Bijmêre van stêran
Ewqasî pir in, gotinên evîna min
Li tariya şevê binere
tê bibînî jiyana min, bêyî te
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Friday, May 31, 2013
Bikene
Bextewariya te bi 6 welatan e.
Bi cehnema welat kirî
Bê deriyayê , çawa tu yê bijî
biyanîstan war te ye
Ger ken niştîcihê riwê te be
Tifika welêt,
Bila porê dayika te yê sipî bişewitîne
Ma yê te çi jê ye..
Bi zimanên Ewrupayî baixive..
Ma ne kurdî dê bi dayika te re dimire
Na! na!
Dîroka te li ser Effelê hate nivîsîn
Çîroka te bi kevirên dîwarê berlînê te
Li welatê te yê nû vejiya
Evîna te bi berfa Stocholmê
re weşiya
Xewnên te rengareng bûn
Bi gulan xemilîn
Bi hemû peyvan axivîn
Ji bilî peyvên li rêwitiyê jiteketî
...
Te li pişta xwe kir navên
xwe yê li birca Amed
Te kir baca sûrên şarên dûr
Te firot hezkirina xwe
Li ser erebeya birincê
Di kolanên xemilî de
Bextewarî bila her para
te be.
..
Bikene
Ma giriyê mayiyan
gunehê te ye
Ma şewata daristanan karê te ye
Ma tola zarokên kuştî
tola te ye.
Bike! bila bextewar bî
Venegere!
Wek te got
Ew der êdî beşek ji te ye
Ew der tu çêkiriyî
Ew der tu kiriyî, xwehez
hişyar be
di vê kortala dabeşbûyî de
wer nebî
Jiyana te li wir xweş e..
bi sed qîr û cehnemekirî
Hemû kesên gêj
Ku xwe li wî welatî ji bîr kirine
Bi cehnema welat kirî
Bê deriyayê , çawa tu yê bijî
biyanîstan war te ye
Ger ken niştîcihê riwê te be
Tifika welêt,
Bila porê dayika te yê sipî bişewitîne
Ma yê te çi jê ye..
Bi zimanên Ewrupayî baixive..
Ma ne kurdî dê bi dayika te re dimire
Na! na!
Dîroka te li ser Effelê hate nivîsîn
Çîroka te bi kevirên dîwarê berlînê te
Li welatê te yê nû vejiya
Evîna te bi berfa Stocholmê
re weşiya
Xewnên te rengareng bûn
Bi gulan xemilîn
Bi hemû peyvan axivîn
Ji bilî peyvên li rêwitiyê jiteketî
...
Te li pişta xwe kir navên
xwe yê li birca Amed
Te kir baca sûrên şarên dûr
Te firot hezkirina xwe
Li ser erebeya birincê
Di kolanên xemilî de
Bextewarî bila her para
te be.
..
Bikene
Ma giriyê mayiyan
gunehê te ye
Ma şewata daristanan karê te ye
Ma tola zarokên kuştî
tola te ye.
Bike! bila bextewar bî
Venegere!
Wek te got
Ew der êdî beşek ji te ye
Ew der tu çêkiriyî
Ew der tu kiriyî, xwehez
hişyar be
di vê kortala dabeşbûyî de
wer nebî
Jiyana te li wir xweş e..
bi sed qîr û cehnemekirî
Hemû kesên gêj
Ku xwe li wî welatî ji bîr kirine
Ez welatek bûm
Welatek bûm
Azad bûm
Çîrok û dîroka min, dilerizand erd
Tevzînok diketin daxwazên te
Dirijiyan stêr ji çavên te
Berî ku tu dagirî
Paytextî welatê min
Tu dest deynî ser dilê min
...
Te kuştin hemû zarokên min
Hestên min
Te zuha kirin kaniyên min
Rondikên min
Te şewitandin kulîlekên min
Armancên min
...
Te çekên nerewa bi kar anîn
Amirên mêrkuj
Te bi stemkarî lêxist
Bi bêhna gulên
Te xapînok bi kar anîn
Tu keniya
Te dehf vedan
Te porê xwe hejand
Te ez bi xwe kuştim
...
Te welatê min tarûmar kir
Te ez ji xwe bêpar kirim
dilê min
Bijmêre van stêran
Ewqasî pir in, gotinên evîna min
Li tariya şevê binere
tê bibînî jiyana min, bêyî te
Wednesday, May 29, 2013
Veke
Deriyê xwe negire
Hîn lehengê çîroka me
Dilê min ji te nestendiye
Hîn ez girtiyê çavên te me
girêdayî porê te me
birîndarê mijangên te me
Papendê dîtina te me
Xwe di piş deriyên pola de veneşêre
Agirê dilê di kefa te de
dê te bişewitîne
Rondikên çavan dê te bixeniqînin
Dilê min bide lehengê çîroka me
Lehengê ku ez
di raboriya wî de bi bêhna te serxweş bûm
Bi meya gulyazên lêvan dilgeş bûm
..
Monday, May 27, 2013
Rojbûna mirinê
Roja min tu dîtî
Rojbûna mirina dilê min bû
Gava min tu himêz kirî
Sînga min bû bexçeyê pûngê
Di şerê ramûsan de
Lêvên min bûn pakrewanê te
Bi axîna te re
Ez êşiyam
Ez giriyam
..
Rondikên te
Ez fetisandim
Bifirîne
Ji destê xwe deyne
Dilê min
diperpite
di nav lepên te de
Can dide
Nikare bifire
Te ew peritand
bi awirên xwe
Te ew kuşt
bi bêhna xwe
Azadiya min
Gotinên min azad bike
Bila pepûleyên helbestên min
kurtepista şewatin dî bikin
Destê min berde
Bila pênûsa min evîneke nû biafirîne
....
Dilê bi porê te ve girêdayî,veke
Bila ji bo xewneke nû bijene
Kenê xwe bike diyarî
bike xelata azadiyê
û min ji zindana çavên xwe berde
..
çavên te
Çavê xwe negire
Tu roniya min dikujî
...
Çavên xwe negire
tu ezmanên min bi ewrên reş dadigirî
..
Çavên xwe negire
bêhna min diçike
îro ji min sil nebin, ji ber dîsa hestên min dikelin û divê ez wan bi ser hemû xweşikiyên qelp de dakim, ta ku qalikê wan di ser wan re were..
divê ez hinekî verişim bi ser hezkirinên xwe de..
Ta ku dilê min ji wan bixele..
dîn û îmana min ji dayina biryarên dayî diçe..
..
Mirov di raboriya xwe de, hew xwe dibîne, di pêşeroja xwe de hew xwe dibîne... lê di nuhayê de ji xwe pêve her tiştî dibîne....
berê me ji dê û bavê xwe re digot " ka ez alîkariya we bikin"..bersiva wan ev bû: " te jî karîbûyayî te nedigot ka"...

Sunday, May 26, 2013
Çîroka serkevtî
ji min re çîroka evîneke ne têkçûyî bibêje
Bila di wê çîrokê de
ez û tu ne xwe bin
evîna me ne ya me be
çîrok ne ya me be
Çîrokeke ku bi ser keve
Tu
Dîrok me...
bi agirê ku te bi giyanê min xist re,
Şewitî
û ariya te li ser serê min belawela bû..
Çi bikim
Çi bikim!
Hê jî ez dîlê xwe me
Ez, yê di pabendiya awirên te de
perestê evîna te me
Xwe dikim goriyê gotinan
Ta biafirînin pesindana dilsoz
Bo ramûsanên gerdena pîroz
Dilyar
Wednesday, May 22, 2013
Çavên te
Di çavên te de
Dîl im
ji demeke kevnar de
Ji rondikên te vedixwim
Di bin porê te de radizêm
Li ser laşê te
çîroka xwe bi ramûsan dinivîsim
..
Tûrikê min
Tûrikên min vala bû
Min hemû helbestên xwe
Bi ser te dakirin
Min hemû awazên xwe
li ber pencereya te çêkirin
û têlê tembûra min qetiya..
Tuesday, May 21, 2013
ditirsim
Ditirsim
ku li kolanekê pêrgî te bêm
Û di çavên te de dîsa
Winda bibim
û careke dî
rêya dilê te winda bikim
û qet nebînim
Pirtûk
Pel bi pel
diqulêpim bîranên me
dixwînim hevokên devên te
sermest dibim bi dîmenên di çavên te de..
Li gotina JI TE HEZ DIKIM
digerim
siruşta min
Xuşîna awirên te ji ezmanan tê
Diçirisin rûyên te li sînga sayîbûna şevê
Diheje porê te bi pelên daran re
Dilerize bedenê te
bi hezkirina min
Qedexe
Pirtûkekê dinivîsim
Navê te tê de qedexe ye
Evîn tê de qedexe ye
Romana kuştinekê ye
kuştina pîroziyekê ye..
Romana tawanên qedexe ne..
Sunday, May 19, 2013
darbest
Qiçîna nîvrojê
tu darbesta kuştiyê xwe li milê xwe dikî
çip-çipa xwêdanê ji eniya te tê
bi hêrs difetisînî
vî dilî
di rewrewkên çavan de
..
tu gupegupa wî disekinînî
Tu difetisînî xwe jî
tu radihêlî nebûna xwe
bi hêstirên min dişoyî
bi xewnên min dipêçî
û di darbestê de radixî
...
bi tena serê xwe
tu tawana kuştina min
di zeryaya çavên xwe de pêk tînî
..
Bi xezeba dilekî peritî
tê bibêjî qey:
ne lêvên min bûn
yên li ser laşê te
diçûn sicdeyê
ji rûyê te re
....
yên li ser laşê te
diçûn sicdeyê
ji rûyê te re
...
Bi xedr tu
min di dilê xwe de
diperçiqînî
wek ku
ne destên min bûn
yên ku gulistan
di dilê te de
çêdikirin
...
Tu xwe dikujî
di hestên xwe de
wek ku
ne ez bûm yên ku
helbest li ber muzîka
hestên te dinivîsîn
...
Tu xwe dikujî
di her tiştê xwe de
ta ku min bi êşê
hêdî hêdî bikujî
..
tu dikujî wek ku
sizaya kuştinê niye
..
û tu di qiçîna nîvrojê de
min di dilê xwe de
bi hêsiran dişoyî
û bi xewnan kefen dikî
û di darbestê de
li milê xwe dikî
...
û bi agirê dilê min
min û xwe dişewitînî
û di zeryaya çavan de
wenda dikî..
Dilyar amûdî
Thursday, May 16, 2013
Bila bimire û bila bijî
Bijî azadî
bijî dilşahî
Bijî wekhevî
Bijî aştî
Bijîn hemû peyvên ...
Bijî bindestî
Bijî nezanî
Bijî xewnezanî
Bijî xwekujî
Bijîn hemû peyvên...
Bijîn çîrokên seyr
Bijîn zarokên xwenenas
Bijî welato! Bijî bindest!
Bijî zaroko! bijî ne wek xwe
Bijî bi zimanekî biyanî
Bijî bi xewneke biyanî
Bijî li dibistaneke bi peykerên bêgiyan
Bijî li dibistaneke bi mamosteyên xwînmij
Bijî xorto! bijî bi pîvanên biyanî
Bijî di zindanên mejiyî de
Bijî di navbera jîn û xwekuştinê de
Bijî wek ku tu xwe dinasî
Bijî wek ku te xwe dîtiye
Bijî û ji bîr bike ku tu ne tu yî
Bijî kalo! Bijî wek ku tu nizanî ku tu her dem mirî bûyî
Bijî ji ber mirin nikare te du caran bikuje
Bijî, jiber mirin nikare kesên xwekujer bikuje
Bijîn hemû peyvên bêwate
Bijî helbest
Pirtûk, Roman,
Bijîn Serok, Bijîn neyar
Bijîn Îdeolojî û têkoşîn
Bijî Marx, bijî Lenîn
û Bijî Hitler
Bijî daxwaza jiyaneke mirî
Û bila em .. em...
Bila em bimirin
Bimirin..
Bibelqitin
Bifetisin
Bila gundên me bişewitin
Bila zarokên me bi bêhna sêvan bifetisin
bila dayikên me bi tepan bi sîngên xwe kevin
Bila em şerpeze bibin
bila em ji hev fêm nekin
bila pêsîrên yarên me jê kirin
bila zarokên me ne ji me bin
û bijî aştî
bijî wekhevî
bijî hemû peyvên bixeml
bimirin em û çi kes li dijî xweşikbûna peyvan
...
Dîl im...
Dîl im...
Xwe ji ber gotinên min nede alî te birîn nakin Dilê min vegerîne ji xwe re neke mertal agirê dilê min Helbestên sor diyarî te dikin..
...
Gotinên min dihûnin guliyên te dixemilînin riwê te li te dike xeftanê kurdî gotinên min te dilorînin bi çîrokên zaroktiyê gotinên min..
...
Ne stirî ne gulên xwînbûyî ne têxe ber porê xwe xwe ji ber wan veneshêre gotinên min ramûsên lêvan in dîlana kurmancî ne gotinên min..
...
Sherab e, stran e, helbest e Min û te serxwesh dixe min û te bêzar dike bêdeng dike Çavan bi rondik dike bes xwe ji ber wan bide alî
...
Hêsan e, jiyîn lê dijwar e, jiyîn
....
Tûrikê min tije çîrokin dilê min tije volkanin Çavên min tije hêvî hinasên min tije gulin rewanê min vala ye bêyî te ye..
...
Nizanim ez çîroka xwe ji te re bibêjim An te jî bi xwe re neshewitînim nizanim hestên xwe li ber lingên te raxînim an wan ji xwe dawishînin
...
Nizanim dilê xwe bi te bikewînim an rewanê xwe ji lashê xwe biavêjim nizanim bibêjim "ji te hez dikim" an romana evîneke kushtî binivîsim
...
Nizanim ez her tishtî bishewitînim ta ez û tu tenê bimînin an ez xwe bishewitînim ta her tisht ji te re bimîne nizanim ez çawa xwe bidim te
...
Kerem bike Dilê min ji xwe re kedî bike girê bide, bi guliyên xwe Bike awaza strana xwe pê ronî bike, shevên xwe kerem bike..

Wednesday, May 8, 2013
Meya xwekuştinê
Evîna te mey e
her ku diçe
giran dibe
her ku vedixwim
bêtir dibim
sheydayê te
divê ez bibim tobedarê
te
tobedarê tu xwedayê!
Evîna te mey e her ku diçe giran dibe her ku vedixwim bêtir dibim sheydayê te divê ez bibim tobedarê te tobedarê!
tu xwedayê!
....
were, yarê ez ê xwe bikujim bi ramûsanên lêvên merhemkirî bi maçên di xewa li tenishta te.. were yarë min bi destê xwe bikuje
...
Ez dixwazim Bi te bimirim
...
Çi seyr e xwekushtin mir di bêrîkirina te de ez vejiyam bi nebûna te lê her kêm e kem e tu
...
Ez ê xwe di çavên te de werkim û xwe di hêstirên te bifetisînim bi te re xwe di riwê te de winda bikim û li xwe bigerim di dilê te de

Monday, May 6, 2013
Kuştina bîranînan
Di shahiyê de ez...
ez li xemgîniya nebûna te pêrgî bûm
Silavên evîneke mirî li min
xatir bi çavin bêcan ji min xwest
û çûn rondik ji çavan
...........
Ez niha li wan kolanan ew kolanên ku destê min bi yê te digirt lêvên min xunava lêvên te vedixwar çavên min tu himêz dikirî digerim...
....
Çi tishtekî seyr e! Tê bibêjî qey her dîwarek her kevirek Her darek her tishê van kolanan dil ketin te hemû bûne hunermend û wêneyê te
Li ser sînga xwe kolan
... bûne dengbêj û lawikên bi navê te dinehwirînin
.....
Mizgift û dêran serî rakirin li ber xwedê Dergeh di rûyên bawermendan de girtin û tu kirî peykera evîn û jînê
.......
Li vê qada fireh hemû kesî hemû tishtî pişta xwr spartiye hêviyê hêviya ku destê te berdim ta ku te birevînin..
.......
Tishtê seyr ku tu di kartolên birashtî de jî dikenî..
........
Biçin rondikên çavan
Êdî ev rê tê girtin

Thursday, May 2, 2013
Şa bibe
Bi mirina min şa bibe..
. ji ber mirina min encex te vejîne.
. mirina min encex te bike
ferîşteya behuşta nebûna min
...
Her gotineke helbesta Ehmed Huseyinî bi xwe helbestek e.....
. ji ber mirina min encex te vejîne.
. mirina min encex te bike
ferîşteya behuşta nebûna min
...
Her gotineke helbesta Ehmed Huseyinî bi xwe helbestek e.....
Wednesday, May 1, 2013
Dizanî
Dizanî
min çima tu nasî
min çawa
Tixûb hilweshandin
min wateya dûriyê guhert?
Ne çîrok bû
Ne serxweşiya şeraba sor bû
Tiştê tu û ez pêrgî hev anîn
Ne xwendina te bû
Ne ciwaniya te bû
Nabêjim çarenûs bû
Dizanî?
Ev ne helbest e
ne wêje ye
lê xewneke ku rastiyeke xwezayî bû
hat rûxandin
bi şewat û talankirinê
Min tu bi guherîna çewtiyan
nasî
û bi xwe tu veguhistî
Dilyar
min çima tu nasî
min çawa
Tixûb hilweshandin
min wateya dûriyê guhert?
Ne çîrok bû
Ne serxweşiya şeraba sor bû
Tiştê tu û ez pêrgî hev anîn
Ne xwendina te bû
Ne ciwaniya te bû
Nabêjim çarenûs bû
Dizanî?
Ev ne helbest e
ne wêje ye
lê xewneke ku rastiyeke xwezayî bû
hat rûxandin
bi şewat û talankirinê
Min tu bi guherîna çewtiyan
nasî
û bi xwe tu veguhistî
Dilyar
Subscribe to:
Posts (Atom)