Lê bigere

Saturday, May 23, 2020

Evîn di bin baranê de (beşê 1ê)

Sala 2013an bû, eger ez ne şaş bim, min ev roman wergerand. Roman ya nivîskarê ereb Necîb Mefûzî ye ku xelata Nobelê jî wergirtiye.

Wisa sekinîm û sekinîm, min ji du weşanxaneyan re jî şand ka dixwazin biweşînin welhasil wan zêde guh lê îca ez difikirim ku beş bi beş di bloga xwe de biweşînin:

Beşê yekê:


Herikîneke mirovan bêsekin û bêhedan li bin guhê hev dikeve. Deng ji hemû qatên wê berz dibin. Di tevahiya xwe de tevliheviyekê ji rengên keskesorê çêdike. Dan tenişta hev, bêdeng bi rê ve çûn...
Kirasekî qehweyî û kinik lê bû, porê wê yê reş xwe bi ser serî û eniya wê de berdabû. Wî jî gomlekekî şîn û pantalonekî gewr li xwe kiribû, porê xwe yê reş bi aliyê rastê ve şeh kiribû. Di çavên wê de nerîneke hingivîn û bendewar dibiriqî. Di çavên wî de beqiyeke biçûk peyda dibû, lê gelekî li pozê wî yê tûjik û rast dihat. Wê çendî xwe radestî meşê kiribû jî, lê ew bi xwe li hêviya fersendê bû.
Lawikî got:
- Qereblixî nayê kişandin.
keçik di dengeke di ber xwe de bişirî û got:
- Lê pir xweş e.
Bersiva wê wek reftareke xweşok hesiband, ne zêdetir. Belê dizanî ku ew tenê bersivekê ji xwesteka dilê wî re… Bi zend û bendên xwe yên badayî Kafeteriya Harûnî nîşanî wê da û ew jî bi yekdilî pê re berê xwe da wê derê.
Derbasî gulistana li dawiyê bûn û herduyan hema cihekî vala di bin dêliya lavlavkê de bijart, li derdora xwe nerîn û awirên xwe pev veguheztin. Bêyî ku gazinan bikin, herdu jî bi germahiyeke biwexm hisiyan. Du qedehên lîmonatayê xwestin. Lawikî xwe amade kir ku behsa mijara xwe ya giring bike, lê ji xwe re got, “Bila axiftin jixweber û bi şêweyeke siruştî dest pê bike û di dema xwe de bibe; wisa çêtir e”.
Lawikî Got:
- Dema zanîngehê wek xewnekê hat û çû
Wê jî wisa got:
- Bi xweşî û nexweşiyên xwe.
- Çend meh in û her yek ji me dê dest bi karmendiya xwe bike
Keçikê ji bo pesendkirinê serê xwe xwar kir û pirsî:
-Lê dinya bi kû ve diçe?
Ev pirsa ku li her derê û di her demê de li bin guhê wî dikeve. Bi kû ve? Aştî an şer? Û tofana gotegotan?

Friday, May 22, 2020

Gotina min azad e

Stranek carinan gelek tiştan diguherîne. Ev stran jî ya Emel Meslûsiyê ye ku bûbû sembola şoreşa Tûnisê ya ku pê re "Bihara Erebî" dest pê kir.


Min wisa wergerand:

Ez ew kesên  azad im ku natirsin
Ez ew razên nemir im
Dengê wan kesan im ku serî netewandine
Ez di nava heytehûtê de wate me
Ez mafê wan mezlûman im
ku ji aliyê wan segên han ve hatine firotin
ew segên ku gepa nanî talan dikin,
û li ber pêtên ramanan deriyan digirin
...

Ez ew kesên  azad im ku natirsin
Ez ew razên nemir im
Dengê wan kesan im ku serî netewandine

Ez azad im 
û gotina min azad e
Ez azad im 
û gotina min azad e
...

Heqê nanî ji bîr neke
kesên gepê di ber mirovî de dihêlin ji bîr neke
û xayinên serdemên kambax jî ji bîr neke

...

Ez ew kesên  azad im ku natirsin
Ez ew razên nemir im
Dengê wan kesan im ku serî netewandine

Ez raza wê gula sor im
ku soriya wê bi salan hat hezkirin
ku bêhna wê di çeman de hat veşatin
ku bi kirasekî ji agir derket
û bangî azadan kir
...,
Di nava şevreşiyê de stêrek im
Di qirika zalimî de jî strî me

Ez bayek im ku êgir destê xwe dayiyê
Giyanê wan kesan im ku ji bîr nabin
Dengê wan kesan im ku qet namirin

Ka em hesinî bikin herî
û pê evîneke nû ava bikin
ku çûkan bifirîne
ku bibe welatek
û bayê hênik û baranê bi rê ke
...
 Ez hemû azadên cîhanê me
Ji çend gulleyan, tenê guleyek im


Ez hemû azadên cîhanê me
Ji çend gulleyan, tenê guleyek im



.

...






Tiştekî balkêş di stranê de ku berovajî

Tuesday, May 19, 2020

Belê ez şaş bûm; "Xwîşk" û "Xîşk" di kurmanciyê de hene

Tiştekî nebaş e ku mirov zêde bi xwe bawer be; ya rast ez ewqasî bi xwe ne bawer im lê hinekî baweriya min bi mirovan kêm e. Lewra gava tiştekî dipirsim, difikirim ka çawa bipirsim.
Ji ber tu rica dikî û dibêjî, "Ez dizanim tu peyva ferhengî jî dizanî" û "Dizanim tu şareza yî. Lê ez dixwazim fêm bikim bê hûn li gundê xwe çawa dibêjin" jî.  Lê ew kurdê ku her rojê dibêje "Li gundê me wisa ye û ya rast ya gundê me ye" êdî ya gundê xwe nabêje yan jî nizane bibêje yan jî ji bîr dike û ya ferhengê dibêje.

Welhasil em bi kurdoyî re heyirîne û nizanim ka çawa bikin ku bersiva rast ji devê wî derxînin. Ji ber ez jî kurd im her hewl didim a xwe rast nîşan bidim lê vê carê ne wisa bû. Bi zorê be jî ez qanî bûm ku ez şaş im.

Min zêde dirêj kir lê mesele ev bû; peyva "xwÎşk" bû ku li ba me "xweh" an "xwa" ye û min cara pêşî li Efrînê bi awayê "xuşk" an jî "xwişk" bihîstibû. Her gava ku min didît hinek peyvê wek "xwîşk" anku bi "Î"yê dinivîsîn, min digot çima û min ji xwe re digot, "île şaşiyek tê de heye".

Lê ne wisa ye peyva "xwîşk" heye û ez şaş bûm û min ê li ser mijarê nenivisiye lê min ji xwe re got, madem ez evqasî li ser fikirîme û min ji evqas kesan jî pirsiye, de ka ez van encaman jî li cihekî berhev bikim belkî paşê bi kêrî tiştin din werin.

Lê divê ez vê bibêjim jî şêwaza "xwîşk" hebe jî, wek ku pêwîstî bi lêkolîneke berfirehtir heye ji ber dibe ku tenê diyardeyeke dengî be û di rastiyê de ji veguhertina dengê "û"yê hatibe û ew bixwe ne "î" be.

Dengnasî li gel ku min pirtûkên ingilîzî jî li ser xwendin û hema bibêje, min di kurmanciyê de çi peyda kiribe, min xwendiye lê mijar her bi min giran û zehmet e. Guhê min ne guhekî muzîkî ye û wisa baş ji nav dengan dernakevim. Lê dîsa ez ê fikirên xwe bibêjim.

Pêşî divê ez bibêjim ku di peyva "xwişk"ê de dîfotng heye lewra divê li gorî wê bifikire. Ez ji we re bibêjim dîftong çi ye.

Diftong bi kurtasî "kelijîna du dengdêran di yek dengdêrekî de ye lê gava herdu dengdêr di heman kiteyê de bin" ji ber ji bilî çend mînakên devkî, di kurmanciyê de tenê piştî "x"yê pêk tê Celadetî ew wek "xw" nîşan dabû lê ew bixwe ne wisa ye.

Li vir ez ê behsa dîftongê nekim ka çi ye û ne çi ye lê sedema min got ku jihevderxistina dengan zehmettir dike, nexasim ku di hinek devokan de tine yan jî li ber wendabûyî ye. 

Îca min twitterê de pirsî ka kî li ku çi dibêje, carinan baweriya min bi nivîsê nehat min xwest deng were şandin û encam wisa derketin:

Farqîn:

1. Xwişka min.  ( Farqîn )

Herwiha ji Farqînê bersiveke din hat ku balkêş bû:

2. Ji meriv biçûktir be ‘xwişka min’
Ji meriv mezintir be ‘xûça min’

Herêma Silîva, bajarê Farqînê

3. Xuşk(xwişk)-farqîn 

Semsûr:
xûça min, xûçka min, xûşka min

Culemêrg:
Xwûşka min , Culemêrg
Dih/Sêrt:

Gelo "Ji kerema xwe" yan "ji kerema xwe RE."  ? Ji hêla din ve "Xwîşka min" (Dih)

Qoser:
Bi gotin "xwa min" e. Lê em dizanin ev sadeya "xweh"ê ye. Lewre di rewşa pirjimar de wek nimûne "ew çar xweh in" û "xwehên wî giş hatibûn" tê gotin. Xwişk jî ji wê ye, bi "-(ş)k"ê hatiye "biçûkkirin". Wek jinik û mêrik. Di zimanên din yên îranî de formên "x(w)aher", "xwar" hene.
Wan:
Xûşka min, Wan

Erzirom:

Xwenga min, xa min , xwişka min her sê jî tê karanîn. Erzirom

Meletî: Xweng û xweha : Meletî :)

Xerzan:
Xweh li Xerzan

Wan/Qelqelî:

Xayka min.. Wan/Qelqelî
Cihên nediyar:

Xûşka min

Xwenga min

Mêrdîn:
Xweha min *Mêrdîn

..

Hinek bersivên ji aliyê Behdînanê jî hatin ku min hema hema bê guhertin latînîzekirin:
Kanî Masê

"Xîşka min" hindî min guh lê buwî li Badînan hemiyê her peyva (Xîşk) dihête bikarînan. Hindek cara jî li herêma me li navçeya Kanî Masê ya girêdayî qeza Amêdiyê di nav me da bi rengekê kêm peyva(Xîçû) bo sivikkirinê bikar dînîn"


Akrê

Her di kevin da Akreya peyva (Xiçû) bi kar tîna û heta nûke jî û digel peyva dî jî (Xuşk) ne ku xîşk , li dîv jêderîn mamusta Emîn Butanî li ferhenga zaravê badînî (xuşk) peyveka fermî ye û hemû peyvîn dî li dîv cugrafiyayî dhiête guherîn.
...



Encam ne li gorî dilê min bûn: Ji ber peyva xwişk hebû lewra min hewl da bi deng bibihîzim, min xwe gihand çend kesan û wan jî got, "xîşk" an jî "xwîşk".

Lê divê ez vê bibêjim: "Ew kesên ku xwîşk an xîşk dibêjin, "û"yê an dikin "ü" an jî "î".

Ji ber min pirsî û min dît ku peyvên "şûr" " dûr" wek "şîr" û "dîr" dibêjin an jî

Herwiha li Dihê jî : Ez ji Dihê me, lê li Wanê dijîm/ dimirim :) Heger qesta te "û" û "ü" bin, li dihê dibêjin "tü, güz" li Wanê jî nabêjin "gûz" dibêjin "güz" ...


Îca ne ku li ser a xwe israr dikim lê wek mînak Efrînî Ayê dikin O û dibêjin "Ov" gelo ji ber ew wisa dibêjhin, em ê peyva "OV" wek alternatîf têxin ferhengê yan jî em bibêjin ku tenê "AV" heye û "OV" variyanteke bilêvkirinê ya herêmî ye?
Eger em "OV" wek varyant bihesibînin û nexin ferhengê, hingê ihtimal heye ku "xwîşk" û "xîşk" jî varyanteke "xwûşk"ê be lê dîsa jî bibêjin, ji ber ku "dîftong" li vir heye, ez nikarim bersiva vê pirsê bidim.
Tenê dişêm qebûl bikim ku şêwaza "Xwîşk" di kurmanciyê de heye.

Pirsyara din jî gelo ji van hemû peyvan, em ê kîjanê wek standard qebûl bikin û yên din çawa wek formên herêmî qebûl bikin??

Friday, May 15, 2020

Gelo divê em her tiştî wek Celadetî bikin?


Îro dîsa Roja Zimanê Kurdî ye û kurd ji xwe re pîroz dikin. Ew jî milet in û helbet dê roj û cejnên xwe pîroz bikin. Ji bo min ne kêşe û ji xwe re çi dikin bila bikin. Lê wisa ji ber ku ji zimanan hez dikim, hevalekê pirseke kiribû û min dixwest bi berfirehî bersivê paşê ji min nehat li ser bixebitim û ji xwe tiştên ez dinivîsim bêqîmet in. Îca min got, ez binerim bê bavê vê rokê çawa bi kar aniye. Çi gotiye?
Hevalê digot, “zimanê kurdî” din av gelî de cih girtiye lê ew bi xwe tiştekî wisa tine. Ez jî wisa bawer dikim k udi axiftina rojane de kes nabêje “zimanê kurdî”, eger ne axiftineke akademik an jî rewşeke ne asayî be. Lê dîsa jî bi min ne bikaranîneke şaş e; welhasil ez li ser wê nasekinim lê ez ê tenê binerim ka bavê vê rojê Celadet çawa bi kar aniye?

Divê vê jî bibêjim, b imin Celadet mirovekî bêhempa ye û divê her mirov lê vegere û binere bê çi gotiye lê nayê wê wateyê ku her tiştê wî gotiye, rast e. Dibe ku şaş be yan jî li gorî zimannasên niha şaş be yan jî bi guherîna zimanî re şaş bûbe. Lewra hebûna wê nayê ku “zimanê kurdî” rast e. Lê tenê ji bo em bibinim min lê nerî.
Herwiha dîsa dîsa dilê min rehet nabe; wisa difikirim ku hîn jî ti kes negihiştiye asta Celadetî yan jî haya min ji wan çênebûye.
Di Hawarê de ku teknolojiyê ez şaş nekiribim;
3 caran zmanê kurdî
27 caran zimanê kurdî
27 caran zmanê qurdî
Lê mijar ne ew tenê ye jî: li serxetê ji ber nebûna “Kurdish”ê di tirkî de, serxetiyên me gelek caran di şûna “kurdî” de peyva “kurd” bi kar tînin. Îca min got ka binerim bê Hawarê çawa bi kar aniye:Ji çend nivîsên din jî hinek tişt hatin berhevkirin ku di wan de jî teqez e ku kurdî ne ji bo zimanî lê wek rengdêr hatiye bikaranîn.
Dîsa eger teknolojiyê ez nexapandim:
Pêşî gava ku hîn Celadetî “q” di şûna” k”yê de bi kar dianî.
1 . "Bê siq e qo heçî hej miletê xwe diqin. û di rayèn wan da xwina qurdî a paq. digère arîqarîya civatê ji bona wan deyn e"

"Yanî em kurmanciya îrojî binivîsin; "Bê şik e ku heçî hej miletê xwe dikin û di rayên wan da xwîna kurdî a pak digêre arîkariya civatê ji bo wan deyn e"

2.
"Ev bavê qo ji min re ne tîne xwîna xwe a paq daye, xwîna qurdî qo bi hezaran salan"
"ev bavê ko ji min re ne tine xwîna xwe a pak daye, ew xwîna kurdî ko bi hezaran salan ve..."
3.
Sehîtî ser her texlît rêziqên qurdî û qurdistanê yên zimanê borî û yên îro û senifandina wan.  Sehîtî (ser hatinên Qurdistanê û pîş û sinhetên qurdî.
Sehîtî (li) ser her texlît rêzikên kurdî û Kurdistanê yên zimanê borî û yên îro û senifandina wan.  Sehîtî ser hatinên Kurdistanê û pîş û sinhetên kurdî.
4.sor, gewr, û qesq bi rengê qurdî (helbeta Kamûran Elî Bedirxanî ye)
Sor, gewr, kesk bi renge kurdî
*Lê li vir mirov dikare bibêje ku “kurdî” ji bo zimanî jî hatiye gotin, nexasim ku helbest e.
 5.Lêva qaxezê qişand, rotiq li xwe gêr bû, jê aleqe qurdî derket.
Lêva kaxezê kişand, rotik li xwe gêr bû, jê aleke kurdî derket.

6. Axir seba bajarê Melatyayê di navbeyna dewleta Zilkadiriyê ya Meraşê û Dewleta Qurdî(Merwanî) ya Diyarbeqirê de; şerên mezin çêdibûn
Axir seba bajarê Melatyayê di navbeyna dewleta Zilqadiriyê ya Meraşê û Dewleta kurdî(Merwanî) ya Diyarbekirê de; şerên mezin çêdibûn.
7. Hafiz paşa (8) da bû ber çavê xwe vê bermaya serxwebûna qurdî jî hilweşîne û bêxe bin deste dewleta xwe.
Hafiz paşa (8) dabû ber çavê xwe vê bermaya serxwebûna kurdî jî hilweşîne û bêxe bin deste dewleta xwe.
8. Revîn ne golineqe qurdî ye (nizanim wateya golin çi ye)
Revîn ne golineke kurdî ye.

Îca gava ku “k” bi kar dianî:
1.       “Ricakar im ji te ey lawê kurdî” (Cegerwîn)
2.       Mirina te û penda te vejînin milletê kurdî
3.       Feqîhên te peyayên te bijînin millete kurdî
4.       Ez nadim bi avaniyê Selahedînê Kurdî
5.       Di ser holikê re aleke kurdî pêl dibe
6.       Tu bizan ji rê ve hespên xweşxwanên kurdî çar in
7.       Di mutarekê de civata kurdî li Dêrikê eşkere vekiribû.
8.       Hingê min hejmarên van hevde wilayetên kurdî dabûn ber hev…
9.       Rabin ser xwe, ji xwe re dewleteke kurdî çêkin û ji bindestiya miletên din mekin
10.   Te çend nav û nîşan hişt ji bo vî qewmê kurdî
11.   Her ji xwîna kurdî tê



Nîşe: Divê werin gotin ku ne şert e; ev nivîs hemû yên C. Bedirxanî bin ji ber yeko yeko li nivîskarên wê jî negeriyam lê yên Hawarê ne


Dizanim ku têkiliya sernavê nivîsê û naveroka wê pev tine lê vê bizanin ku eger pêximberê ereban hebe û Qurana wan hebe; me Celadet û Hawar heye. Em her tiştî wek Celadetî nekin jî divê em her lê vegerin û sûdê jê bigirin.
Wek mînak; Celadetî navê xwe "Celadet Alî " nivîsiye lê niha em navê "Elî" dinivîsin ne "Alî." Îca sernavê nivîsê hinekî xapînokî ye.

Friday, May 8, 2020

Navê te dinivîsim

Navê te li ser spîndara kevnar dinivîsim
Tu, navê min li ser qûma riyê dinivîsî
Sibe dê zivistan bi ser çîrokên birîndar de were
Navê te dê bimîne û yê min dê jê biçe


Ez ji xelkê taxê re qala te dikim
lê tu,  ji kaniyê re qala min dikî

Lê gava li bin çirayên şevê şevbihêrk digere
behsa te dikin dilê min! Û ez têm jibîrkirin


Te gulek diyarî min kir,
Min şanî hevalên xwe da,
Min di pirtûka xwe de veşart,
Li ser balgeha xwe çand,


.
Min guldanek da te,
ne te qîmet didayê ne jî guh lê dikir
heta ku winda bû

...
Tu ji min re dibêjî,
-Bi qasî dinyayê-  ji te hez dikim
madem tu ewqasî ji min hez dikî,
Ji bo xwedê çima? Çima? Çima?

Tu, navê min li ser qûma riyê dinivîsî
Sibe dê zivistan bi ser çîrokên birîndar de were
Navê te dê bimîne û yê min dê jê biçe
..

Wergera straneke Feyrûzê

..



Tuesday, May 5, 2020

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Divê pîritî, bişewite û sor bibe dawiya rojê

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

Zana bizanin, rastiya dawî şevreşî ye jî,

Ji ber dizanin gotinên wan ti birûsk neçirandin

Bi nazikî neketin nava wê şêrîn-şevê

Mirovên baş, bi pêla dawî, digirîn li ser bê çawa

kiryarên wan ên nermik, dê li tengava şîn govend bigeranda

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

Mirovên hov ku wan roja revok girt û pê stran got

Fêr bûn - bi derengî - ku bi rê de şîna wê digirin

Bi nazikî neketin nava wê şêrîn-şevê

 Mirovên micid, ên nêzîkî mirinê, bi awirên korker dinerin

Çavên kor dişên wek rijyarekê bibirqin û bextewar bibin

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

 

Û tu, bavo, li wê derê li ser bilindahiya xembar

Min bide ber çêran an jî pîroz bike, bi hêsirên hêrsok, tika dikim

Bi nazikî nekeve nava şêrîn-şevê

Hêrs, hêrs bibe li dijî roniya li ber mirinê

 Helbesta Dylan Thomas

 ..

Zêde ez westandin, ji bo ne derew be ez neçar mam li wergerên erebî û tirkî jî vegerim. Nizanim çima lê min nexwest gelek cihan peyva “man” wek zilam wergerînim lê min ew wek “mirov” wergerand. Ev jî merceke din ê wergera baş e ku mirov baş çandeyê herdu zimanan bizane. Ez baş a ingilîzan nizanim lewra nikarim bibêjim ka sedemeke mentiqî ji vê tercîha min re heye yan tine.