Metirse ji têkçûnên min
Li ber min mekeve
Ez ji bo te amade me
Li quntara çiyayên te ramûsan biçînim
Bi gewrbedenê te ve
hilkişim
Û meya sêvên serhedî bi ser qirka xwe ya zuha de berdim
Metirse
Laşê xwe radestî min lêvên min ê tî bike
Min bide zanîn wek şahê bedenistana te
Bi pêçiyên xwe ewrên min bilerizîne
Û barana şînahiyê ji min bibarîne
Stranên bi ahnegên xwezayî
bi min bide gotin
No comments:
Post a Comment