Dergûş
Gulî hûnayî
rû buhiştê
Dil û can bi qurbana te be
Ayeta vîna
vê jînê
Kêf û şahî cîranê te be
Şûşeya misk
û ebîrê
Gul û ember ji hilma te be
Bêkes û
nazik periyê
ezman wêneya te be
winda nabî
por ji hibriyê
dê dilêm dergûşa te be
kiras ji
jana birînê
evîn dermanê te be
tu dergûşa
hestên minê
gerdûn bi dergûşa te be
M.XÊR ŞÊXO
No comments:
Post a Comment