Di valahiya zaboqan da
Di qiçîna nîvrojê de
Di nav agirê nexuyayî de
Zarotiyê bi ava bîrê dilîst
….
Rojê dişewitand, her tişt
Bi tîrojên ji tundiya
erdnîgara westiyayî
Zarotî dikir, wek qîrê
Bi şemaqên zêrîn
Laşên teze, dikizirandin
….
Zarotî tazî bû
Devliken û dilşad bû
Li ser xaka şilbûyî
Bi felekê re henek dikir
Lê bi dengekî hêdî
Ji tirsa şiyarkirina
Kerbên di xew de
Hîqehîqeke bitirs
Tirsa ku dixwest çêja
kêlîkê bifetisîne
…
Ji aliyekî dibezî yê din
Bi ava herikî re xwe
dişemtand
Pê re diherikîn hêvî
Dîlaneke nedîtî û nenas
Bêpergal xwe li ser
bedenê tazî dihejand
…..
Sal çûn û hatin
Bîr zuha bûn
Hewş êdî teng bûn
Rojê şewtandin terr û
zuha
Kinc biçûk bûn
Qetîn.
Pêlav teng bûn
Ketin bin tifik û danûkan
Tazîbûn bû şerma gewdeyan
Dîwar nizim bûn
Xanî 23 caran hatin
seyinandin û dawiyê hatin xerakirin
Ciwanî yek li dû yekê ji
malan bar kir
Tev li zarotiya pêçayî di
çenteyî de
…
Rewan û zarotiyê serî
li ber mezinbûnê hildan
birîndar bûn di şerê
mezinbûnê de
her sal bêtir xwîn
herikî
û di nav wê xwînê de perpitîn
sikirtn kirin
û li dû xwe mejiyekî
ku di zaboq û xaçirêkan
de winda hişt
li dû xwe, zarotiyeke
çavbihêsir
û mezinahiyeke bêrewan
hişt
……
Dilyar Amûdî
No comments:
Post a Comment