Lê bigere

Sunday, May 19, 2013

darbest


Qiçîna nîvrojê
tu darbesta kuştiyê xwe li milê xwe dikî
çip-çipa xwêdanê ji eniya te tê
bi hêrs difetisînî
vî dilî
di rewrewkên çavan de
..
tu gupegupa wî disekinînî
Tu difetisînî xwe jî
tu radihêlî nebûna xwe
bi hêstirên min dişoyî
bi xewnên min dipêçî
û di darbestê de radixî
...
bi tena serê xwe
tu tawana kuştina min
di zeryaya çavên xwe de pêk tînî
..
Bi xezeba dilekî peritî
tê bibêjî qey:
ne lêvên min bûn
yên li ser laşê te
diçûn sicdeyê
ji rûyê te re
....
yên li ser laşê te
diçûn sicdeyê
ji rûyê te re
...
Bi xedr tu
min di dilê xwe de
diperçiqînî
wek ku
ne destên min bûn
yên ku gulistan
di dilê te de
çêdikirin
...
Tu xwe dikujî
di hestên xwe de
wek ku
ne ez bûm yên ku
helbest li ber muzîka
hestên te dinivîsîn
...
Tu xwe dikujî
di her tiştê xwe de
ta ku min bi êşê
hêdî hêdî bikujî

..
tu dikujî wek ku
sizaya kuştinê niye
..
û tu di qiçîna nîvrojê de
min di dilê xwe de
bi hêsiran dişoyî
û bi xewnan kefen dikî
û di darbestê de
li milê xwe dikî
...
û bi agirê dilê min
min û xwe dişewitînî
û di zeryaya çavan de
wenda dikî..

Dilyar amûdî

No comments: