Evîna te mey e
her ku diçe
giran dibe
her ku vedixwim
bêtir dibim
sheydayê te
divê ez bibim tobedarê
te
tobedarê tu xwedayê!
Evîna te mey e
her ku diçe
giran dibe
her ku vedixwim
bêtir dibim
sheydayê te
divê ez bibim tobedarê
te
tobedarê!
tu xwedayê!
....
were, yarê
ez ê xwe bikujim
bi ramûsanên lêvên
merhemkirî
bi maçên di xewa li
tenishta te..
were yarë
min bi destê xwe bikuje
...
Ez dixwazim
Bi te bimirim
...
Çi seyr e
xwekushtin mir
di bêrîkirina te de
ez vejiyam
bi nebûna te
lê her kêm e
kem e
tu
...
Ez ê xwe
di çavên te de werkim
û xwe di hêstirên te bifetisînim
bi te re xwe di riwê te de
winda bikim
û li xwe bigerim
di dilê te de
...
No comments:
Post a Comment