşiya poran de
Piştî serxweşiya bi bêhna kulîlk û gulên
Zozanên be derdora çiyayê te
Gotinên evînî
Duh di nav porên te afirî
Li ser sorgulên dêmên te ji dayik bûn
Û bi şerbeta guliyazên lêvên te bû zarok
Bi kilmên li ser tevahiya deştên qirika
Hatin gotin
Derbasî herdu  quntarên te bû
Bi dilînî şer li ser çiyayên te kir
Û maçî ala sor ya dihara wan
Bi yekbûna siruşta te
Û giyanî
Berhema evîna me
Bû şervanê dilê te
Belê! beyanî baş
Piştî şeva dirêj
Bêje xweristê:
Ma gelo em şev û rojê bikin yekpar
Û em şerê evîna xwe bidomînin
Ez ji lêgerîna deşt û zozanên te têr nebûme
Belê! Beyanî baş!
Ev bûn gotinên min bûn
Ger te destûra hezkirinê bida
Wî dilê xwe yê reben
Ku ji min evîndarî hez bikira
Ev dê çêbûba
Û dê du dilên xemgîn
Li buhişta evînê
Ta mirinê
Bi şahî bijiyana
Dilyar Amûdî





Wednesday, April 18, 2012

Dil û Yar


Rewrewikan xweristî dagirtiye
Şevreşiyê ezmanan pêçane
Stêran xwe veşartine
Bahozên dar hilkirine
Lehiyan gul birin
Agirî daristan şewtiandin
Kund dixwînin:
Dîrokên têkçûnên me
Gur dizûrin:
Li ser termên miriyên me
Kevok koçber dibin
Xild ji kunên xwe derdikevin
Goştên me dixwin
Mişk hestiyên me dikertînin
Qîr û qiyamet
Li xaka me rabûye
Û hîn ez di xew de me
Hîn em di xew de ne
Vê şeva tarûmar
Dilên me bihêz
Divê bijene
Ta ku viyana jînê pihêt bibe
Ta ku ez û tu roniyê bibînin
Ta ku ewirên şevreşiyê ji ser çavên xwe rakin
û Ez û tu
wek dil û yar
bextewar bijîn
Dilyar Amûdî

Friday, April 13, 2012

Mirov çi dixwaze, wê dibihîze

Bi rastî jî mirov tiştekî ecêb e, tu jê re çi bibêjî û çawa bibêje jî lê ew dîsa çi dixwaze, wê dibihîse. na îca mesele ku mirovê ku xwedê angaşt û peyv, radiweste û du navbera du biryaran de neçar dimîne. Ew jî yan wê wek hatiye fêmkirin, tevbigere û yan jî dê mirovê li pêşiya xwe aciz bike û dê jê re bibêje " ma tu ehmeq î! heta ku tu peyvên min fêm nakî!".
Îca ez jî rêwiyên rêya Stembolê me, û ji rihê xwe aciz im. ji bo 9 saetên min zû derbas bibin ez dibêjim hema ez bikarim di otobûsê de razêm, dê gellekî baş be. û xwezî kes li kursiya kêleka min rûnenê û vala bimîne, ji bo cihê min û razaneke xweş çêbibe.
lê mixabin yek kurd û tiştekî ji xwedê bixwaze, dê encam çi be! ê min jî zilamekî kal temenê wî di navbera 60 û 65 salîn e, por û rih lê sipî bûye, bejna wî li dora 1.7yê ye, lê tiştê herî min jê hez nekir di vî zilamî de ku bang dikir ku ew mirovekî dîndar e û dê bi şêweyekê ji şêweyan behsa dînî bike û dê ez ê jî bêgav bimînim, sed ayetî  û 6000 hezar eşhed û pêncî hezar carî jê re bibêjim "tu rast dibêjî", bes ji bo ez xwe ji gengeşî û nakokiyên ku êdî serpêhatî û tecrûbeyên min di jiyanê de ez hîn kirime ku ticarî, bi axaftinê nayên guherîn.
Loma min jî xwe avête berguhkê û berê xwe da televziyonê ji bo fedî bike û bi min re neaxive, lê min dît ku li min nerî û got" mereheba" ji xwe min jî madê xwe kir û bi berê xwe da televziyonuka xwe û got merheba ji bo bi min re neaxive.
Ez jî ketim hev de û dibêjim ya rebbî hema bi min re neaxive. min dît ku mêrikê min û we qurana xwe derxist û dixwîne lê çawa dixwîne! xwezî we bidîta, quranê hingî nêzîkî çavê xwe dike encex peyvekê tenê ji hevokê bibîe, û hundirê otobûsê jî şevreş e, çawa dixwend ez bi xwe dimînim ecêbmayî.
Ez jî newêrim berguhk ji ber guhê xwe rakim. lê hêdî hêdî ez sist bûm û dikir ez xew re biçim. min dît ku zilamê min êrîşa xwe anî ser min û got: " em dikarin hev binasin?" ê ji xwe ez jî rebenê xwedê wek timî tu dibêjî qey kuliya zimanê min xwariye. " helbet! çima na" min wisa bersiv da.
Ji xwe pirsyara pêşîn li Tirkiyeyê her gav û her dem heman e, "tu ji kû yî? min jî got " ez ji Sûriyeyê me"
zilamî: ji ku ji Sûriyeyê ?
Ez: ji beşê nêzîkî Mêrdînê me.
zilamî: tu Suryanî yî?
Ez: na, Ez Kurd im
Zilamî: Tirk?
Ez: Na Kurd Kurd
Zilamî: li Helebê gellek kesên bi Tirkî dizanîn, hebûn
Ez: rast e, li wir çend gundên Turkmenan hene, lê li herêma me  piranî Kurd in.
Zilamî: mi got qey Suriyanî ne, nexwe pirranî Tirk in?
Ez: na, Kurd. ne Tirk.
Zilamî: Naxwe tu Tirkî, loma Tirkiya te baş e.
ji xwe ez bêdeng bûm, min rahişt berguhka xwe û danî ber guhê xwe û dîsa li televeziyona xwe temaşe kir.û min di hundirê xwe de got hema rebbî te rihê min bistenda û yan  te ez kurd çênekirima û  yan jî te dijminê me evqasî ehmeq çênekiriba.
lê dawiya medawî ez ramîm û min dît ku inkara wî hişt ku ez bi bêdengiya xwe bipejirînim ku ez ne kurd im, ji ber ji min xurttir bû. lê inkara wî jî di hundirê wî de jî hestek pê re çêdikir ku derewan li xwe dike, û ev zilamê li kêleka wî, xwedê bike heta sibehê jî inkar bike, lê ew bi xwe ne Tirk e.
lê di vê çîrokê de, ev cara yekem bû, min fêdeyeke pir mezin ji kurditiyê dît hayê min û we di serî de jê çênebû, ew jî ev bû ku kurdbûna min zimanê mûnafiqekî girê da û hişt ji bîr bike bê çawa çend ayetên xwe, yên neteweyî ku dê bi derewên qaşo xwedayî ve hatine xemiladnin, bifiroşe min. û ez jî ji kirîna malekî ku wek kurdekî ev nêzîka 1000 salî ji kirîn û xwarina wî têr bûme xelas bûm.

Tuesday, April 3, 2012

Jiyannameya Mirovahî


Têgîhên, min ji te girtin, 
ey diniyayê!
 tu wateyê nade te.
Helbestên, min ezber kirin, 
dibistanê!
 Têra vegotina hestên min nakin
Çîrokên, min ji te bihîstin,
 dapîrê! 
Agirê bêrîkirina te, venamirîne.
Erd û cihên, ez lê geriyam, 
nikare erdzanyara welatê min bide min.
Waneyên, ez perwerde bûme, mamoste! 
Nikarin sedemên xemgîniya min rave bikin
Stranên, min lê guhdarî kirine, Hozano! 
Nabin awazek ji jiyana min re.
Zeryayayên, min dîtine, 
tîbûna hinavên min, naşkînin
Lehiyên, çemên zarotiya min,
 nikarin êşan bi xwe biherikînin û bibin.
Pênûsa , ez hîn pê dinivîsim,
 nebû kaniya ramanên min ji bo kaxeza lênûska min.
Bêje! Jiyan! Te çi da min?
Têgihiştin?
Xwepeydakirin?
Evîn?
Çîrokeke lehengî?
Welateke azad?
Helwesteke hêmanî?
Newayeke bextewar?
Xweristeke buhiştî?
Mejiyekî rewşenbîr?
Na! Te tiştek neda min
Yan min tu tişt ji te negirt
Lê encam her yek e..
Dilyar Amûdî

peyvên ezberkirî


Peyvên, min jiber kirin, li ber xwehezkirina  diherifin
Peyvên, min ezber kirine, li ber xweperestiya min, bê wate dimînin
Peyvên, min di mejiyê xwe de çandine, tu şînahiyên nadin jiyana min.

Têkçûnên min


Yarê
Têkçûnên min nîşana
Pêwîstiya min bi te ye

zeriya çavan


Li çavên min binere
Destê xwe têxe dilê min

Metirse



Metirse ji têkçûnên min
Li ber min mekeve
Ez ji bo te amade me
Li quntara çiyayên te ramûsan biçînim
Bi  gewrbedenê te ve hilkişim
Û meya sêvên serhedî bi ser qirka xwe ya zuha de berdim
Metirse
Laşê xwe radestî min lêvên min ê tî bike
Min bide zanîn wek şahê bedenistana te
Bi pêçiyên xwe ewrên min bilerizîne
Û barana şînahiyê ji min bibarîne
Stranên bi ahnegên xwezayî  bi min bide gotin

Xweradestkirin



Hinavên xwe radestî te dikim
Ez dilê xwe bi destbendên çavên te ve girê didim
Xweradestkirin
Hinavên xwe radestî te dikim
Ez dilê xwe bi destbendên çavên te ve girê didim
Cegera min bi keziyên porê te ve bindest dibe
Ez lingên xwe bi xalên bedenistana te ve zincirî dikim
ez xwe bi giyanê te ve girê didimEz lingên xwe bi xalên bedenistana te ve zincirî dikim
ez xwe bi giyanê te ve girê didim