Yek do sê
Vekok!
Ka qelaç?!
Ka kolanên tozgirtî?!
Ma heta bi dîwaran xwe veşart?
Bajaroko! Tu bi kû de çûyî?
Te xwe di piş kîjan kevirî de veşatiye
Qey , xaniyên axîn, xwe di piş avahiyên bajarên xerîb de
veşartin?
Yan we zarokno! We xwe di bin riwê kîjan biyaniyê de winda
kiriye
Zaroktiiya pak!
Ez kerr û gêj bûm
Lê min kes nedît
Her tiştî xwe veşartiye
Di bin raboriyê de
....
....
Awêneyê!
Ma te ez di kû de
veşartim
Ka hêviyên biçûk?
Çima di te de nateyisin?
Ka dil û viyan
Ev rûyê mehdtirş
Ev qermiçokên xemgîn çi ne?
Derdorê!
ez ê dîsa çavên xwe bigirim
ez ê dîsa çavên xwe bigirim
Yek do sê
Û dîsa yek do sê
Vekok!
Tenêtiyê! Min tu girtî
No comments:
Post a Comment