Lê bigere

Saturday, August 31, 2013

Em kanser in

Civakeke nexweş, bîrdoz û baweriyên derdzêyan wek her civatên saxlem ji malbat û takekesan pêk dest pê dike.
Kes bingehê hemû civakan de; çi derdzêyan çi saxlem her ji endaman pê dihê, û çi nexweşiya heyî ji yek jêderê dihê; ew jî genetîk e, belam hin rewş hene dikin ku rewşên derdzêyan bibin avanyaj û sûddêr ji xwediyê wê rewşê re. Ew jî li gorî cih, rewş, dema vê rewşê.
Encex eger em biramin û bibêjin ku em giş ji yek jêderê hatine, rola genetîkê dikeve mutasyonên ku piştî pêşiyên me yên ku ji mirovên pêşîn hatine dihê.
Îca eger civat jî ber mutasyonan nexweşî lê derdikevin, hin nexweşî yek endamî yek şanikê digire û wê wêran dike hin nexweşî mîna kanser bi hemû şanik û endamên laşî ve hildiperikin.
Gava em li rewşa civata me dinerin; rewşa derdzêyan dixulxile û  li çavên hemû bijîşkan diêşîne ji roniya şevreşiya xwe.
Em  kanserê in, em li ber mirin û kuştin û xwekuştinê ne.
Lê hûn dizanin ku du kêşe di çareserkirina kanserê de hene:
1. ku ji şanikên laşî bi xwe çêdibin anku eger tu hewl bidî wan bikujî bi ihtîmaleke mezin tê endamên saxlem jî bikuje
2. Metastaz e; ku ji endamekî xwe bera endamê dî dide û wan jî bi xwe re ji hev dixe û dike leşkerên ziyandêriya xwe.
Civata me bi kanserê ye wek min got: lê em endam û şanikên wê ne.
Eger em pêşiya van herdû mekanîzmeyan bi şêweyekî û bi nerîneke cuda ji nerîn bijîşkiyê ku bi pirranî hewl dide kêşeyê hil bike binerin û em hewl bidin ku wê kêşeyê bi rastî çareser bikin. Divê em van her dû astengan çareser bikin.
Ji ber ku em endam û şanikên civakê ne. Divê em li dijî mutasyonên xwe yên derdzêyanî û wêranker xelas bibin. Ew jî em ji kêmasiyên xwe de dest pê bikin, di şûna em gilî û gazincên xwe ji  endamên derdora xwe bikin, eger em wisa bikin em dê rê li ber metastazê jî bigirin ji ber dê mekanzmeya me ya serrastkirina şaşiyên kodên genetîk dê çalak be û dê nehêle mutasyon derkevin.
Anku bi kurtasî eger em xwe ji nexweşiyên xwe rizgar bikin, civata me dê bibe saxlemtirîn civat li ser rûyê xakê ji ber ti cudahiyên bingehîn ji aliyê genetîkê ve di nav me û civatên de tune ne, lê em ji ber mercên cûrbicûr gelek mutasyon di endamên me de derketine lê eger em wan endaman serrast bikin dê hemû civat serrast bibe.
Lewra tiştê rast bike, û bes gilî û gazincên xwe ji derdora xwe bike.
Tu rast be, her kes wek deq e, tu xwar bî, tu nikarî kesî rast bibînî ji ber rawestandina te xwar e.

Tu HÊÇ î

Carekê ...

Du caran
...
Sê caran
....
Hezar caran
..
Ez dixwazim bibêjim
"Ji te hez dikim"
Lê ez dê qet te bi êşa xwe şa nekim
Ji ber tu HÊÇ î


Dilyar

Sunday, August 18, 2013

Tenê

Bavo! Yadê! Xwişkê! Birawo Min ça bêriya we kiriye Dil bê we dikele Digirî Perîşan dibin, Ez û şev Şevreşiya welêt kon li dilê min vedide
...
Ez tazî Pêxwas Li penaberiyê Di nêv êgir de Bê we diqefilim Digirîm Ji tenêtiyê Ji bêWEtiyê ... Werin Min têxin dergûşa min Bilorînin
Bilorînin êşên min bêriya min bila bela xwe ji laşê min rebenê xwedê vekin Bila min di tenêtiya min de bitenê bihêlin

Wednesday, August 14, 2013

Belkî

Belkî
Min ji te hez nekiribe
Belkî...
Belkî ez ne bêriya bêhna te dikim
Kî dizane!
Belkî min tu nedîtibî
Belkî
Tu çîrokek bûyî
Ji min ez lehengê wê me
Belkî ne tu yî
Ew kesa di roniya stêran de
Ne porê te ye
Ku diheje di tartiya şevê de
Ne çavên te ne
Yên ku ez di wan de difetisim
Ma kî dizane belkî
Êş, evîn, daxwaz, xewn, jiyan û
hemû tiştên ku di te de vejiyan
Aşop bin
Dîrok bin
Çîvanok bin
Rew-rewkên pêdiviya sîtavekê bin
Belkî çûna te
Reva te
bêdengiya te
Xewnek e
Ku ez pê sedema mirina xwe diafirînim
...
Belkî ne dengê te ye
Yê ku di çip-çipa baranê de
Ne dilê te ye
yê ku berfê dibarîne bi ser dilê min de
BelKî lêvên min
tî bin
Ne bêriya lêvên te dike
...
Ma dibe buhşt
Li li ser laşê te be
Qey ez ji mirinê vegeriyame
Ji buhiştê
Belkî melek şaş bûn
û ez vegerandim
Dojeha bêtebûnê
..
Belkî..
Lê teqez e
Tu çêjdartirîn
Xweştirîn
kêlîk bû
Di cîhana min de
...

Monday, July 8, 2013

Jêdera hevhîkariya civakî


Yek ji pêşniyarên dî ku dengên dengên siruştî dihundirîne dîtaneya "yo-he-ho"
Ev dîtane dibêje ku dengên mirovî yê ku gava karekî fîzîkî dikirin dikare jêdera zimanan be. bi taybetî gava ew kar çend kesan bihewîne û hevhîkariya wan rêxistî be.

Lewra komek ji mirovên dêrînî belkî dengin wek "him, ih, û ho û hwd derxistine gava dareke mezin bi hev re rakirine an jî mamûsekî bipirç û mirî bi hev re hildane.

Ev pêşniyar an dîtane dibêje ku peresîn û pêşketina zimanî bi naverokên civakî ve girêdayî ye.
Mirovên pêşî neçar bûn di nav koman de bijîn ji ber kom ji wan re ewlehî û parastin dihanî.
Kom ji ber pêdiviya xwe civakî ne û ji bo parastina vê rêxistina civakî neçarî têşeyin pêwendiyê ne, heta ku ev têşe dijûn û naletkitin bin jî.
Lewra dengên mirovî çawa derketibin jî, divê hin pergal hebin ji bo hevtêgihiştina civakî ji mirovên pêşî re.
Ev fikireke giring bû belê bersiva pirsyara me ya a ku dibêje "jêdera zimanan ji kû ye?

Gelek lawir wek gorîlan ên ku xwedî pêwendî û têkikiliyn civakî û dengin wek qîjwîq, qêrîn û bangkirinê derxistine jî nekarîne bibin xwedî ziman an zimanekî çêkin.

Sunday, July 7, 2013

Jêdera dengên siruştî

Nerîneke ji bînî ve cuda li ser jêdera dengan dibêje ku ziman li ser dengên siruştî avabûne.
Ramana bingehîn ew e ku peyvên dêrîn û pêşîn ji bihîsin û lazayîkirina dengên siruştî yên ku mirov bihîstine ji derdora xwe. Gava tiştek li derdora wan difiriya û dengê QA-QA derdixist, ew deng dibû nîşander û pêwndîdarî ew tiştê wî dengî derdixîne. Û fava tiştekî dî ku difirre dengekî wek QÛ-QÛ derdixst ew deng jî dibû nîşandera wî tiştê dî.
Ya rastî hemû zimanên nûjev û hevçerx hin peyvên ku bilêvkirina wan dirûvê derngvedana siruştî ji dengan re dide, ku ev tişt jî vê dîtaneyê dikare xurttir bike.
Di kurdî de ji bilî kû-kû gelek peyvin dî hene wek, çaq, gurm, şerp, huş û hin têşeyên wek xuş-xuş, guj-guj
Ev dîtin wek dîtaneya bow-wow tê zanîn ji bo jêdera zimanan. Peyvên ku dirûvên deng û dengvedanê didin nimûneyin bo "onomatopoeia"yê ne.

Rast e ku hejmarek ji peyvan ji dengvedana tiştan pêk hatiye lê pir dijwar e ku em bizanin bê çawa tiştên bêdeng û razber cihên xwe di zimanên ku li ser dengvedanê çêbûne girtine.
Wemight jixwe ji ew dîtaneya ku dibêje ziman tenê navên tiştan in ne bawer.
Ev dîtane dibêje jî ku dengên resen yên zimanî dikare ji qîjînî û qêrîniya siruştî ya ji ber bertekên hestî/hisî wek êş, hêrs û kêfê hatibin.
By this route, presumably, Ouch! came to have its painful connotations.
Bi vî şêweyî gengaz e ku AX! nîşaneke girêdayî êşê ye.
Lê ax û gelek bertekên dî wek OF, ÛÛ, YAQ bi kişandineke zû ji hinasî re ku ev jî dijî axaftina asayî ye.
Em axaftina asayî bi hinasdanê çêdikin.
Derbirîna dengûdora mirovan tên çêkirin di bertekin hisî de ku dengin ku bi ti şêweyin dî di zimanî de nayên bikarhanîn û ev jî bêtir nîşan dide ku ne gengaz e ku jêdera zimanî be.

Jêdera zimanan

Guman di rastiya ku pêşiyên mirovan, çi jin çi mêr berî ku qabiliyeta derbirîna hestên xwe yên hevbeş ên hezkirinê de di rêya zimanê axaftinê re bi dest bixin, hewl didan bala hev dû bi newa û rîtmên muzîkê bikişînin.. 
Tê gotin ku hin cûrên zimanên axaftinê berî 100-50 hezar salî de derketin, berî ku zimanê nivîskî berî niha bi 5 hezar sal derkeve.
Darwîn
Li gorî pirtûkên dînî:
Xwedê Adem û Hewa afirand û wan jî nav li hemû giyaneweran kir. Nav ji wir derketine lê li gorî Hinûzmê ziman ji sarasvatî jina Braham afirînerê gerdûnê hatine.
Çîrokeke balkêş ku nivîskarê yûnanî Herodotus nivîsiye tê de behsa Firawnekî Misirê dike bi navê "Psammetichus" û dibêje ku vî Firawinî du nûza hiştin bi tenê bi bizinan û şivanên wan yên lal re heta du salan. Piştî du salan dîtiye ku ev herdû zarok peyveke Fragiyanî a ku "bekos" anku "nan" dibêjin. Li gor tecrubeya xwe jî biryar daye ku Fragî kevintirîn û koka hemû zimanan e..
Helbet ev çîrok ne pêkan e ku encamin rast bide, eger em paşgira "kos" ku di nivîsa yûnanî de biavêjin û "be" tenê bibêjin em dê bibînin ku dengê bizinan derdikeve û ew jî diyardeyeke ku ew zarok ji bizinan hîn bûne ne zimanekî xwedayî hîn bûne..
Melikê Skotlandî yê bi navê James ê Çaremîn jî hema tecrubeyê pêk anî di sala 1500an de û di encamê de dibêje ku zarok bi ibrî axivîne, loma ibrî wek zimanê buhiştên Edenê nîşan daye.
Mixabin çi tecrubeyên piştî van ti encamên wisa nedane û derfeta zanîna zimanê ku xwedê daye mirovî negihaye serî.

Friday, July 5, 2013

Dollek li Xelîkanê


Ne çîrok e, ne jî pêkenok e.
Belê Dolek hevalekî li Xelîkanê hebû û em çûnê. Xweş bû cuda bû, belê tiştin balkêş hebûn.
Mala Hevalî li Konyayê bû, ji ber hema mirov dikare bibêje gund vala bûye.
Îca adeteke pir balkêş hebû, ligel ku zava xortekî welatperwer e û dijî wê bû jî, lê xwe li ber fişara kalûpîran negirtibû û neçar mabû ala Tirkiyeyê li şaneşîna xwe hilawistin.
Em:Çima? Çima hûn dadileqînin?
Kal:Adet e!
Em:Adeta kê ye? Ji kû hatiye?
kal:Ya bavûkalan e. Ji serdema Osmaniyan de heye.
Em:Na, ne ala me ye, am em Tirk in?
Kal: Erê em kurd in, lê ev welatê me ye û alaya me ye.
Em: Na Ala kurdî heye.
Kal: kanî? li kû ye?
Ez: Bi rastî jî kanî?
Welhasil ev beşek ji axaftina me û kalên ku hîn kurdiya xwe ji bîr nekirine. Ciwan jî ne xerab kurdî diaxivin, lê baweriya wan bi kurdiya wan pir kêm e.
Çend şîretan li we bikim gava hûn biçin doleke Xelîkanê.
Guhar li xwe nekin eger hûn zelam bin li xwe bikin, belkî guhê we jê kin
Ez bi xwe ji guhjêkirinê xelas bûm, lê riha min ya ku bi erebî jê re tê gotin "seksûk" û bi tirkî "topsakal" di nav lepê pîrekê de ma û hate circirandin.
Loma ha ji xwe hebin û qet riha xwe ya li ser çenê tenê bernedin, dê pîrek bê û dê bikişkişîne.
Eger hûn zava bin nekevin odeyên bi kilîll ji ber dê derî li we bê xilqandin û heta hûn pereyan nedin hûn nikarin derkevin..
Van pend û şîretên min bikin guhar û di guhê xwe xin, lê guhar nexin guhê xwe!
Tiştekî balkêşî din hebû.
Di dolê de qet stranên tirkî nehatin gotin ila gava hineyê, Nizanim bê çima gava hineyê hat gotin lê wisa bû.
Helbet vê jî di vê bibêjim
Ew bi xwe ne dol bû lê şeva hineyê bû, encex nîv-dolek bû jî.
Min qet gotina ku em ji bo dolê dibêjin li herêma me bi kar nehanî, ji ber min xwest ya wir be..

Dilyar

Wednesday, July 3, 2013

Bêmertal im

erê!
bimertal im
lê dihêlim
tu min bêmertal bikî
Tu min ji min bistînî
Min tazî bikî!
beramberî te
diwêrim mertalên xwe deynim
Xwe ji te re bikim hêvî
Xwe ji te re bikim dîlî
Xwe ji te bikim rêwî
her çiqas ne tam
û ne herdem jî be
zor bawer dikim
Lê rast e

...

Dil û Yae

Tuesday, July 2, 2013

aşop î

Du gotin 
Sê çigare 
Piyaleke badeyê
 Ewirin ji çavên te Baran ji yên min 
Aşop î, 
 Çi dikî di dilê min de