Lê bigere

Saturday, December 27, 2014

Tiştekî kurdo tune, ji bilî bayî

Siberoja kurdo tê bîra wî
Gava ez serdana wî dikim
Bi gezika tozê, siberoja xwe dûr dixe
Û dibêje: "Dev ji min berde"
Ji ber çiya, çiya ne!
Û vodkayê vedixwe
Ta ku aşopê deyne qeraxekê
Ez im, rêwiyê mecazên xwe
Qulingên şûm, birayên min ên ehmeq in

Û pif nasnameya xwe dike
Ta ku siyê ji ser bifirîne, rake!
Nasnameya min zimanê min e
Ez  û ez
ez zimanê xwe me
Ez im, yê di zimanê xwe de mişext bûme
Û dilê min ku piringa kurdo ye,
li ser çiyayên wî yên şîn e.

Wek hemû bajarên din
Nîkosya jî têbiniya helbesta wî ye

Li ser biskilêtekî,
wî hemû alî hilgirtin
Û got:
Aliyê dawî min biavêje kû, ez li wir dijîm

Wisa valahî bijart û nivist
...

Ji roja ku  cin ketin nav gotinên wî
Ti xewn nedîtine
...

Ji ber ku xewnbîn
duhî diperêsin yan jî
bertîlan didin dergevanê siberoja zêrîn
Ne siberoja min heye, ne jî duhê min!

Tenê ev kêlîk,
Qada min a spî ye.../
...

Mala wî paqij e, wek çavê dîkî.
Jibîrbûyî ye, wek serokê wî gelî
ku wek perîkan belav bûye
..

Kulavekî hiriya kurîşkî
Ferhengeke kevnar
Pirtûkin bi lezgînî hatine cildkirin
Balîfin bi derziya xulamê qehwexaneyê hatine neqişkirin
Kêrin ji bo serjêkirina firinde û berazan hatine tûjkirin
vîdoeyeke pornoyê
gurzin ji bêrîkirinê ku neyariya rewanbêjiyê dikin
Şaneşîneke bo wergirtinê vekirî ye.

Ha li vê derê, tirk û yûnan, bi dorê hev didin ber çêran!
Ha ew kêfa min e û ya wan leşkeran e
ku li ser henekeke reş şevbihêrka xwe dikin

Ev rêwî hema çawa lê were, nabe rêving

Bakur, başûr e
rojhilat di leylanan de rojava ye.
Û tûrikê bayî tine
Ti karê tozê jî tine!!
Tê bibêjî qey, bêriya hinekên dî nake
Vedişêre û nastirê
Nastirê heta ku siya wî têkeve darcêwiyê
yan jî baraneke hûr porê wî şil bike






Werger: Dilyar Amûdî
Helbest: Mehmûd Derwîş




Sunday, December 14, 2014

Que sera sera

Wexta ez keçikek biçûk bûm
Min ji diya xwe pirsî, ez ê bibim çi
Ez ê bibim spehî, ez ê bibim dewlemend?
Ev gotina wê bû, bo min 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe
Wexta ez ciwan bûm, ez evîndar bûm
Min ji dildarê xwe pirsî çi li pêşiya me ye
Keskesorên me dê hebin, roj li pey rojê?
Ev gotina dildarê min bû, bo min 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe 

Niho zarokên min bi xwe hene
Ji diya xwe dipirsin, ez ê bibim çi
Ez ê bibim xweşlaw, ez ê bibim dewlemend?
Ez ji wan re dibêjim, bi nazikî 

Que sera, sera
Çi tişta bibe, dê bibe
Siberoj ne ya me ye ko bibînin
Que sera, sera
Çi bibe, dê bibe.

Werger: Tewfîq Bayram
Ji strana bi navê 'Que sera sera '

Tuesday, October 14, 2014

Mandî


Ne xem e, Çiqasî mêrxas bî, Mandî bûye giyanê te Ji aşopan Ji xewnên helbestvanan Ji çîrokên çeleng û lehengan Nebêje " dîrokê dinivîsim"
Heyfa te! Rûnê ramûse meya sor giran bike, coşa şahiya ciwaniyê Bijî, wek hemû newêrin û tiralan Ma çima dil û xwîn tenê para te ye?
Bibe bavê zarokin wek me zarokin wek wan Bibe wek me wek wan Bila mêjû vê carê BI RASTÎ jî te nenivîse Nikaribe te binivîse te peyda neke

Ne helbest, ne jî wêje Bila behsa te neke eger bike jî Bila behsa evîneke dilşad di nav nivînin germ de be an jî serxweşiyeke ciwaniyê be

Têkçûn çêtir e Ji Dêrsim, Helebceyan Xwe radestî nexwebûnê bike Dê azadiyeke derewîn sloganan kinûşk jiyana te bixemilînin

bi xembariyeke aşopî bi evînên meygêr û ji bîr neke Ku tu çi bikî jî Em dê te ji bîr bikin û xwe jî wenda bikin .. Dev jê berde giyanê min

Friday, September 12, 2014

dijwar e

Çiqasî dijwar e! hebûneke bêwate Dijwar e, hebûna pênasxwaz Bi pênasînê Pênasîna hest û giyanî .. dev jê berde bira Mirin dawî ye

Friday, August 22, 2014

Tu

Ji te direvim
Di çavên te de werdibim
...
Tu hûrik î
Di kefa destên te de
difetisim
..
Tu dûr î
Lew bêhna te
Ji pozê min dernakeve
..
Ji te direvim
Ji ber pêdiviya min bi te heye
Evîn şanoyeke xwekuştinê ye
Eger lêvên te rola maçîkirin bilîzin
..
Ji şevê direvim
Ta xwe bi laşê te nenixumînim
Li te digerim
Di çiyayên hemû jinên dî
Di newalên hemû rûyên sar de
Di dilê evîndar de
Tenê
ji bo te peyda nekim
û perdeya şanoya evînê
daxînim

Monday, August 18, 2014

Şiroveya du beytên Melayê Cizîrî

Heyata dil meya baqî

Binoşîn da bi muştaqî

Ela ya eyyuhe s-saqî

Edir ke’sen we-nawilha


Wateya peyvan:
Heyat: Jiyan ku peyveke esil-erebî ye belam di kurmanciya nû de jî likar e.
Dil: organê laşî yê ku xwînê li laşî digerîne: ku peyveke hindûewrupî ye anku kurdî ye.
mey: şerab ku ew jî hindûewrupî ye.
Baqî: mayî ku peyveke esil erebî ye tenê di helbestên klasîk de tê dîtin an jî wek nav lê di zimanê nûjen de peyda nabe.
Binoşîn: dema niha ji lêkera "noşîn" ku di wateya vexwarinê de ye, ku reha dema niha "noş" e.
Da: ta, heta, ku di wateya "daku" de ye. eslê ???
Muştaqî: bi bêrîkirin.. peyveke erebî ye di zimanê rojane û nûjen de ne likar e.
herdû beytên dî bi temamî erebî ne.


Nîşe:

1.Heyata dil: ku ravek/îzafe ye û pêdivî bi tewandina peyva "dil"î heye ku divê "heyata dilî" lê Mela ew nekiriye. Lê gelo tenê ji bo wezna helbestî bû an wê çaxê jî tewandina navdêrên nêrzaynd ne ferz bûn??
2. Binoşîn: dîsa wek diyar dibe ku kesê yekem yê pirjimar anku "em" bi qertafa "în"ê tê çêkirin anku nabêjin "binoşin" lê dibêje "binoşîn".


Sunday, August 17, 2014

Min

Di helbestan de Min xwe kuşt ta ku kesê xwestî vejînim Min di gotinan de xwe fetisand ta ku ramanên wek yên te biafirînim

Sunday, August 3, 2014

Kîmyaya min

Hormon in
tiştê ku dihêle
Muzîk
Evîn
Bêrîkirin
bi hev re dîlanê bikin
..
Ne tu yî
ne jî ez
..
Mêranî
Wêrekî
ne ji dilê te tê
Ji mercên derdora te
Ji erdnîgar dayika te
Dertên
...
Qelsî û xurtî
tenê ji hejmara
kevirên te rahiştiyê
diafire
..
Bizane
ey dilê biçûk
guleyek dikare
te nehêle
..
Bizane
kindirek 
dikare bêhna te
bifetisîne
...
Jiyan ne ewqasî tevlihev e
tenê 
kîmya ye

lê ez û tu
jê fêm nakin
formulin giran in
..
Her jiyanek
romak e
eger nivîskar jêhatî be
...
Her xewnek
pêkan e
ku tu derfetan bidî
...
Firrîn bi xwe pêkan e
..
Tu yê jî
bi qasî min
qels bûya
eger tu ez bûma
..
Xwe di ser
min re nebîne
..
Bizane tenê
kîmya ye
wize ye
ya ku min û te
afirandiye

Wednesday, July 23, 2014

Kurtenivîseke li ser beşekî ji civaknasiyê

Ev kurtenivîseke li ser beşekî ji civaknasiyê ye, hêvîdar im hûn bixwînin nirx, nerîn û fikirên xwe bibêjim û em behsa wê di civata xwe de bikin..
Charles Horton Cooley civaknaseke ku xwest bêtir çivak û reftarên mirovan fêm bike; bawer dikir ku hîkara koman di civakê de bandoreke mezin li ser teftar, tevger û ramanên mirovan dike.
Teoriya "the looking-Glass sels" çêkiriye ku dibêje Mirov û Civak yekîneyeke in.
Armanca wî ku bizane bê çima mirov bi vî awayî tev digerin.
Bingeha perspektîva interaksyonsit di civaknasiyê" de ji vir derdikeve.
Dibêje ji bo em civatê fêm bikin divê em fêm bşkin bê mirova çi wateyan dide tiştên civatê anku civaka çawanî û şêweya jiyana me çêdike..
Wî koma sereke da nasî; koma sereke koma yekem e ku mirov dibîne û pê re dide û distîne û mezintirîn bandorê li ser fikir û raman û baweriyên wî dike.
Cooley dibêje ku civak her ku endustrîlîze an sanayî dibe mirov bêtir takekes. Mirov dibin xwedî ruhekî pêşbir û pêwendiyê xwe bi malbata klasîk re re winda dikin.
Koma sereke: li gorî Cooleyî her ku civat li pêş dikeve her ku mirov bêtir takekes dibe.
Tiştê balkêş di fikirên wî de dibêje: ku komên biçûk û jidil bûn ( ew ên klasîk wek malbat) ên ku şekil didan refatrên mirovan.
Cooeley dibêje: ku komên sereke ew komê ku rûbirû hev dî ditînin dihatin ba hev û hestên xwe bi hev re parve dikirin alîkariya hev ji aliyê manewî de dikirin
" heger em li kurdan binerin gelo rewş çawa ye?"
Looking Glass-self: wek ku tê zanîn Cooley yek ji afirînerê perpektîva interaksyonsitî ye. Di vê têgeha "lookin glass self" de dibêje mirov li xwe dinere bi çavê ku ka çawa civak lê dinere..
Li gorî teoriya Self Looking Glass" sê hoker an fraz hene
1. em xeyal dikim bê em xwe çawa raber û nişanî kesên dî dikin
2. em xeyal dikin bê yên dî çawa me dinirxînin
3. em hin hestan derbarê xwe de çêdikin ku ew hest li ser dîtina me ji têgihişta kesên dî me ji re ava bûye.
" Di civata Kurd de ev çiqasî belav e?, di nerîna we de ev teorî çiqasî rast e?
Xala krîtîk di vê teoriyê de ew e: mirov dikare nerîn û hestên kesên dî şaş fêm bike.
Mînak: dêûbav ji zarokê xwe re bibêjin "tu ker î" . Dê ew zarok xwe nezan û ker bihise û bawer bike.
" Ev di nav me kurdan de pir belav e, em nizanin bi zarokên xwe re bidin û bistînin an wan difirînin an wan dixin binê erdê ku gava mezin dibin jiyan ji wan re pir zehmet tê"
Anku mirov bi xwe "awêneya civakî" bi kar dihîne, ji bo xwenirxandinê..
Eger derbarê mirovî de nerîneke neyinî bê, dê xwe bed his bike, eger "erênî" bê dê xwe çak hîs bike.
Cooley: civakê wek organizmeyekê dinirxîne û dibêje hemÛ beşên wê di bin bandor, hîkarî û têkiliyên bi hev re şekilê xwe distînin.
Dibêje: Civak û takekes du tiştên nikarin ji hev cuda bibin.
Yanî hesta EZ niye eger bi "TU, EW û Ê DÎ" ve neyê girêdan.

Tuesday, July 22, 2014

Şirovekirina Melayê Cizîrî 1

newaya mutrib û çengê
fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
neşûyîn(neşoyîn) dil ji vê jengê
Watenasî:
Newa: melodî, dengê muzîkî
Peyveke îranî ye.
Mutrib: stranbêj, 
Peyveke esil erebî ye
Çeng: amûreke muzîkê ye ku bi navê arpê jî tê nasîn.
Fîxan: hewar, gazî, qîrrîn, feryad
Îranî ye
Avêt: lêkereke dema borî ye "e" ji bo girêdan e ku ji bo hin lêkerên berpêbûyînê tê bikarhanîn: Ez hate malê
Xerçeng: Kevjal, yan jî burca kevjalî ya li ezmanan e.
Were: raweya fermanî ji lêkera "hatin"ê ye
Saqî: meygêrr, badegêrr, karkerê/a meyxaneyê
heta:  taheyaheyanî
Kengê: çi demê, çi çaxî, çi wextî, çi gavê
Lê bi pirranî niha wek "kengî" li kar e
Neşûyîn: dema bê ji lêkera "şûştin"ê ye ku bê amrza dema bê "ê, dê, wê" hatiye  çêkirin
li gorî em niha dizanin di kurmnacî de rader "şûştin" e û reha dema niha "şo" ye. di soranî de "şordin" an "şûştin" e. Lê di hin devokên kurmancî de wek "şiştin, şwiştin, şuştin" jî tê gotin.
Dil: zazakî "zerre" soranî "dill"..
Jeng: jengar, zingar zengar
..

Monday, July 21, 2014

Ey hevalê şoreşger!


Tu realîst î!
Gel li pişta te ye!
Rast e,êdî ev welat nikare serbixwe bibe...
Rast e, ev gel êdî asîmîle bûye û bê ziman, çande û hestên xwenas maye..
Her tiştê tu dikî, rast e..
Hêz tu yî
Rojname tu yî
nûner û pispor, tu yî
zanîn
felsefe
dîrok
wêje
tu her tişt î..

tenha
Vê fêm nakim, hevalê şoreşger!
Çima tu ewqasî ji xewnên min yên "hovane"
ditirsî¿
çima tu ji me: kesên nezan
Ji me; ew kesên ajan
Ji me; ew kesên sîxur
Ewqasî ditirsî
Ey hevalê şoreşger!

Wednesday, July 16, 2014

Nivîser û nivîs

Niha ez ê çend lêkeran û hin peyvên ji wan çêbûne binivîsim dû re ez ê çend pirsyran bikim..
Belkî hinekî mijar dirêj bibe biborînin
Birin: reha dema borî "bir", ya dema niha "b"
Kuştin: reha dema borî: kuşt, ya niha: " kuj"
wek tê dîtin lêker gerguhêz in..
.
Ji "birin"ê
em dikarin navdêrê kirdeyî çêkin:
"ber"
ji "kuştin"ê jî
"kujer"
Gava li gel birserê be cudahî dikevê
"dilber"
lê ji bo kuştinê 
dilkuj, mêrkuj, 
Pirs 1:
çima ne 
ne "mêrkujer"
mînak in dî;
nivîsîn
nivîser: 
lê em nabêjin 
romannivîser
em dibêjin 
romannivîs
..
Bi qasî min bala xwe dayê di gotinên ku nû çêbûne "er" winda dibe gava bi birserê re tê, lê yên berê de her heye:
çi" bîrb(i/e)r çi "dilber, çi karker 

Hebûn û pirsên wê

Lêkera hebûn bi du wateyan tê:
1. existence
Ez heme, 
2. to have
Min heye
Lê ji bo çêkirina dema borî û ya bê, pêdivî bi lêkera "bûyîn"ê heye
1. Ez hebûm, ez dê hebim
2. Min hebû, min dê hebe
Îca ez dibêjim eger bi alîkariya lêkera bûyînê ev lêker encex pewira xwe bigire.
Çima pêve ye.
Çima ne "ez he me" û "min he ye"
û di nagasyonê an neyêniyê de.
dijwate "nebûn" e an "tinebûn"
Bi min wisa dixuyê: ku "nebûn" dijwateua "existence"ê dide û "tinebûn" dijwateya "to have"ê dide
lê eger em bibêjin ez rast im, em dê çawa bikin neyênî
1. ez heme...ez neme 
2. min heye... min tune
3. Em hene... em nene
4. min hene... min nene
helbet h hevokên(1.3,4) yên neyênî li jorê li ti deran tune ne.( bi kêmanî bi qasî ez dizanim)
lê bi van şêweyan tên dîtin
1. ez tune me,/ ez nîn im
2. min tune ye/ an min nîn e an "min niye
3. em tune ne/ an nîn in
4. min tune ne/ min nîn 
*Ev ne pêşniyarkirin in belê şirovekirin bi mebesta axaftin û zelalkirinê ye.
Niha pirsyarên min.
1. Dijwateya HEBÛNê çi ye?
2. gelo li gor şêweyan wateyên wan tên guherîn?
3. şêweya rastivîsa wan çi ye?
4. gelo ev dikeve awaretayn an jî rêbazeke wê heye, û di rêziman de navê van dibe çi?

Tuesday, July 8, 2014

Hîn

Hinek ji wan hîn zarok in.. Xwezî ne zarok û ne mezin ewqas pîroz nebûna...
Hinekan hîn dergûş nehejandibûn
Hin jî hîn çêlîk bûn
û hin hîn nefiriyabûn
Xwezî pepûle ne temenkin bûna

By

Beyanîbaş Roja dawî ya jiyana min aşopên jiyana min Sloganên rij Beyanîbaş Fehmkorên bêziman ,xwenenas Û jiberkerên helbestên neyaran

Saturday, June 28, 2014

Jiyan û xebat

Di lehiya şîretan de Şêr diaxivin Pisîkên biçûk guhdarî dikin Li çawaniya veçirîna nêçîrê Û hovbûnê. Ez bi ya we dikim Şêrino!

Wednesday, June 18, 2014

Bîranînên zilamekî nediyar


Ez karker im, navê min Seîd e
Ji başûr im
Dê û bavê min di rêya seredana gora Huseynî de, mirin
Wê çaxê bi tenê
du salî bûm
Çiqas dijwar e, ev jiyan
Kirêttirîn..

Şev, ya dirêj e.
Û mirin, a li gundên xemgîn yê Îraqê ye.

Bavpîrê min
Hîn jî sax bû
Wek gerretêreke vala

Ebdulwehab Elbeyatî
Werger ji erebî Dilyar

Monday, June 9, 2014

Ziman û dîn

Ez ê ji we re çend tiştên balkêş bibêjim derbarê çêbûna zimanan de.. Kê "tekwîn/Genesis xwendiye? Beşê 11an?

Em pêşî behsa"Genesis in the Bible" beşê 11an bikin û bê çawa pêşî li gorî pirtûka pîroz hemû xelkê dinyayê bi yek zimanî diaxivîn û hemû li "Shinar/Şinar"ê dijiyan û ku wan bi hev re hewl da ku birc û qesiran ava bikin ta ku xwe bigihên ezmanan û xwe pê re bigihînin bi xwedayî û ew qesir û birc vê dawiyê bi "baxên hilawestî yên Babilê" tên nasîn ku dibin yek ji derhozeyên cîhanê. Helbet xwedê bi vê reftar û tevgera mirovan dilnexweş dibe û vê helwêstê wek hewldaneke mirovan ya rikberî û reqabetê pê re dihesibîne û dibeje sedema vê bûyer jî ew e ku hemû mirov li heman cihî bi heman zimanî diaxivin. Lew belayekê tîne serê mirovan û zimanê hemûyan wisa ji hev cuda dike ku nikaribin ji hev fêm bikin û wan li seranserê vê cîhanê belav dike. Hêjayî gotinê ye ku wateya "Babel/Babil" bi xwe heytehût, qerebalixî û dengên nefêmkirî ne ku navê wê herêma ku bi navê Şinar dihat nasîn piştî vê bûyerê bûye "Babil".

Em bên ser çîrokeke din ya dînî ku gelekî balkêş e; Êzîdîtî û baweriya wê bi awayê çêbûna zimanan li ser rûyê dinyayê.

Pêşî em hinek tiştan derbarê Êzîditiyê de rave û zelal bikin: Êzîdîtî dîneke "monoteîst" e anku yekxwedayî ye û bi giştî li Kurdistanê dijîn û bi pirranî zimanê wan kurdî zaravaya Kurmancî ye li gel ku hin erebîaxêv( dibêjin em ereb in jî) dînê Êzîdî ji xwe re wek dîn qebûl dikin. 
Ez îca li gorî baweriya Êzîdiyan hin têgehên wan yên dînî bibêjim:
Xwedê: dinya afirandiye û radestî heft melekan kiriye ku bi rê ve bibin û Melekê Tawûs yê herî berbiçav e di nav wan de.
Melekê Tawûs: Şeytanê ku di hemû çîrokên di dînê îslamê û filetiyê de ew kes e yê ku  neçûye  sucdeyê ji mirovî re lê Êzîdê vê helwêstê pîroz dihesibînin. 
Çîroka Êzîdiyan derbarê afirandinê de wisa ye; xwedê ji ronahiya xwe pêşî Melekê Tawûsê adirandiye û paşê hemû melekên dî afirandine û ji wan xwestiye ku ji bilî wî ji kesî re neçin sucdeyê û paşê ji wan dixwaze ku herin axê ji erdê bînin û pê zilam û jin dide afirandin û ruhê wî ji bêhna xwe didê. Lê li dû vê ji melekan dixwaze ku ji zilamî re jî biçin sucdeyê û hemû melek diçin sucdeyê ji bilî Melekê Tawûs û dibêje ez ji roniya te çêbûme ez ê çawa ji yekî ku ji axê çêbûye re herim sucdeyê lew xwedê li wir pesnê wî dide.
Êzîdîtî dibêje ku "başî û xerabî" di hundirê ruhê mirovî de ye dibêje piştî ku xwedê cîhan afirand ew bi temamî radestî Melekê Tawûsî kir. 
Welhasil em vegerin ser çîroka xwe piştî wê ji zilam û jinê re 80 zarok ( li gor hinan 72) zarok çêdibin û ev zilam û jin dikevin qirika hev û dibêjin mirovê îdeal çawa ye? divê çawa be? û ji bo zanîna bersiva vê pirsyarê herdû fikirên xwe dixin du cerikan û dinerin bê çi jê derdikeve. Piştî 40 rojî ji cerika zilamî mirovekî xweşik û baş bi navê " Şehîd bin Car" derdikeve û ji ya "jinê " dûpişk û mar û tiştên nebaş...
Ji ber ku zilam zêde ji Şehîd bin Carî hez dike zarokên xwe yên dî piştguh dike. Ev jî dihêle jinik û zarokên wê ji Şehîd bin Car nefretê bikin û bixwazin ku wî bikujin û jinik paroleyekê datîne ku bi gotina wê paroleyê dê Şehîd bin Carî bikujin lê ji bîr dike ku Melekê Tawûs her tiştî dibihîse û dengê her kesî diçê. Melekê Tawûs car cinan dişîne ku bi şev pif devê 80 zarokî bike ta ku her yek bi zimanekî cuda biaxive û bi vî awayî kes ji kesî fêm neke. Helbet ji ber vê bûyerê  Şehîd bi Car xelas dibe û xwedê melekê Tawûs jê re Melekekê dişîne û pê re dizewice û zarok û neviyên wan Êzîdiyên niha ne û zarokê neviyên zarokên dî hemû miletên din in..

Danberhev:

Êzîdî bi pirranî li herêma Mezopotamyayê ne û Şinar jî anku Babil jî li heman herêmê ye.
Ziman piştî bûyerekê bi destê hêzeke xwedayî tên çêkirin
Armanc ku mirov ji hev fêm nekin û nebin hêzeke li dijî viyana "xwedê"

Fikirinê ecêb:

Niha piştî ku di çîroka behsa heman herêmê(Babil û Şinar li herêmên nêzîkî Mûsilê ne û Êzîdî û laleşa wan bi pirranî li wan herêman in) dikin û dibêjin ku ziman ji wir derketin û berê tenê yek ziman hebû û tenê zarokên Şehîd bin Car pê diaxivin û li gor ku kurd hemû Êzîdî bûn naxwe zimanê kurdî zimanê pêşî ye li vê dinyayê ku ji aliyê xwedê ve hatiye bexişandin.
Naxwe Kurd mirovin qenc û dilpak in ku ji mirovekî pir baş û ji melekekê hatin.
Miletên dî hemû şerê me dikin û ji me hez nakin ji ber ku bavê me mirovekî baş bû lê êdî divê em jî bibin mirovin pîs ta ku bigihên mafê xwe
Wek di Tekwînê de tê gotin jî eger mirov bi heman zimanî biaxivin dê bikarin serê xwedê bi xwe jî biêşînin lew xwedê ziman çêkirine û ji vê ev diyar dibe ku divê kurd bi heman zimanî biaxivin anku bi kurdî bo ku van zaliman ji xaka xwe biqeşitînin
Baweriya min bi van  fikirên ecêb nayên ji bilî ya dawî û ya ku dibêje:

"Wek di Tekwînê de tê gotin jî eger mirov bi heman zimanî biaxivin dê bikarin serê xwedê bi xwe jî biêşînin lew xwedê ziman çêkirine û ji vê ev diyar dibe ku divê kurd bi heman zimanî biaxivin anku bi kurdî bo ku van zaliman ji xaka xwe biqeşitînin"

Armancên vê nivîsê:
1.Balkişandina ser mijar dînê êzîdiyan ku ji aliyê gelek kurdan ve hatiye piştguhkirin
2. Gera li bersiva pirsa "gelo ziman çawa çêbûne"
3. Nîşandayina giringî û hêza zimanan di dînan de jî
4. Hinek agahiyên ku dixwazin ji alî xwendevanan ve werin zengînkirin ku em hemû bi hev re bêtir Êzîdiyê binasin û bêtir jî zimanî fêm bikin..


Di vê nivîsa li jorê de ku ne li ser bingehên zanistî lê berhevkirineka dînî û mîtolojîk e, jêderkên zimên tên diyarkirin û helbet nabe ku mirov baweriya xwe bi wan bîne lê belê ziman tiştekî ewqasî balkêş e ku mirov lê seyr dimîne...

Nîşeyeke dî: Min him bi baldarî guh li zimanê nivîsê nekiriye him jî li agahiyan nekiriye, ji ber ez ne pirsporê meseleyê me lê min xwest tenê van agahiyan ji internetê berhev bikim ku hinek ji min re ya rast bibêjin.



Wednesday, June 4, 2014

Hin agahî derbarê Sûriyeyê de

Piştî ku evqas tişt derbarê Sûriyeyê de tên gotin hêja ye ku mirov hin agahiyan derbarê Sûriyeyê wek hebûneke siyasî binivîse:
Navê "Sûriye; kurdî, Syria; ingilîzî, سورية; erebî..


Dîroka "komara Sûriyeyê":
1."Sûriye" di 46an de "serxwebûn"a xwe bi dest xistiye. Di 1949an de derbeya pêşî çêbû û piştî wê du derbeyên dî di heman salê de çêbûn.  tê gotin ku ew derbeya yekem bi alîkariya CIAyê çêbûye.

Thursday, May 22, 2014

Tîrej

Wa tê gotin
Stêrk dirjin
Xwîn dirje
Goyîn berz dikin,
lehengiyên aşopî
Li xwe dikin
rextên dîjtal
û difiroşin û dikirrin
Tîrêjên fedakar

Wednesday, May 21, 2014

Qerêş

..
1.
Helbesteke Cegerxwînî:

Berê Reş
Serê xwe ji xew rake zû ey bira
Bikin em bi hev re şerê van gura
Bi zanîn û xwendin herin ber bi pêş
Tu arvan mehêle li benda qerêş

2. Gotinên Pêşiyan:
"Derdê qerêş av her ser êş"
Çavkanî,Çiya Mazî

3. Dûrik
Çi Darika devê êşo
Pel weşande li ser qerêşo
Navê bûkÊ Nergîz
Yê zavê Ehmedê Derwêşo

Tuesday, May 20, 2014

Şev

Di şevê de..
Xew vedişêrin..
Evînên têkçûyî..
Eger di beyaniyê de nebêjin..
Ez hîn li vir im
..
Bila nexapin
Dilên li romanên evînê, digerin

Monday, May 19, 2014

Tixûb

Li ser tixûban
Tenê tê bîra me..
Şêweya perçebûna me
..
Bi kuştinê vedijîn..
mirinên me..
..
Me ji bîr kiribû
pir-alî-kirina xwe..

Êşên mekanîk


Tenê.. Zanîna pertûkî.. Êşên mekanîk diafirîne.. Gotinin "xweş" lê dubarebûyî dinivîsîne.. Tenê dinivîsîne.. Lê qet nivîskarê xwe naêşîne
..

Monday, May 12, 2014

Dilo

"Ez ji we re rastiyekê bibêjim, heta niha hema hema her kesî ji min re digot "Dilo" û bi min normal dihat lê piştî wê got, ya rast, ez êdî naxwazim kes bibêje, ji ber kes nikare wek wê bibêje, ji ber ez pê dihesim ku ez dil im, dilê wê me.Lê wa ew jî nema dibêje"

Çend gotinên qelew bûn ku min demekê nivîsîbûn lê niha êdî hin kes jê xweştir dibêjin Dilo..
Hûn dizanin ku  di gotinên wê de jî tenê ev rast bû: "Piştî min eger yeka dî bê, ez ê ji te re bêwate bibim "..
Bêwate bû, lê ne ji ber yeka din hat..
Ji ber ku wek jin ne evîndar bû..
Ne şoreşger bû
Ne serhildêr bû
Ne azad bû
Ne ne-xwehez bû
..
Jineke wek her jinê bû tenê dizanî çawa dilan bibe û dizanî xweş bibêje "Dilo" ..
Niha ew jî bûye çîrok...

Thursday, May 1, 2014

Navdêr di krumancî û soranî de

Navdêr ji aliyê jimarê ve:
Navdêr di kurmancî û soranî de wek "pirhejimar" û yekjimar" tên dabeşkirin.
Yekjimar: ew Rewşa ku ji bo yek tiştî an yek kesî tê bikarhanîn.
Mînak:
Soranî: Kur, Kiç, Jin, Çeqû, Çira
Kurmancî: Kur, Keç, Jin, Kêr, Çira
Pirjimar: Ew rewşa ku ji bo yek tiştî an kesî zêdetir tê bikarhanîn.
Di kurmancî de  rewşên pirjimariyê :
1. Xwerû:
- Heval hatin
- Keçik xweşik in
wek tê dîtin ti qertaf an guherîn di navdêrî de çênabe.
2. Veqetandek:
- Hevalên min hatin.
- Keçikên Kurdistanê xweşik in.
Ku ev jî wek tê dîtin bi veqetandeka "ên" tê girêdan bi navdêr an rengdêr an jî cînavê li dû xwe.
3. Tewang:
- Hevalan xwar
- Keçikan cil şûştin
Ku li vir jî wek tê dîtin bi "an" navdêr tê tewandin.

Di soranî de rewşên pirjimariyê:

Thursday, April 24, 2014

Dile min

Dilê min diêşe li ser welatê min Dilê min diêşe Lê mixabin kes ji min û mirovin mîna min Pêve tune, ne ku dilê wan diêşe Li welatê me. Mirovin jê dilê wan li ser berjewendiyên wan diêşe Lê dilê wan li ser miletê wan naêşe. Ey şeva tarî çendî te ez fêrî waneyên xwe kirim. Îro roj ez jî bûme mîna te dibînim malê cîhanê çi dike ji serê mirovan Lê mixabin kes tune ye ji min bitirse mîna ji şeva te ya reş ditirse. Di dema wê tirsê de tirsê jî nas nake.

Siyabend Yûsiv

Tuesday, April 22, 2014

Erkê rengdêr di hevokê de wek dikarkerê navdêrê ( soranî)

Şêweya ku navdêr bi rengdêrî ve tê girêdan di soranî de:
1. eger navdêr nebinavkirî be, navdêr bi rengdêrî bi "î" tê girêdan:
Mînak:
(Pênûsî ciwan) bikirre
(Mirovî baş) xoşewîste.

2. eger ew navdêr binavkirî be, bi "e"yê bi hev tên giêdan:
Mînak:
(Pênûse ciwaneke) bikirre
(Mirove başeke) xoşewîste.

Têbinî: Di xalê duyem de eger navdêr pirjimar be: anku pirjimarê binavkirî be:
Mînak:

(Mirove başekane) xoşewîstin.

Giring
1. Eger navdêr bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe wê çaxê pêdivî bi tîpa kelijandinê heye:
Mînak:
- Şeye biçûkeke bikarmehêne
- Baye behêzeke derextekey şikand
- Doye tirşike rijabû

1. Eger navdêr bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe dikare bê ku "e" bê nivîsîn:
Mînak:
- Estêre geşekan ciwanin
- Xwêndga serkewtûekan xelat kiran
- Çeqo tîjeke bizir bûe.

1. Rengdêr ji aliyê çawatiyê ve.
Rengdêr ji alî pileyê ve:
*Sade:
Mirovî baş xoşewîste
*Danberhevî:
Zankoçoxeyekî ciwantir le ber bike
*Radeya bilind:
Xoştirîn xanû, xanû êweye

2.Rengdêrê pirsê:

Mînak:

Kam Xanû ciwane?
Gulî çonit dewêt?
Çon gulîkt dewêt?
Çend kovarit kirî?
Çi wilatekî xoşe?

3. Rengdêrên nediyar
Mînak:
Mirovî wam nebînîwe
Hendêk qutabî xelat kiran
Hemû qutabîyekan têdekoşin
Kemêk şîrt xwardewe

3. Rengdêrên nîşaneyê

Mînak:

Em kure zor dixwênêt
Em kurane zor dixwênin
Em kiçe zor zîreke
Em kiçane zor zîrekin

Anku wisa ye:
Em.....e
Em.....ane
Ew....e
Ew.....ane






Monday, April 21, 2014

Erka cînavên serbixwe wek diyarxera navdarî di soranî de

Cînavên serbixwe yên ku dikarin bi erka "diyarxera navdarî rabin:
1.cînavên kesane yên serbixwe
2.Cînavên xweyitiyê
3.Cînavên pirsê
4.Cînavên nadiyar
5.Cînavên nîşaneyê

...
1.cînavên kesane yên serbixwe
Min - Ême
To - Êwe
Ew - Ewan
...
 من - ئێمه‌
تۆ - ئێوه‌

ئه‌و - ئه‌وان

Mînak:
Pênûsekey min ciwane: (ev) pênûsa min xweşik e.
Pênûsekey ême ciwane: (ev) pênûsa me xweşik e.
Pênûsekey to ciwane: (ev) pênûsa te xweşik e.
Pênûsekey êwe ciwane: (ev) pênûsa wexweşik e.
Pênûsekey ew ciwane: (ev) pênûsa wî/wê xweşik e.
Pênûsekey ewan ciwane: (ev) pênûsa wan xweşik e.

2.Cînavên xweyitiyê

Xom - Xoman
Xot - Xotan
Xoy - Xoyan
...
 خۆم - خۆمان
خۆت - خۆتان

خۆی - خۆیان

Mînak: 

Pênûsekey xom ciwane: (ev) pênûsa min xweşik e.
Pênûsekey xoman ciwane: (ev) pênûsa me xweşik e.
Pênûsekey xot  ciwane: (ev) pênûsa te xweşik e.
Pênûsekey xotan ciwane: (ev) pênûsa wexweşik e.
Pênûsekey xoy ciwane: (ev) pênûsa wî/wê xweşik e.
Pênûsekey xoyan ciwane: (ev) pênûsa wan xweşik e.

3.Cînavên pirsê


Çî
 کێ

چی

Mînak: 

Pênûsî KÊ ciwane?: pênûsa kê xweşik e?
Kitêbî çî besûde?: pirtûka çi bisûd e?

4.Cînavên nadiyar

Fillan, hîn, kabra, fîsar, kes...
 فڵان، هین، کابرا، فیسار، که‌س...


Mînak: 
Pênûsekey Fillan ciwan niye:
Pênûsekey kabra ciwan niye:
Pênûsî hîn xot  ciwan niye: 
Pênûsekey fîsar ciwan niye:
Pênûsî kes ciwan niye:


5.Cînavên nîşaneyê
Eme - Emane
Ewe - Ewane

Mînak: 
Pênûsî eme ciwane
Pênûsî emane ciwane
Pênûsî ewe ciwane
Pênûsî ewane ciwane







Erkên cînavên pêvekirî di soranî de ( Cênawî likaw)

Cînavê pêve koma yekê û duyê, bê alavê (edatê) danepalê dibine diyarkerên navî, ev jî bi du awayên cuda:
Koma yekem: m-man, t-tan,î-yan
Ka em li rewşên ku ev peyv tê de likar in binerin:

Nîhad:
1.Kiçekem wanekey xwên. Keça min waneyê xwend 
2.Kiçekey waney dexwênêt. Keça wî/wê waneyê dixwîne 
3. Kiçekem debêt bizîşk: keça min dibe bijîşk

Kirde:
3.Kiçekey hat. Keça wî/wê hat
4.kiçekeman dêt. Keça min tê
Cîgirê Kirdeyê:
5.Kiçekem xelat kira. Keça min hat xelat kirin 
6.kiçeket xelat dekirê. Keç te hat xelat kirin
Bireser:
7.kiçekem xelat bike. Keça min xelat bike
8.kiçekemî xelat kird. wî/wê keça min xelat kir

Tewawkerî peyarîde:
9.kiçekem xelat dekat. wî/wê keça min xelat dike 
10.kiçeket xelat dekem. Ez keça te xelat dikim 
11.kiçiketey xelat kird. wî/wê keça te xelat kir 
Tewawkerî naw:
12.xelateke bo kiçekem bibe. te vê xelatê bo keça min bibe
13.xelateke bo kiçekem biben. hûn vê xelatê bo keça min bibin
Tewawkerî karî natewaw:
14.witarî kikem behêze. Gotarê keça min bihêz e 
15eme kiçkem bû. ev keça min bû


Nîşe: Cînavê pêvekirî yên koma yekem li gel dema borî ya gerguhêz bikar dihêt,
Li van çend mînakan binerin:
Pênûsekemî bird, pênûsekemanî bird
Pênûsekitî bird, pênûseketanî bird
pênûsekeyî bird, pênûsekyanî bird

Wek tê dît di her hevokê de du cînavên pêvekirî hene yek di rewşa "veqetandek-îzafe"yê de ye û ya dî lêker.
Mînakeke dî:
Pênûsekeyim bird: di vir de kirde kesê yekem yên yekjimar e.

Koma duyem: im-în, ît,in,tune-in

Sunday, April 20, 2014

Ferîşte

Tu pir dûr çûyî
Ez dikim nakim
Te nabînim
Bêriya te nakim
Dilê min bi hebûn
an nebûna te lê nade
..
Tenê rewrewk in;
rewrewkên taya mirina
evîneke kevnar e
..
Lêvên te
Çavên te
Heta bêhna te
herifîne
..
Destê min
li deşta laşê te
xwe napelîne
..
Ka kenê te?
çawa bû?
Yekcar nayê bîra min
...
Ev tu çima ewqasî dûr çûyî??
...
Tiştê ji te ma;
Hest in
Hewldaneke bêwate
Bo vejandina
Bêwatetiya te
..
Tiştê ji te ma
Tenê: valahî ye
Valahiyeke
tijî tiştên xweş e
Valahiyeke
Bi ferîşteyeke nazdar
Evîneke watedar
..
Tenê ew ji ber te ma
Kevoka ezmanên xewnên min



Giyan

Dawerivîn, ji mejiyê min
Hemû wêneyên te
Dilop bi dilop
Dawî li hemû
bîranên me, hatin
..
Di serma şevê de
Di Şewqa rojê de
Di dilê min de
Li ser dîwaran
Di gul û kulîlkan de
Di xewnan de
Di hemû şaneyên giyanê min de
Te xwe ji ezmanan avête
Mirinê
..

Lêkerên bûyînê di soranî de ( beşê 1ê)

Lêkerê bûyînê  dabeş dibe:
Tewaw:
Natewaw:
Lê karê tewaw: 
A. karî tewaw yê gerguhêz:
1.  Lêkera bûyînê wek lêkereke gerguhêz tê eger di wateya xwedîtiyê de were:
Mînak: min xanûm hebû(hembû)
Ême xanûman hebû(hemanbû)
Min xanûm heye(heme)
Êwe xanûtan heye(hetane)
Ew xanûy debêt(deybêt)
Ewan xanûyan debêt(deyanbêt)
2. eger di wateya hebûnê de were bikarhanîn:
Mînak:  hebûm, hebûyîn
Hebûyt-hebûtan
Hebûy-hebûyan
...
Heme, heyn
Heyt, hen
heye-hen
...
debim-debîn
debit-debin
debêt-debin

B.Gava lêkera bûyînê beşdar bibe di çêkirina lêkereke pêkhatî an jî hevdudanî wê çaxê dibe lêkerekî tewaw negerguhêz:
Mînak:
Helbû: egireke hebû
Rabû: zarok le xew rabû
Pêbû: gillopeke pêbû
derbû: birîneke derbû

Têbinî: Debêt: ji bo dema neborî tê bikarhanîn ne "e":
Mînak: Heldebêt: agireke hedibêt
Zarok le xew radebêt


Saturday, April 19, 2014

Merc di soranî de

Ka em hevokeke mercî di soranî de binivîsin:
Eger bixwênim,  ser dekewim.

Wek tê dîtin, hevok ji du beşan pêk dihê ( Bixwênim: karê yekem) û (Ser dekewim: karê duyem ) ku tê gotin ku karê pêşî tune be ne gengaz e ku karê duyem çêbibe.
Lew em dikarin bibêjin:
Hevoka mercî ji du beşan pêk dihê:

1. Pariste: karê mercî tê de ye
2. Şariste: bersiva karî mercî an encam
Mînak:
Ke zengeke lêdira, qutabiyan hatine derewe.
Eger bixwênim, ser dekewim
Herdû peyven şînkirî  karê mercî ne anku pariste ne.

Ke zengeke lêdira, qutabiyan hatine derewe.
Eger çûyît bo Şeqlawe, şatûm bo bihêne.
Herdû peyven şînkirî  karê mercî ne anku Şariste ne.

- Hin amrazên bo hevokên mercî:
Ke, Key, Ta, heta, Hetaku, Eger, Ger, Meger, Egerna, Belku, Beşku, Dena, Egêna, Heke



Wednesday, April 16, 2014

Pirsên we

Di vir de û ji bo ku em bikarişn pirsyarên we bi awayekî çalak bigirin û zimanê kurdî bi hev re bi şêweyeke înteraktîv hîn bibin hûn dikarin pirsyarên xwe bikin..
Ji bo pirsyarê hûn dikarin li bin vê nivîsê di beşên şiroveyan de ku wek "no comments" an jî hejmar comments"ê pirsyarên xwe bikin..
Li wir bitikînin û pirsa xwe wek şirove bikin.
Eger hûn nexwazin bê zanîn bê kê pirsiye hûn dikarin wek "Anonymous " bipirsin û ez ê dîsa bersivê bidim.
Bi vî awayî em hemû hîn bibin û dê bingehê nivîsîn pirtûkeke rêzimana kurmancî ji bo kesên asayî jî bê afirandin ku ez difikirim binivîsîm..
Spas

Tuesday, April 15, 2014

Cînavkên likaw di bilaniyê de

Hersê komên "cênawî likaw" yên lêkeran di bilaniyê de
1.
Koma yekem di dema borî ya lêkerên gerguhêz de( nizîk, dûr, tewaw) li dawiya lêkerî tên lê di lêkerên pêkhatî û hevdanî de diçin piş beşê yekem ji lêkerê
Mînak bo lêkera sade:
Katî rabirdûy nizîk:
Xwardabam-xwaradbaman
xwardbat-xwardbatan
xwardibay-xwardbayan

Rabirdûy tewaw:

xwardibêtim- xwardibêtman
xwardibêtit-xwardibêtitan
xwardibêtî-xwardibêtyan

Rabirdûy dûr:

Xwardibûbam - xwardibûbaman
xwardibûbat - xwardibûbatan
Xwardibûbay-xwardibûbayan

Mînak bo lêkera pêkhatî û hevdûdanî:

Pêkhatî:

Helmbijardiba- helmanbijardiba
heltbijardiba - heltanbijardiba
helîbijardiba - helyanbijardiba

Hevdûdanî:

Fêrm kirdiba - fêrman kirdiba
Fêrit kirdiba - fêrtan kirdiba
Fêrî kirdiba - fêryan kirdiba

2.
Koma duyem ji (cênawî likaw)  di dema borî bi lêkerên negerguhêz de, di hemû şêweyên lêkeran de tê dawiyê lêkerê:

Katî rabirdûy nizîk:

Hatibam - Hatibayn
Hatibayt - hatiban
Hatiba - hatiban

Rabirdûy tewaw:

Hatibêtim - hatibêtîn
Hatibêtît - Hatibêtin
Hatibêt - Hatibêtin

Rabirdûy dûr:
 
Hatibûbam - Hatibûbayn
Hatibûbayt - Hatibûban
Hatibûba    - Hatibûban


3.
Koma sêyem ji (cênawî likaw)  di dema neborî bi di hemû şêweyên lêkeran de tê dawiyê lêkerê:

Gerguhêz: Bixwênim ( sade), helbekim(pêkhatî), tewaw bikem ( hevdudanî)
Negerguhêz:  birom(sade), dabinişim(pêkhatî), serbikewm(hevdudanî)