Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Thursday, May 16, 2013
Bila bimire û bila bijî
Bijî azadî
bijî dilşahî
Bijî wekhevî
Bijî aştî
Bijîn hemû peyvên ...
Bijî bindestî
Bijî nezanî
Bijî xewnezanî
Bijî xwekujî
Bijîn hemû peyvên...
Bijîn çîrokên seyr
Bijîn zarokên xwenenas
Bijî welato! Bijî bindest!
Bijî zaroko! bijî ne wek xwe
Bijî bi zimanekî biyanî
Bijî bi xewneke biyanî
Bijî li dibistaneke bi peykerên bêgiyan
Bijî li dibistaneke bi mamosteyên xwînmij
Bijî xorto! bijî bi pîvanên biyanî
Bijî di zindanên mejiyî de
Bijî di navbera jîn û xwekuştinê de
Bijî wek ku tu xwe dinasî
Bijî wek ku te xwe dîtiye
Bijî û ji bîr bike ku tu ne tu yî
Bijî kalo! Bijî wek ku tu nizanî ku tu her dem mirî bûyî
Bijî ji ber mirin nikare te du caran bikuje
Bijî, jiber mirin nikare kesên xwekujer bikuje
Bijîn hemû peyvên bêwate
Bijî helbest
Pirtûk, Roman,
Bijîn Serok, Bijîn neyar
Bijîn Îdeolojî û têkoşîn
Bijî Marx, bijî Lenîn
û Bijî Hitler
Bijî daxwaza jiyaneke mirî
Û bila em .. em...
Bila em bimirin
Bimirin..
Bibelqitin
Bifetisin
Bila gundên me bişewitin
Bila zarokên me bi bêhna sêvan bifetisin
bila dayikên me bi tepan bi sîngên xwe kevin
Bila em şerpeze bibin
bila em ji hev fêm nekin
bila pêsîrên yarên me jê kirin
bila zarokên me ne ji me bin
û bijî aştî
bijî wekhevî
bijî hemû peyvên bixeml
bimirin em û çi kes li dijî xweşikbûna peyvan
...
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment