Wisa sekinîm û sekinîm, min ji du weşanxaneyan re jî şand ka dixwazin biweşînin welhasil wan zêde guh lê îca ez difikirim ku beş bi beş di bloga xwe de biweşînin:
Beşê yekê:
Herikîneke mirovan bêsekin û bêhedan li bin guhê hev dikeve.
Deng ji hemû qatên wê berz dibin. Di tevahiya xwe de tevliheviyekê ji rengên
keskesorê çêdike. Dan tenişta hev, bêdeng bi rê ve çûn...
Kirasekî qehweyî û kinik lê bû, porê wê yê reş xwe bi ser
serî û eniya wê de berdabû. Wî jî gomlekekî şîn û pantalonekî gewr li xwe
kiribû, porê xwe yê reş bi aliyê rastê ve şeh kiribû. Di çavên wê de nerîneke
hingivîn û bendewar dibiriqî. Di çavên wî de beqiyeke biçûk peyda dibû, lê
gelekî li pozê wî yê tûjik û rast dihat. Wê çendî xwe radestî meşê kiribû jî,
lê ew bi xwe li hêviya fersendê bû.
Lawikî got:
- Qereblixî nayê kişandin.
keçik di dengeke di ber xwe de bişirî û got:
- Lê pir xweş e.
Bersiva wê wek reftareke xweşok hesiband, ne zêdetir. Belê
dizanî ku ew tenê bersivekê ji xwesteka dilê wî re… Bi zend û bendên xwe yên
badayî Kafeteriya Harûnî nîşanî wê da û ew jî bi yekdilî pê re berê xwe da wê
derê.
Derbasî gulistana li dawiyê bûn û herduyan hema cihekî vala
di bin dêliya lavlavkê de bijart, li derdora xwe nerîn û awirên xwe pev
veguheztin. Bêyî ku gazinan bikin, herdu jî bi germahiyeke biwexm hisiyan. Du
qedehên lîmonatayê xwestin. Lawikî xwe amade kir ku behsa mijara xwe ya giring
bike, lê ji xwe re got, “Bila axiftin jixweber û bi şêweyeke siruştî dest pê
bike û di dema xwe de bibe; wisa çêtir e”.
Lawikî Got:
- Dema zanîngehê wek xewnekê hat û çû
Wê jî wisa got:
- Bi xweşî û nexweşiyên xwe.
- Çend meh in û her yek ji me dê dest bi karmendiya xwe bike
Keçikê ji bo pesendkirinê serê xwe xwar kir û pirsî:
-Lê dinya bi kû ve diçe?
Ev pirsa ku li her derê û di her demê de li bin guhê wî
dikeve. Bi kû ve? Aştî an şer? Û tofana gotegotan?
No comments:
Post a Comment