Evîn di cahiliyê de xweş e
Evîn di cahiliyê de xweş e,
Ji ber ku ne gengaz e,
Ji ber ku hest difûrin tê de.
Evîn di cahiliyê navan diguherîne,
Navê bêvaciyê dike mercên nepêkan,
Navê fediyê dike kelecan,
Navê daxwaza dîtin û hevdîtinê dike xewn,
Navê keçikê dike yar
Navê zilamî dike yar
Evîn di cahiliyê de xweş e,
Ji ber zayendê ji kokê ve hildike
Evîn li Amûdê di cahiliyê de wisa bû, Evînê dihişt ku em kasêtên evînî di bêrîka xwe de wek dilê xwe bi xwe re bigerînin, Evîn li Amûdê di cahilya me de dikir ku em li bendî dema rojavayê bin ta ku em biçin di ber mala yarê re ji bo wê bibînin, em wê çawa bibînin? û çima di wê demê de? ji ber wê demê nivîn derdixsitin ser xênî û encex wê çaxê me bidîta bejna bêhempa. Evîn di cahiliyê de sibeh û şev dikirin yek. Li Amûdê evînê felek li me dizîzikand û dihişt xewnên rojan bibin wêneya yarê.
Evîn di cahiliyê de çîrok û çîvanok bû, fen û xapînok bû. Evîna wê dem em bi agirê qiçîna nîvrojê dişewtandin, em diqemirandin. Em ji hawhaw dixistin, lê em ji fikirîna yarê nedwestîn. Evînê wê çaxê em dîl digirtin lê em bextewar dikirin zincîrên xwe.
Li Amûdê evînê dihişt em di dema derketina hemû endamên malbatê bizanin ji bo telefonkirina yarê, ne ji bo axftinê, ji ber axftin dikarî encamên wek bersivnedan û dilşikenandinê bîne, lê ji bo bihîstina dengê bilbila ku li ber deriyê dibistanê tenê hatibû dîtin. Evîn di cahiliyê de li Amûdê dihişit ku em qanûn û zagonên bijîşkiyê biguherin, dilê me bi dîtina dilrevîna me, an bihîstina dengê xewna me li ser hezarî lêxîne.
Evîn li Amûdê evîneke negengaz bû, Ji dûr ve bû lê xweş bû. me fedî dikir biaxvin lê me hez dikir, me dixwest em biaxivin lê me newêrîbû. Em her dem tê de difikirîn, lê me qet ew nedidît.
Evînê di cahiliyê de roman dinivîsin lê lehengên xwe winda dikirin, ew diguherandin, dahatuya wan dicût û ji nû ve ji wan re jiyaneke derbederî diafirand.
Evînê di cahiliyê de li Amûdê mirov dil dixist aşopekê, dil dixist dengekî, dil dixist wêneyekî, dil dixist gotinekê. Evînê wê çaxê Wateyê xwedayî didan gotinên bêwate, evînê wê demê ne du henek lê henekeke dikir rasteqîniy jiyanê...
Evîn bi mirovin dilşkestî û bêhêvî diza. Evînê tore tanîn serê me...
Xuya ye ez dîsa bûme cahil.... yan ez qet ji wê cahiliyê derneketime.
Xuya ye evîna me zarokin di gewdeyên kal û pîran de çêdikir.
Xuya ye evîna me hîn bi me re ye li xwe digere, di riwin nû, di wêneyin nû, di gotinin nû, di henekin nû de...
Evîna me bi temenê me re mezin dibe lê hestên me her biçûk dike
Evîna me xwedayî bû, xweristî bû, jidil bû, bêwate bû, bêvac bû, negengaz bû, ne pêkan bû, dilgerm bû, êşîner bû, kenewer bû, rojgar bû, lê geleekî gelekî xweş bû
Dilyar Amûdî