Lê bigere

Monday, March 26, 2018

Vegera li nivîsê

Gelek tişt tên serê mirovî ku neçar dimîne ew jî yek ji wan klîşeyên dubarekirî dubare bike û bibêje, jiyan mirovî fêrî gelek tiştan dike. 
Ev nêzîkî du salan e ku ez li saziyeke medyayê dixebitim û mirov tiştinan dibîne ku mûyê qûna wî jî pê re spî dibin. Ê min jî him porê serê min, him mûyên qûna min spî bûn. Helbet ne tiralî û bêxîretiya min bûya, wek hemû kurdan, gelek tişt û serpêhatiyên hêjayî nivîsînê hebûn diviyabû ku min bernedana. Ne ji bo nivîsînê, ne jî ji ber ku nirxeke wan a wêjeyî hebû lê ji bo wek nîşeyên civakî-siyasî bimînin û rojekê ji rojan ji aliyê pisporan ve hişmedniya me ya çewtkirî were analîzkirin. 
Ji ber ew modeya nivîskaran, nivîskarî, rojnameger, edîtor û gelek tiştên wiha di nav me de zêde bûye bê ku ti kes ji me tiştekî li xwe zêde bike, mirov naxwaze binivîse û helbet sedem ne ew tenê ye; gelek sedemên din jî hene, yek ji wan jî ew e ku mirov fêm dike nivîsîn bêsûd e, lê dîsa jî min biryar da ku dîsa ji xwe re binivîsim. Nivîsên min ji bo min in lê eger kesek bixwîne, helbet nabêjim na lê ticarî wî sînorî derbas nakim û xwe ji bîr nakim ku ez ne nivîskar im. Divê ji bîr nekim.

Wêneyekî min ku Miradê Gundikî girt. Gelekî
nexweşil bûme lê dîsa jî hez dikim kirêtiya xwe
nîşan bidim
Min ev "manîfesto"ya vegera li nivîsê nivîsî ji bo ku ji bîr nekim bê çima ji xwe re dinivîsim ku ew jî notgirtina serpêhatî û bûyeran e, nivîsîna derbarê zimanî de ye ku tiştekî jê hez dikim, dubarekirin û jiberkirinê tiştên hîn dibim û herwiha vehesandin xwe û giyanê xwe ku gelekî westiyane.

Mixabin ji bilî zehmetiya nivîsînê bixwe jî êdî gelek kêşeyên din hene ku nahêlin mirov mirov bi dilê xwe binivîse lewra dibe ku neşêm her tiştî binivîsim lê her dibêjim, çi ji destê mirovî were, bike dê  ji nekirinê baştir be.
Tiştê giring ku divê bibêjim ew e; bêhêvîtî li nik min ji herdem zêdetir bûye. Berê bêhêvîtî û reşbîniya min zêde bûye lê dîsa jî pirîskeke hêviyê hebû ku min digot, qey ew pirîst vêkeve, dê agirekî mezin derxîne û jiyana me ronî bike. Niha dizanim ku ti pirîsk mirîsk tine ne û dizanim ku ev tarîtiya em tê de ne dê me bixwe heta ku tiştek ji me nemîne. Lê dixwazim rojekê dinya bibêje, ev jî hebûn, wisa bûn lewra wisa li wan hat. Zimanê wan wisa bû, hişê wan wisa bû, van kesan wisa li cîhanê û li hev dinerî û wisa dijiyan lewra tarîtiyê ew daqurtandin û neman.
Li gel hemû hewlên me yên îsbatkirina ku me tiştek li vê cîhanê kiriye jî ez êdî baş dizanim ku di dîrokê de em her hebûne, her me bandor kiriye lê me ti tişt li mirovatiyê zêde nekiriye; em her bireser bûn, qet nebûne kirde. Em ê wisa bimînin jî lê bila ev nivîsên me bibin bibîranînek ku cîhan di demên pêş de qala hebûna me bike. 


Thursday, March 8, 2018

Înkara rastiyan dikim...

Rastiyan înkar dikim ji bo ku rast bifikirin...
Înkarkirina rastiyan ji me re her bûye kêşe. Me ticarî nekariye rastiyan bidin qebûlkirin lê ev demeke dirêj bû ku ez rastiyên şaş înkar dikin û red dikim da ku bikarim rast bijîm.
Dinyayeke bermeqlûb û seyr e ku pê li serê mirovî dike.
Ez êdî vê dizanim ku heta ez sax bim, eger ez van rojan ji bîr bikim, nexwe ez ne ti mirov im. Divê ez ji bîr nekim û divê kesek jî ji bîr neke, heta eger hinek kes hebin, bikarin di nav van rastiyên şaş de bijîn û zarokan bînin vê dinyayê, divê ew nehêlin zarokên wan ji bîr bikin..
Helbet rêyeke din jî heye; mirov dikare van rastiyên şaş qebûl bike û bi wan re bijî..
Wê çaxê zarokên wî dê zarokên xelkê bin lê dê bextewar bin.
Ji bîr nakim....

Friday, February 16, 2018

Koletî...

Ne bindestî û girêdana dest û lingan e lê nebûna mejî û fikireke azad e.
Baş e ku ez ne feylesûf im û qet naxwînim yana min ê pirtûk li ser vê derûniya balkêş a me binivîsiya bê em çawa û çiqasî kole ne.
Rewş wisa bûye ku pêwîstiya mirovî bi gotina navê bi sedan pirtûk û nivîskaran çêdibe da ku bikare bibêje: Vexwarina avê tiştekî suriştî ye û mafê te ye. Ne mijara nîqaşê ye.
Tiştê herî xerab ê koleyan ew e ku fikirîna wan bi wan sînoran ve hatiye diyarkirin ên ku koledarê wan dane wan. Qet nizane ji wan derkeve; heta gava difikire ku dixwaze ji koletiyê xelas bibe jî ew bixwe tenê hewl dide koledarê xwe biguherîne.
Her hewl dide şexsan diguherîne, hêviyên xwe bi şexsan ve girêdide û qet nikare bifikire ku tiştê xelet, ne ew şexs in lê ew rewş e ya ku tê de ye.
Ne behsa azadiyeke felsefîk dikim lê behsa wê azadiyê dikim a ku wek a her kesî be û sînorên wê bi destê ME hatibe diyarkirin.
Ji bo mirov bikare fêm bike ku kole ye-belkî zehmet be ku mirov vê bike lê dîsa hewl bidin- hewl bide ku çavê kesekî ji derveyî van sînoran li xwe binere, yan jî xwe têxe şûna koledarê xwe û binere bê li ser çi difikire. Gava te ew kir, ji bîr neke ku tiştê ew dike asayî ye lê tiştê tu dikî û jê bawer dikî, ne asayî ye û ne realîst e jî...
Min dixwest ku biwêrim bangî civaknasên me bikim û bibêjim, li ser vê derûnî û hişmendiyê binivîsim lê mejiyekî kole qet nikare behsa van tiştan bike û mixabin, zanîna min jî têra wê nake ku li ser binivîsim.

Sunday, December 31, 2017

Wergera beşeke pirtûka Selîm Berekatî.

Em biçûk bûn birako, gelekî biçûk bûn, wek çêlîkên qazan bûn li herdû rexên kolanê wek xetên lênûskekê bûn.Heytehûteke mezin, heytehûteke zirecêb bû. Mamosteyan xwe di nav rêzên zarokan de çeng dikir û darê xwe li ba dikir, wek pisîkên qutifî bang dikir: Binerin, gava serok derbas bibe, destên xwe li ba bikin"...Û serok derbas bû, di nav me re derbas bû û destên xwe li ba kirin û dûre wan teşeyên geometrîk da dû karwanê, bûn kulmên reş û li dû kaosa hov gindirîn.

Ez çend caran ketim erdê, laş û ling li min qelibîn. Ez bi hemû hêza xwe hewl didim ji gola mirovan derkevim. Gava gihiştim malê, rûyê min bûbû tirabêlk, êdî ne rûyê zarokekî bû.

Ha ew bû, destpêka tundûtûjiyê birako!

Nîşe: Navê pirtûkê

الجندب الحديدي

Ez ne şaş bim, Ehmed Huseynî ev pirtûk wergerandiye,mereq dikim çawa wergerandiye.

Saturday, September 16, 2017

Wergerek ji Nîzar Qebanî

Ka bi hemû baneşanan gazî te bikim
Belkî bi nehwirandina navê te, tu ji lêvên min biwelidî
Bihêle dewleteke evînê ava bikim
Dewleteke evînê, tu şahbanûya wê bî
û ez...ez...ez tê de
bibim gewretirîn evîndar
...
Li vir tevzînok bi laşê min ketin
di kunên çermê min re buhirîn
Belkî taya wê, sawa wî tiştî bû
ku min xwend
(Te ez vegerandim, tiştekî ku min jê hez dikir)
Ya giring, saet 11ê şevê nîşan dida
....
Nîzar Qebanî

Wednesday, September 13, 2017

Hûmanîzm

Kulmek ax e.. Ha li rojhilat ha li rojava.. Dikarî gulekê lê biçînî Dikarî gorekê lê bikolî Tu wê tovê biavêjê bila jiyan bipişkive..
...
Hûmanîzm jehrek e ku mirov pê tiştên dixwazin bifiroşin, didin kirrîn....
Wek wan çend rêzikên li jorê. Nizanim xweş in an na lê hema li hev tînî, gulekê tê de diçînî û dikî jiyan wek ku dinya li bendî me ye ku wê gulê biçînin û piştî wê dê Xwedê - eger xwedayek hebe, eger tine be, sirişt- dê nema bahozan rake û aşîpan biherikîne û dê her evîndarî bigihîne evîna wî...

Friday, July 14, 2017

Tirs

Wek ku hinekan hestên min ji min stendibin, ez dikim nakim naşêm hevokekê bi dawî bikim. Hestên min pûç bûne, belkî tenê hesta tirsê azad mabe û di hinavê min de çirvîtkan diavêje. Tirs jî ne ji mirinê, ne ji lêdan heta ne ji xurtan e jî, tirseke ne diyar e; tirsa ji nediyariyê ye. Ev tirs hesteke wiha ye ku bi demê re hêlîna xwe di dilê mirovî de ava dike û mirov DITIRSE ku ew tirs biçe. Ew bixwe ne ji çûna tirsê ye, tirs ji nediyariya li dû çûna wê tirsê ye.
Gava sîngek ewlehiyê dide, di cih de ew tirs tiştekî wiha dike ku mirov naxwaze biçe ber bi wê ewlehiyê ve û her tiştî dike daku ew ewlehî biçe, bireve...
Qet nizanim bê çi dibêjim lê westiyame

Tuesday, July 11, 2017

Helbesteke tehmsarkî

Dê roja Beran-berdanê bûya
Te yê destmala xwe bi stûyê berxikê xwe yê hezkirî vekira
Belkî ne ji bo min bûya
Belkî çavreşekî din bûya
Lê dîsa
ne têl bûn
ne jî tiving bûn
ên ku em ji hev cihê dikirin
surişt û berxikek bû
..
Berovajî gelek jinan
Baş dizanim tê çêlekek xwedî bikira
Tevahiya çêlekên cîrana dê bimirina
Lê ya te dê gund di nav şîrî de bixeriqanda
cudahiya te, tenê dê ev bûya
çêlek bûya
Ne, zimanekî biyanî
Ne jî perwerdehiyeke xerîb bûya
..
Keçê belkî tu dil têketa kurê axayekî
Ji xwe her xeml û xêl
nav û dengî
tu sermest kiriyî
Lê ne çandeyek ewropayî
ne jî çirûskên biyanî bûn
ên ku tu yê ji min bibiriya
..
Dizanim xeftan dê li te bihata
Û tê xwe pê li ba bikira
Nizanim
Van çi ji me xwest
ku berxikê me ji me stend
çêleka te kuşt
û evîna me bi kindira biyaniyeke çêkirî
bi dar vekir
..
Dizanî tehliya wê
nexweşiya wê
êşa wê çi ye
ku tu dibêjî
,erê tu bi xwe,
dibêjî qey
tu yî, ya vî tiştî dibijêrî
wek hemû koleyên li gundê te
..
Tu jî wek vê helbesta min
tehmsarkî bûyî
ne resen î



Sunday, June 11, 2017

Ceger

Peyva “ceger” li nik me di wateya wêrekiyê de tê gotin ku piraniya serxetiyan ji bo xwarinekê dibêjin ku em jê re dibêjin kezeb. Helbet kurdên li herdû rexan jî dizanin “ceger” navê organekî laşî ye lê  meseleya min ne ew e û heta vê bibêjim, peyv bixwe ne ewqasî giring in lê wate û wateya yan jî wateyên li wan hatine barkirin gelekî giring in. Di dawiyê “ceger” be, “wêrekî” be,  “ceger kirin” be yan jî “wêrîn” be, peyv in wiha ku diyar dikin, tirs û gefek heye lê li himberî wan jî, serhildanek heye.
Îca ez hewl bidim werim ser meseleyê ku ez dizanim ez ê ê vê monologa xwe jî dirêj bikim. Tirs...


Wednesday, May 10, 2017

Gelemşe



​Qepqepa pêlava jinên bedew û nebedew
Her yek xwe dihejîne, ji derdorê qêrînê tîne
Ne ew lê qabikên pêlavên wan
Gazî dikin; ez li vir im, bi hemû serêşiya xwe
Dengê qedehên çayê,
kevçiyên çayê
xirecireke vala
û nûçeyên keştî, moşek û dewaran
Dewarên ku nebûne mijar
lê bûne xwediyê mijarê
..
Çi bûye, kes nizane
Lê her daxuyanî,
slogan û ​dîmen in.
Girseyek li bendî wê ne
ku ji tiştekî re, ji bûyerekê re bibêjin" bijî"
û wêneyên xwe di torên bextewariyê de
parve bikin..
Mirineke hêdî ye
Bendewariyeke bikoletî ye
lê jiyan jixwe ev e
gurmgurm û teqreq e