Bi rastî jî mirov tiştekî ecêb e, tu jê re çi bibêjî û çawa bibêje jî lê ew dîsa çi dixwaze, wê dibihîse. na îca mesele ku mirovê ku xwedê angaşt û peyv, radiweste û du navbera du biryaran de neçar dimîne. Ew jî yan wê wek hatiye fêmkirin, tevbigere û yan jî dê mirovê li pêşiya xwe aciz bike û dê jê re bibêje " ma tu ehmeq î! heta ku tu peyvên min fêm nakî!".
Îca ez jî rêwiyên rêya Stembolê me, û ji rihê xwe aciz im. ji bo 9 saetên min zû derbas bibin ez dibêjim hema ez bikarim di otobûsê de razêm, dê gellekî baş be. û xwezî kes li kursiya kêleka min rûnenê û vala bimîne, ji bo cihê min û razaneke xweş çêbibe.
lê mixabin yek kurd û tiştekî ji xwedê bixwaze, dê encam çi be! ê min jî zilamekî kal temenê wî di navbera 60 û 65 salîn e, por û rih lê sipî bûye, bejna wî li dora 1.7yê ye, lê tiştê herî min jê hez nekir di vî zilamî de ku bang dikir ku ew mirovekî dîndar e û dê bi şêweyekê ji şêweyan behsa dînî bike û dê ez ê jî bêgav bimînim, sed ayetî û 6000 hezar eşhed û pêncî hezar carî jê re bibêjim "tu rast dibêjî", bes ji bo ez xwe ji gengeşî û nakokiyên ku êdî serpêhatî û tecrûbeyên min di jiyanê de ez hîn kirime ku ticarî, bi axaftinê nayên guherîn.
Loma min jî xwe avête berguhkê û berê xwe da televziyonê ji bo fedî bike û bi min re neaxive, lê min dît ku li min nerî û got" mereheba" ji xwe min jî madê xwe kir û bi berê xwe da televziyonuka xwe û got merheba ji bo bi min re neaxive.
Ez jî ketim hev de û dibêjim ya rebbî hema bi min re neaxive. min dît ku mêrikê min û we qurana xwe derxist û dixwîne lê çawa dixwîne! xwezî we bidîta, quranê hingî nêzîkî çavê xwe dike encex peyvekê tenê ji hevokê bibîe, û hundirê otobûsê jî şevreş e, çawa dixwend ez bi xwe dimînim ecêbmayî.
Ez jî newêrim berguhk ji ber guhê xwe rakim. lê hêdî hêdî ez sist bûm û dikir ez xew re biçim. min dît ku zilamê min êrîşa xwe anî ser min û got: " em dikarin hev binasin?" ê ji xwe ez jî rebenê xwedê wek timî tu dibêjî qey kuliya zimanê min xwariye. " helbet! çima na" min wisa bersiv da.
Ji xwe pirsyara pêşîn li Tirkiyeyê her gav û her dem heman e, "tu ji kû yî? min jî got " ez ji Sûriyeyê me"
zilamî: ji ku ji Sûriyeyê ?
Ez: ji beşê nêzîkî Mêrdînê me.
zilamî: tu Suryanî yî?
Ez: na, Ez Kurd im
Zilamî: Tirk?
Ez: Na Kurd Kurd
Zilamî: li Helebê gellek kesên bi Tirkî dizanîn, hebûn
Ez: rast e, li wir çend gundên Turkmenan hene, lê li herêma me piranî Kurd in.
Zilamî: mi got qey Suriyanî ne, nexwe pirranî Tirk in?
Ez: na, Kurd. ne Tirk.
Zilamî: Naxwe tu Tirkî, loma Tirkiya te baş e.
ji xwe ez bêdeng bûm, min rahişt berguhka xwe û danî ber guhê xwe û dîsa li televeziyona xwe temaşe kir.û min di hundirê xwe de got hema rebbî te rihê min bistenda û yan te ez kurd çênekirima û yan jî te dijminê me evqasî ehmeq çênekiriba.
lê dawiya medawî ez ramîm û min dît ku inkara wî hişt ku ez bi bêdengiya xwe bipejirînim ku ez ne kurd im, ji ber ji min xurttir bû. lê inkara wî jî di hundirê wî de jî hestek pê re çêdikir ku derewan li xwe dike, û ev zilamê li kêleka wî, xwedê bike heta sibehê jî inkar bike, lê ew bi xwe ne Tirk e.
lê di vê çîrokê de, ev cara yekem bû, min fêdeyeke pir mezin ji kurditiyê dît hayê min û we di serî de jê çênebû, ew jî ev bû ku kurdbûna min zimanê mûnafiqekî girê da û hişt ji bîr bike bê çawa çend ayetên xwe, yên neteweyî ku dê bi derewên qaşo xwedayî ve hatine xemiladnin, bifiroşe min. û ez jî ji kirîna malekî ku wek kurdekî ev nêzîka 1000 salî ji kirîn û xwarina wî têr bûme xelas bûm.

2 comments:
''lê mixabin yek kurd û tiştekî ji xwedê bixwaze, dê encam çi be!'' kêfa min gelek ji wê hevokê re hat û te serê vê sibehê kenandim
Hoger
Spas Hoger can.. him ji bo xwendina te û hin jî ji bo şiroveya te..
Post a Comment