Bîlînmeyen bir dîl anku zimanekî nahê nasîn
Diniya germ meha Temûzê roja yekê ji mehe Remezanê, û wek
her sal ez û hevalê xwe yê bi navê şêr di keftlefta xwendinê de ne ji bo
derbaskirina salê.
Dibêjin heger bele dihên giş bi hev re dihên îca ê me jî wisa
bû. Em jî di vê Germa havînê de ji xwe û rihê xwe aciz in, bi zor û heft beleyî
dixwînin bi zimanin biyanî, ya min
Înglîzî ya wî Tirkî. Rebenê Şêr ji ber stres û heycan ku ew digirt li hemberî
mamosteyên zanîngehê êdî ji xwe re nexweşiyek bi navê fobiya ezmûnan çêkiribû û
nediket ezmûnan tevî ku dixwend û dixebitî ji bo derbas bike lê roja berî
ezmûnê dest jê ber dida û nediket ezmûnê.
Îca ezmûna wî ya “nexweşiyên hindirîn” wisa derbas bûbû anku
neketibûye. Û bi dehf û teşwîqa min biryara dabû ku dê bikeve vê ezmûnê û du
rojan bê hedan û bê sekin kete ezmûnê. Ez jî li mala wî li Konyayê li bendî wî
me, ez telefonê jê re vedikim jî venagerîne, welhasil ez jî aciz dibim û
dibêjim bi xwedê ev lawik ev ezmûn jî derbas nekir. Di wê germê de ez çûm xwe
bişom hinek ava germ hat, min jî serê xwe kef kir û min dît ku ava germ êdî
nahê. Ez neçar mam bi ava cemidî xwe bişom. Erê, diniya germ bû lê ava kaniyê
pir cemidî bû û mirov pê paqij jî nedibû lê ez neçar mam xwe pê bişom.
Piştî şûştina bi ava cemidî ez derketim min dît ku gaza malê
girtin ji ber nedana fatûreyan. Hema çend deqîqe di ser re derbas nebûn Şêrî j
imin re telefon vekir. Min nexwest ez d cî de jê re bibêjim ku gaz qut bûye min
pirsî ezmûna te çawa bû got “ bi xwedê em sê kes ketin ezmûnê û min ji herduyan
jî çêtir bersiv dan lê mamoste ji min pirsî “ tu ji kû Sûriyeyê ye?” min jî got
“ bakurê rojhilatî” dûre pirsî “ tu kurd î? “ min jî got “erê” û xwedê dizane
loma 65 da min û 75 da herdu yên din. Tevî ku min jê re gotibû ku mamoste j ite
bipirsin bibêje “ez Tirkmen im û ev lehengî j ite re ne lazim e” Ji xwe îroj
digotin ku çend bajarên kurdan li Sûriyeyê azadiya xwe bi dest xistin belkî ji
ber wê jî mamoste baş hêrs bûbû başûr ne bes bû îca rojava jî derket.
Welhasil Min jî got
ku gaz qut bûye. Rabû got tu ka karta
min ya bankê bihîne û were em li bazarê hev du bibînin ta ez biçim fatûreyê
bidim. Ez jî rabûm derketim li ber bankê ez rêz hebû û her yekî ji yê di dorê
de di nîv saetê de encex pereyên xwe dikişandin. Zilamekî 50 salîn li pêşiya
min bû, min jî got ji ber ku dereng pere
dikişandin ez û Şêr jî bi hev re diaxivin. Lê ez aciz û ew aciz. Min çixareyeke
derxist ku ez vexwim. Şêrî ji min re
got: ev der Konaya ye, dibe te şerjê kin heger tu di rojiyê de çixareyê vêxî.
Rabû min jÎ çixareya xwe di destê xwe de hişt û min vênexist
ji bo ku ez li wan deran nehên şerjêkirin. Lê ezmûn nebaş, xwendin zehmet, li
cihekî ku mirov newêrê ne bawer û ne “bêbaweriya” xwe bihîne zimên dijî. Ev giş
bi hev re mirovî bi zorê aciz dikin.
Ez û şêr hinekî din axivîn min dît zilamê pêşiyan bi devekî
bi ken
ji min re dibêje “ hûn bi çi
zimanî diaxivin?”
Ka ez ê çi bibêjim, hingî gelek caran hatiye serê min û ez
ji wê nerîna wan ya ku piştî ez dibêjim “kurdî” aciz dibim min got “ ez
nizanim”
Mêrik jî got: “ ma mirov nizane bê bi çi zimanî diaxive!” “
wek erebî ye?”
Min got: “ dibêjim ku zimanekî nahê nasîn”
Dîsa wî jî dubare kir û got: “ ma mirov nizane bê bi çi
zimanî diaxive?”
Min jî got: “wisa dibêjin”
Wî jî got: “peyama te gîha, min fêm kir bê tu dixwazî çi
bibêjî “ lê gava diaxivî pê re aciz dibû, û berdewam kir “ ev der komara
Tirkiyeyê ye, kesê neecibîne bila “sîktîr” bibe û ji vir bicehime”
De ka were û aciz nebe,
lê vê cara min jî got bi xwedê û bi şeref ez ê xwe aciz nekim û ez wisa
kenîm û min bersiva wî neda.
Îca hîn bêtir aciz bû û êdî nedizanî bê çi bibêje rabû hat û
ez şîret kirim: “ min ne ji niyeteke bed pirsîbû, min got belkî erebî ye”
Te dî erebî zimanê pîroz e lê kurdî zimanê terorîstan e.
Û berdewam kir û got: “ li himberî mirovan ne pêşbawerî an
pêşbiryarî tev bigerin”
Min jî gotê: tu rast dibêjî, û çîroka min ji we re xweş ka difilek şebeş ..