Dîl im...
Xwe ji ber gotinên min nede alî
te birîn nakin
Dilê min vegerîne
ji xwe re neke mertal
agirê dilê min
Helbestên sor
diyarî te dikin..
...
Gotinên min
dihûnin guliyên te
dixemilînin riwê te
li te dike xeftanê kurdî
gotinên min te dilorînin
bi çîrokên zaroktiyê
gotinên min..
...
Ne stirî ne
gulên xwînbûyî ne
têxe ber porê xwe
xwe ji ber wan veneshêre
gotinên min ramûsên lêvan in
dîlana kurmancî ne
gotinên min..
...
Sherab e,
stran e,
helbest e
Min û te serxwesh dixe
min û te bêzar dike
bêdeng dike
Çavan bi rondik dike
bes xwe ji ber wan bide alî
...
Hêsan e, jiyîn
lê dijwar e, jiyîn
....
Tûrikê min tije çîrokin
dilê min tije volkanin
Çavên min tije hêvî
hinasên min tije gulin
rewanê min vala ye
bêyî te ye..
...
Nizanim ez çîroka xwe ji te re bibêjim
An te jî bi xwe re neshewitînim
nizanim hestên xwe li ber lingên te raxînim
an wan ji xwe dawishînin
...
Nizanim dilê xwe bi te bikewînim
an rewanê xwe ji lashê xwe biavêjim
nizanim bibêjim "ji te hez dikim"
an romana evîneke kushtî binivîsim
...
Nizanim ez her tishtî bishewitînim ta ez û tu tenê bimînin
an ez xwe bishewitînim ta her tisht ji te re bimîne
nizanim ez çawa xwe bidim te
...
Kerem bike
Dilê min ji xwe re kedî bike
girê bide, bi guliyên xwe
Bike awaza strana xwe
pê ronî bike, shevên xwe
kerem bike..
...
No comments:
Post a Comment