Nivîsîn ne çare ye! Derman ne girî ye ne jî ponijîn e…
Seyre ku mirov nexweşiyê bizane û derman bizane, û bi ser de
jî her him nexweşî him jî derman bi dest û di destê nexweşî de be, lê nexweş
her ji bo nexweş bimîne dermanê di destî de nebîne û ya ji gişî seyrtir ku roj
û şevan ji derdê nexweşiya xwe û bêdermaniya wê binale.
Tevî ku ew û ev alem giş dizanin ku derman di bêrîkê de ye,
lê mixabin destê xwe naavêjê û hebekê danaqurtîne ta ku ji êşa salan rizgar
bibe.
Gelo sedem çi ye? Navê vê rewşê di zanista nojdariyê de çi
ye? Ez bi xwe nizanim…
Derketin ne çare ye….
Ger jî ne çare ye…
Mirin jî…
Xebat! Belkî…lê bê viyan, bê daxwaz, bê zanîn, bê azadî,bê
afirandin û damezirandina derûneke tendurist ji mirovekî re, ne tenê xebat ne
jî viyan û ne jî tiştek bi ji van nikare bibe çare.
Lê belkî hebûna van gişan bi hev re bibe rê û rêbaza çareya rewşa xemgînbar a heyî.
Ka em bi hev re mirovekî lê kin, piştî ku xweda- heger bi
rastî wî ev cîhan û mirov çê kiribin, û heger destûra min hebe ez li wê cîhanê
pê re biaxivim ez ê hermû kiryar û çêkirinên wî bi wî re biaxivim ji ber ez bi
rastiya wan qanî nekirime- ew bi şêweya
fîzîkî ya tekûz afirand.
Ji bo em tekûziya xwedayî bi tekûziyeke mirovahî
bixemilînin gelo divê em ji kû de dest
pê bikin?
Dilyar Amûdê
No comments:
Post a Comment