Lê bigere

Wednesday, March 25, 2020

Kurd, korona û makarna...Li gel pivazan



Roj bûne wek hev û hesta ku mirov ji hundirî aciz dibe jî hesteke seyr e ji ber ev ji malê dernakevim û aciz jî nabim.
Çend tişt hene, ez li ser wan difikirim; gelo piştî vê qiyameta korona bi dawî bibe, dinya dê tiştekî û cihekî çawa be? Gelo em ê çawa jê derkevin, helbet eger em sax bimînin? û gelek pirsyarên dî lê ez vê dizanim ku naxwazim bi vê vîrûsê bimirim, naxwazim bibin hejmarek di Rexistina Saxlemiyê ya Cîhanê de û dixwazim bibînim gelo piştî vê qeyranê dê dinya çawa bibe.

Welhasil, min hevaleke alman heye û me li hev pirsî bê di vê demê de em çi dikin û wextê çawa dibuhirînin.

Diyalog wisa derbasbû:

Min: Ez aciz dibim.
Wê: Binivîse.
Min: Li male me, ez ê çi rêxê belav bikim?
Wê: Beşê yekem ê pirtûkê bila li ser te be û 18ên mayî bila li ser kurdan bin.

Ev çend sal in, ne dixwazim qala kurdan bikim, ne jî li ser wan dinivîsim li gel ku her dem ez nûçeyan li ser wan dişopînim. Dilê min ji wan re dixwaze, dilê min bo wan diêşe û dizanim ku bi temamî ne sûcê wan e jî lê êdî hêvî nemaye lewra naxwazim tiştekî li ser wan binivîsim. Lewra eger ez tiştekî wiha bikim, ew 18 beşên nivîsên vikîvala bin.

Ez dibêjim “ew û wan” û xwe ji wan bêrî dikim ne ji ber ez ne kurd im lê ji ber kurdbûn barekî giran e û wek her kurdî dixwazim jê xelas bibim.

Lê di vê dema koronayê de dîsa dilê min bi ser wan ve ye ji ber ku nezan in û li xwe ne miqate ne. Gelek kurd dê bimirin bi vê nexweşiyê. Çima?

Ji ber nakevin mala xwe, li ser qûna xwe rûnanên, nexweşxaneyên wan tine ne, cîhanên wan pêwîst tine ne. Gava nexweşî belav bibe û li ber deriyê nexweşxaneyan bimirin û term li ser hev bên danîn, dê serê wan li tehtê keve.

Çîrok digere, dizîvire û tê heman xalê lê ez ê nebêjim bê çi ye.

Ji xwe mû bi zimanê ve hat û me got û got û tûrikê xwe vala kir lê koletî û hişmendiya kole, ji wan zincîrên xwe hez dike. Lewra ez ê qala rojên xwe di male de bikim wek ku rojên min ên berê cuda bûn.

Ew tirs û endîşeya û taswasa çûnê dikan û marketan ne xweş e.  Lewra min hundir tijî makarna yan wek em dibêjin mekrûn, birinc û nîsk kir û her êvar şîvê çêdikim lê mixabin hevalê min bijîşik e. Her roj diçe li nexweşan dinere û êvarî vedigere. Her vedigere, ez ji xwe dipirsim “Gelo çend virus pê re ketin hundirî?”

Welhasil, min îro makarna û şorbeya nîskê çêkir, min pîvazek jî danî ber û repandê lê min ji bîr kir ava şêliman deynim ber… Xweş bû û me zik kir tembûr.

Tiştekî din jî heye ku dive ez bibêjim; ev çend sal in ku ez dikuxim û dikuxim û carinan bi şev jî ji ber kuxikê şiyar dibim û bêhna min diçike. Îca niha jî wisa ye û nizanim ji ew rewşa herdem e yan jî ihtimal heye ku korona be. Ji ber wek tê zanîn dibe ku hinek sivik jî ji vê nexweşiyê xelas bibin. Ticarî şensê min ewqasî çênebûye.

Sala 2020an li ser şexsê min xweş û baş bû û gelek tişt li gorî dilê min bi rê ve çûn lê helbet ji bo dinyayê gelekî xerab bû û ji xwe ji bo kurdan, ne sala 2020an lê sedsala 20an û 19an û 21ê gelekî xerab bû..

Gelo sibe dê çi bibe? Gelo ez ê îşev dîsa ji ber kuxikê di xew re neçim? Gelo ez ê bikarim dest ji çigareyê berdim? Nizanim lê nivîsên bê dê nîşan bibin bê ew ê çi bibin lê ji xwe eger we dît min bo demeke dirêj nenivîsiye. Bizanin ku… Wek got qet ez ê bibêjim “ez mirime”. Na na! Bizanin ku tiştek nemaye ku ez binivîsim. Helbet ji virus û nexweşiyê ditirsim, ji male dernakevin, naxwazim bimirim û herwiha tevdîrên xwe jî digirim lê li gel wê jî dibêjim qey ez ê nemirim yan jî dixwazim bawer bikim ku ez namirim…

Tirs heye? Qidûmê min şkesti ne û ev jî asayî ye...


Ji bo hûn nebêjin ew çi sernav e. Min behsa korona û kurdan kir; li gel wan min makarna xwe û pîvaz jî xwarin...

Tuesday, March 24, 2020

Rojên koronayê


Gava Gabriel García Márquez “Evîn di dema kolerayê de” nivîsî gelo dizanî, ew ê di dema filan tiştî…de” bibe qalibeke ku li gelek tiştan tê? Ez wê nizanim lê bi rastî jî di van rojan de ku vîrûsa koronayê belav bûye û dibe û herwiha mirov nizane bê sibe dê çi bibe, ez fikirîm ku ji xwe re binivîsim.
Jixwe belkî xêrek jî di vê nivîsê de hebe ji ber min kengî dest bi tiştekî kiribe, tiştek çêbûye û rê li ber min girtiye. Îca belkî destpêirina min a bi nivîsînê bibe sedem ku korona ji binî ve biqele û wenda bibe û em jê xelas bibin.

Vîrûseke balkêş e yan jî em bibêjin “vîrûsê bandoreke balkêş li dinyayê kir” ji ber ku bi rastî em nizanin vîrûs çi ye û çawa ye lê berteka xelkê li ber çavan e. Çima balkêş e? Hema sedema herî besît ev nivîsîna min e. Ev çend sal bûn min dikir û nedikir, min nedikarî du hevokan binivîsim.

Balkêş e ji ber berî niha yekê di medyaya civakî de yekê wiha pirsî: “Teqrîben em ê kengî bikarin dîsa hev himbêz bikin.” Ha belkÎ pirsyara wê normal be, lê xwestina min ku ez jê re bibêjim “Hema te kengî xwest, were ez amade me” balkêş e. Ma qey ez ji mirinê natirsim? Welleh qidûmê min jê dişikê û ji lehengiyên bêsedem jî hez nakim lê xwedê dizane ku ez gelekî ji sîngan jî hez dikim.

Di heman demê de min ev hevokên li jorê ji hevaleke xwe re şandin û min ji xwe re got, qey dê daxwaza min bala wê bikişîne” lê bersiva wê “Mirin sar e” bû. Nizanim çima min jî got, “ divê mirov sê caran were dinyayê.” Ez berê jî li ser vê sêbarekirinê fikirîbûm û her ez gihiştibûm wê baweriyê ku mirov her dê heman tiştî bike, heta eger 30 caran jî were dinyayê.
Gelo rûntiştina li malê dê encamên çawa bi xwe re bîne?

Monday, March 23, 2020

Serxetî çima zorê li zehmetiyê dikin û wê dikin 'zor'? Gelo rastî çi ye?

Bandora zimanan - nexasim ên cîran - li ser hev asayî ye lê ji bo me kurdan ti tişt ne asayî ye. Heta cîranên me ji me bixwe jî bandorê bêtir li me dikin. Helbet bi xêra vê internetê êdî kurd jî bandorê li hev dikin.
Gava ez nû hatim Tirkiyeyê min fêm nedikir, çima "zor" bi wateya "zehmet" tê bikaranîn.
Ji bo kesên ne ji Serxetê fêm bikin bê ez çi dibêjim, ez ê çend mînakên ji axiftinê bidim:
Xwedina te çawa ye?
Baş e lê matemetîk zor ( Me yê bigota "zehmet e")


Heta ez ê çend mînakan ji ketober ji internetê bidim:

* Kovan BAQÎ li ser hesabê xwe wiha dibêje: "Panje'hra coronayê hezkirin û moral e. Ev jî ne zor e. Kurd ji hev hez bikin, na na, hevdu xweş bibînin bes e."
*Abdulkadir Bingöl wiha dibêje: Ji bîr nakin Helepçê çiqas dem ser bibore
Ji bîrkirna wê rojê ji bo me gelkê zor e
Îca wek tê dîtin û ji xwe di axiftina rojane de dê bêtir were dîtin ku li Serxetê piranî di wateya "Hard an difficult"a ingilîzî, "صعب"a erebî de bi kar tînin. 

Lê ev li Binxetê "Zor" ji bo sepandina hêzê/ kotekî tê gotin:
Çend mînakan bidim:
* zor li min kir, loma ez çûm
* bi zorê ez rabûm
* Me bi gogê lîst, wan zora me bir.
Gava ez dibêjim, binxet ez behsa herêma Cizîrê dikim ji ber herêmên din cuda ne. Lê em di şûna wê "Zor"ê de ya serxetî dibêjin, em "Zehmet" dibêjin. 

Di Wikiferhengê de jî pênasîna peyva "Zor" wek ya Serxetê hatiye kirin û wiha hatiye ravekirin:
Wate
rengdêr

dijwar, zehmet, asê (dijwate): asan, sanahî, hêsan)

Lê di di beşê bikaranînê de wisa hatiye ravekirin:
"Zor" di eslê xwe de maneya "kotekî, hêz, xurtî" dide. Ji wê di soranî de jî maneya "pirr, gelek, zehf" girtiye. Hin kurmancan jî ew wisa deyn kiriye û dibêjin "zor spas". Lê ji ber ku di kurmancî de zor bi maneya "zehmet, dijwar" tê fehmkirin, "zor spas" neyê bikaranîn û "gelek spas" yan "pirr spas" were gotin çêtir e."
Herwiha di etîmolojiyê de jî wisa dinivîsî:
Wateya resen hêz / qewet / xurtî bû, hevreha zever ya kurdî, zaveri ya (hêz, qudret) ya avestayî, zor (hêz, qudret) ya pehlewî û زور (zor) ya farisî û शूर (sûra: xurt, bihêz, qehreman) ya sanskrîtî ye û ji proto-aryayî ye. "Zor" ya tirkî, զօր (zōr) ya ermeniya kevn û զոռ (zoṙ) ya ermeniya devokî ji zimanên îranî hatine deynkirin.


Eger em li eslê peyvê dinerin em dibînin ku ji "dijwarî"yê zêdetir wateya "hêz û kotekî"yê dide lê li gorî min ji ber tirkî wateya "zehmet" lê hatiye barkirin. 

Belkî hinek bibêjin wateya wan ewqasî ji hev ne cuda ye lê li gorî min cuda ne. Ha tirkan ew peyv ji zimanên îranî girtiye lê li gorî xwe hinekî wate guherandiye. 

Gava hûn li van peyvên din ên di tirkî de binerin ku ew jî ji peyva "Zor" hatine hûn wateya "hêz"ê ji ya "zehmetiyê" bêtir di wan de bibînin:
* zoraki: mecbûrî ye anku hêzek an tiştek heye ku zorê lê dike. Eynê wek cem e; bi zorê bi min da kirin.
*Zorba: Ji peyva "zorbaz" a farisî hatiye girtin û ew jî ew kesê hêza xwe nîşan dide e.

*Zorunlu: Mecbûrî ye heta eger em devoka xwe ya amûdikî bibêjin, "bi zorê ye".

Ka em li gotinên pêşiyan jî binerin:

- Tajî bi zorê nare nêçirê. Mirov nikare wateya zehmetiyê ji vir derxîne
- Zor gêzerê radike. Dîsa wateya hêzê dide ne ya zehmetiyê
-Dermanê her tiştî zêr e, belê ji zêr xurtir zor e. wateya kotekî dide ne zehmetiyê

Di vê navberê de divê em wî qalibî ji bîr nekin "Bi zor û zehmetî." Her çiqas her kes wiha difikire ku li vir "zor" û "zehmetî" hevwate ne jî. Lê ne wisa ye. Ji ber eger hevwate bin nexwe divê bibe "zorî" lê wisa nebûye.
Ez hinekî din meseleyê vekin: ZOR'a bakur dibêjin rengdêr e. Lê zora di "Zor û zehmetî" de navdêr e ji ber zehmetî jî navdêr e. Anku zor bi xwe navdêr  ne wek wikipediya dibêje: rengdêr e. 

Helbet belkî ez li vir şaş bim. Divê hinekî lêkolîn li ser wêjeya kevin jî were kirin û em li ser wan hûr bibin.


Tuesday, February 25, 2020

Nemirê min

Gelekî westiyame ji mana li vir
çewisî, bi tirsên xwe yên zarokane
û ger tu neçar bî, biçî
Dixwazim hema tu biçî
Ji ber tu yê bi hebûna xwe zêdetir li vir bimînî
Û min bi tenê nehêlî
Wek ku ev birîn dê rehet nebin, ev êş jî zêde rast e
Gelek in ew tiştên ku dem jî nikare ji nav bibe
Gava tu digiriya, min hemû hêsirên te paqij dikirin
Gava te diqîriya, min şerê hemû tirsên te dikir
Û seranserê van salan min bi destê te girt
Lê hîn jî te ez hemû heme
Tu hîn bûbûyî ku min bi roniya xwe ya balkêşî ji desthilanî bixî
Niha jî, girêdayî wê jiyanê mame
ya te li dû xwe hiştiye
Rûyê te, serdana xewnên min yên serdemên xweş dike
dengê te, ketiye pey hişê min ê mayî.

Min kir û nekir, neşiyam ji xwe re bibêjim, "tu çûyî"
Lê li gel tu li nik min î jî, her bi tenê bûme ez
Gelek in ew tiştên ku dem jî nikare jê bibe
Gava tu digiriya, min hemû hêsirên te paqij dikirin

Gava te diqîriya, min şerê hemû tirsên te dikir
Û seranserê van salan min bi destê te girt
Lê hîn jî te ez hemû heme, heme heme...

Weger: Dilyar Amûdî
Nivîskar: Amy Lee, David Hodges, Ben Moody

Nîşe: Dîsa werdigerînim û di ser re naçim û lê venagerim ji ber heta xelas dikim çêj namîne..

Wednesday, April 24, 2019

Li wê bilindahiyê, li hêwanên wan qiralên çûyî

Li wê bilindahiyê, li hêwanên wan qiralên çûyî
Jenney, dê bixwaze li gel reşikên xwe dansê bike
Li gel ên wenda kiribûn û yên jî peyda kiribûn
Herwiha yên herî zêde ji Jenney'yê hez kiribû
û ew ên ku ji zûûû ve çûbûn

Êdî navê wan nedihat bîrê
Wan ew zîvirand li derdora zinarên kevanre û şiloke
xem û êşa wê revandin
û wê qet nexwest ji wir biçe
qet nexwest biçe...

Wan bi roj û şevê dans kir
di nav wê berfê re ku zûka li hêwanê belav bû.
Ji zivistanê ta havînê
ta ku dîsa gihişt zivistanê
ta ku dîwar herifî û wê nexwest ji wir biçe
...
Nîşe: Divê hinekî din li ser wergerê bixebitim

Sunday, December 16, 2018

Xebera we hemûyan e û xebera Nadyayê jî

Em hîn di dibistana navîn de bûn anku 13-14 salî bûn, lawikekî êzidî hat dibistana me,  berî wê her me bi navê êzidiyan dibihîst belkî carinan li sûkan ew didîtin lê min ticarî wisa ji nêz ve nedîtibûn. Helbet ew jî wek me mirov bûn, kurdên kurmanc ên bindest bûn. Lê bêdengiyeke wî lawikî hebû ku diyar bû ne bêdengiyeke ji karaktera wî bû lê neçarî bû. Niha navê wî jî nayê bîra min û dizanim ku zû zû ji Amûdê çû yan jî ji dibistana me çû. Êzidiyên Amûdê bi piranî li gundan dijîn û diçin û tên sûkan jî û helbet di danûstendin, dostanî û hwd ya navbera mezinan de ti kêşe jî tune ne lê di mejiyê me zarokan de tiştekî din hebû.

Dizanim ku meseleyan zêde dirêj dikim lê mixabin hingî her tişt ewqasî tevlihev e, mirov neçar e, wiha bike. Welhasil, niha baş sedem nayê bîra min lê ji biçûkanî ve aliyekî min ê birehm hebû û herwiha aliyekî min welatperwer hebû ku ji ya zarokekî zêdetir bû lê dîsa têra parastina wî lawikê êzidî nekir heta her bêdeng dima û dipirsî gelo divê ez çi bikim.

Ez niha werim serê çîrokê, ji kêlîka wî lawikî lingê xwe avêt dibistanê û her zarokan henekê xwe pê kir, êzidiyo û şeytan û nizanim quzilqurt û hwd. Anku zarokan ew lawikê bêdeng bêzar kir û ez hîn meraq dikim gelo ji ber me zarokan ji dibistanê reviya? Gelo xwend? Gelo me çi bandor li siberoa wî kir? Gelo me çima wisa dikir? Li malê kesî ji me re nedigot, "êzidî ne baş in" jî lê her perestina Şeytanî guneh bû. Welhasil meseleya wê ya sosypsîkoljîk meseleyeke din e lê ew êzidî bûn û em misilman bûn. Helbet nabe nasname wisa bên diyarkirin: "Ew êzidî bûn û em jî ne kurd bûn" an jî  "Ew kurd bûn û em misilman bûn" ji ber ev nasnameyên ji hev cuda ne û ne dijberî hev in.

Bi kurtasî nasnameyên me bi rêzê wiha bûn; Em kurdên kurmanc ên misilman ên amûdî bûn û ew jî kurdên kurmanc ên êzidî ên amûdî(ji gundên Amûdê bûn) bûn. Lê me êşkence bi wî lawikî dikir û tiştê balkêş çawa em gihiştîn dibistana bilind(lîse), hejmara hevalên me yên êzidî zêde bûn li dibistanê, dostanî û danûstendin jî pirtir bû û heta armanc, hêvî, xewn û xeyalên me jî wek hev bûn û ti kêşe ji ber nasnameya me ya olî dernediket helbet ji ber ew nasname qels dibû û li nik me amûdiyan bêwate bûbû.


Nalet li vî hişî bê ku piştî 15 salan ji dûrmayîna ji welêt, ne nav, ne çîrok ne jî gelek tişt baş û zelal tên bîra min lê dîsa çîrokeke din jî heye ku divê bi kurtasî bibêjim, dîsa du hevalên min di dibistana navîn de hebûn ku çîroka zewaca dêya wan û bavê wan balkêş bû. Dêya wan êzidî û bavê wan jî misilman bû. Helbet malbatê qîza xwe nedabû û lawik jî ew revandibû. Jin bûbû misilman û malbata êzidî jî xwe ji qîza xwe bêrî kiribû û eger ne şaş bim jî, li gel ku wan tiştekî wiha nekir jî lê her soza kuştina wê jinik û mêrê wê dabûn. Mebest ku êzidiyan qebûl nedikir, keçên wan bi misilmanan re bizwecin ji ber ola wan wisa bû û misilman jî gava bi wan re dizewicîn, ew dikirin misilman.

Nakokiyên nasnameyê di her civakê de hene, eger nebin şer, nebin sedema inkara nasnameyê din(yên bi zorê ferzkirî ne tê de) tiştekî asayî ye lê ji bo miletekî bindest wek kurdan encamên balkêş dide û mirov pê diêşe, ji ber êşa her nasnameyekê ewqasî giran e, mirov nanameyên xwe yên din ji bîr dike û ji bîr dike ku ew jî beşek ji kesayeta wî ne.
Îca sedema ev destpêka dirêj, Nadya Murad e. Ji roja pêşî de, heta ji min hatiye, min xwe ji şirovekirina rewşa Nadyayê dûr girtiye û eger ne şaş bim min gelekî kêm tişt li ser nivîsîne û heta ji min hatiye min ne pesin û ne jî rexne lê girtine.

Dîsa jî ez ê bi xwe şiroveya xwe nebêjim û ez hewl bidim vê ji wan bixwazim; armanca me ku em li welatekî azad, bi hev re hemû bextewar bijîn û divê em hewl bidin ku bihêlin her kesê li wî welatî dijî bextewar be.
Nivîsa min li vir xelas nabe; ji ber ez dixwazim vê bibêjim, axiftina Nadyayê ya bi kurdî jî, rexnegirtina li wê axiftinê jî û her kurdê ku bi dilsozî tiştek got, rast axiviye lê ti kesî ne sedema vê nakokiyê gotiye û ne jî dermanê wê; anku xebera we hemûyan e û xebera Nadyayê jî.
Îca ka em dîsa binerin kê çi gotiye ji bû hûn baştir fêm bikin.

Nivîskar Zekî Ozmenî wiha gotiye, "Nadia Murad di merasima xelata Nobelê de peyama xwe bi zimanê hovên ku jiyan li wê û li êzdiyan kirin dojeh pêşkêş kir. Ti şaşiyê di hilbijartina zimên de nabînim. Peyam bi wî zimanî hat xwendin, ew zimanê ku ew hov jê fêhm dikin."



Ceng Sagnicî jî rexne lê girtin û got, "Ez ê eşkere bibêjim, kê ev pirtûk li ser navê Nadyayê nivîsîbû, ew teşwîq kiriye ku bi erebî jî biaxive".

Îbrahîm Xelîl Baran jî wisa got, "Nadya Mirad, fersendek bû bo PR ya milletê Kurdistanê lê ew jî pûç kirin."


Herwiha Brehîm Şêxo bi tundî dev avêt Nadyayê û got, "Heger Nadya Murad ji xwe fedî bikra, wê bi Kurdî biaxiviya.

Na na, ji xwe ve jî lê ne hêja ye, bi Zimanê Kurdî biaxive. Xebîneta vî zimanî."

Sîrwan Hecî Berko jî pêşî rexne lê girtibûn û tiştekî wek , " Nadyayê biryar da ku bi zimanê wan hovan bi kar anî" gotibû lê paşê gotina xwe bi paş ve kişand û got ne mafê min e lê mixabin min gotina wî ya duyem jî li ser Facebookê nedît, qey li wê jî poşman bûye.
Helbet Zinarê Xamoyî jî li ser mijarê nivîsî û nivîsa wî bi vî sernavî ye Bi zorê em nikanin kesî bikin kurd.

Lorîn Berzencî bi xurtî xwedî li Nadyayê derket û wiha nivîsî:
"Ez îro şerm dikim.

Ez îro ji ber hinek kurdan şerm dikim. Hûn bi çi mafî êrîşî Nadia Murad bi gotinên hov û nerînên çewt dikin? 
Ji we re pirsa ziman ji mebesta vê xelatê bixwe girîngtir e. 
Hûn ti carî nikarin ya Nadia dîtiye, jiyaye û dijî fêhm bikin/têbigihêjin ji ber kesek ji me tê de derbas nebûye û xeyalê me jî nagihêje wê têgihiştinê. 
Bêxwedî, bêmal, sêwî, laşek şikestî, bindesta hovîtiya mêran, tenêtî... xilas nabe.
Û her li ser lingan sekinî û ev çar sal li temamê cîhanê digere û dibêje. Ji bo yê nizanibe bizane û ev hemû di dîrokê de bi heqî û adelat bên tomar kirin. 
Ji bo vê ev xelat wergirt, ji bo xatirê wêrekî û hêza xwe, ji bo her jineke êzîdî ya ev şidet û hovîtiya cinsî dîtiye.
Ziman
Min gelek caran û ji nêzîk ve Nadia dîtiye û bi wê rê peyivîme. Kurmanciya wê zelal e. Lê wek kurdên bakûr û kurdên rojavayê Kurdistanê wê zimanê xwe nexwendiye. 
Di axaftin û civînên çapemenî de ew herdem bi kurdiya xwe diaxive lê di merasîma xelatê de axaftina wê 5 rûpel dirêj bû û zimanê wê yê xwendin û nivîsînê erebî ye. 
Ji bilî vê yekê, ez zanim ku wan astengiyên wergerandinê jî li Osloyê hebûn.

Îca ji hemû mirovên birûmet dixwazim ku barê wê girantir nekin bi pirsên ji we re giring, wekî ziman û nasnameya we. 
Ew beriya hertiştî xwe ÊZÎDÎ dibîne û hewce nake em desbasî pirsên siyasî bibin. 
Ji ber dema Koço, gundê wê, di 2 heftiyan de dorpêç kirî bûn ji aliyê Daêş ve û hewara xwe gihandin hemû kesî û deverê ti kes bi hawara wan ve neçû. 
Divê em îro ji ber wêrekî û hêza wê weke jineke êzîdî serbilind bin."

Arif Zêrevanî jî ya xwe got, "Miletê kurd hewqasê mezin e ko dikare çend miletên dî ji rehma xwe biwelidîne. Vêca @NadiaMuradBasee xwe kurd nebîne jî her weleda miletê kurd e û em jê hez dikin. Bo nimûne zazayekê elewî xwe kurd nebîne jî her weledê miletê kurd e û em jê hez dikin û htdw."


Teqez gelekên din jî li ser mijarê nivîsiye û xebera her kesî ye wek çawa xebera Nadyayê jî. Ya girin ew e ku em bifikirin bê çawa vî welatî bikin ê her kesî û em hîn bibin ku ji hev hez bikin.


Monday, November 12, 2018

Gelo çima serxetî vê zilmê li Mezlûmî dikin û wî dikin Mazlûm? Mentiqê vê Mantiqê çi ye?

Çima serxetî vê dikin û çima vê dikin? Hûn dibêjin qey min girê xwe ji serxetiyan girtiye lê mesele ne ew e; binxetî û şaşiyên wan gelekî gelek in ku "can" dikin "jan", "ciwan" dikin "jiwan" encex ferqeke besît heye. Ew bi tîpên latînî nizanin lê serxetî dengên kurdî bi yên tirkî re tev li hev dikin.

Mijara vê carê tevlihev e ji ber ku divê ez baş ji dengnasiya tirkî jî fêm bikim da ku bikarim ji we re rave bikim lê berî wê, em bi hev re li hinek amaran binerin û binerin bê kê çawa û çi gotiye:

Mentiq an Mantiq zêde ye?
(Ez ji mamoste Husein Muhammedî hîn bûm ku ji bo lêgerîna kurdî peyva kurdî + xwe, dê encamên bi piranî kurdî bide, lewra ev lêgerîn dê li ser vê rêbazê werin kirin)
Mantiq: Di googleê de: 2,160 encam hatin bidestxistin ku Cîhan Rojî Meşa Moriyan, Bedran Dere, Siyasetmedarên kurd gunehkar in, Felat Dilgeş Sê dînamîkên tevgera Bakur, Rudaw, Anf, Çiya Mazî Bahol, Bahoz Baran di nav wan de ne.

Mentiq: Di googleê de: 7,810 encam hatin bidestxistin ku Şahîn Bekirê Soreklî , Tirşik, Hesen Qazî,Husein Muhammed di nav wan de ne. 

Welhasil bi giştî serxetî bi Ayê dinivîsin û kesên beşên din bi Eyê dinivîsin. Divê ev jî were gotin ku ev peyv bi eslê xwe erebî ye. 

Helbet em li hinek mînakên medyaya civakî jî binerin: 

Mantiq
Kovan Baqî: "Zimanê go bi saya Heterotopya'yan wesfê xwe wenda kiriye, êdî nikare dinyayê bi nav bike. Vî zimanê heterotopîk, go li dij otorîteya "mantiq" welew "kevneşopê" radibe, wateya peyvan xera dike, wan jê dibe, peyvsazîyê û temamê qûralên gramerê hildiweşîne."
Serhad Mêrdînî: Xelk ji bo berjewendiyên xwe şerê hev dikim em Kurd amadene xwe bidin kuştin, taziya xelkê çêdibe em Kurd şûnê datînin, digrîn û li xwe dixin, xelk daweta xwe dikin em Kurd serê govendê digrin! Ev hereketên me hemû nexweşiya bindestî û koletiyê ye û dûre ji aqil û mantiq



Rêdûr Dijle:  Tê gotin, piştî xwendina destpêkê li medreseya bavê xwe li ber destê Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn suxtetî kiriye û perwrdehiya nehw, tefsîr, mantiq û hedîsê standiye. Şehadetnameya xwendinê ji muderîsê navdar ê Kurdistanê Mele Mihemedê Qirmişlûyî wergirtiye.


 Mentiq:
Devlikeb Kelogirî: Min go:
Pirê kurdan, xwe ji asîmlasyonê parastine, lê mentiq û fikirîn asîmle bûne...
Û tenê peyv bi kurdî ne, mixabin!


Peyveke din: Mezlûm yan Mazlûm?
Mazlûm: Di googleê de 52,200 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Mezlûm: Di googleê de 11,700 encam hatin bidestxistin ku ti encamên ji nivîskarên naskirî li ber çavên min neketin.
Ka em werin ser medyaya civakî:
Mezlûm:
Zinarê Xamo: Dixwazin kîn, nefret û barbarîya dilê xwe, ne însaniyetiya xwe bi îdamkirina jineke mezlûm rehet bikin.
Lê êdî ne tenê îdama Asya Bîbî dixwazin, dibêjin ew hakimên Asya Bîbî  berdane jî dibê werin îdamkirin.
Vana ji celadên Daîşê jî xerabtir in.+


 Rêdûr Dije: "her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr
min navek li kurê xwe kir
...
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
'Ramîn, Luqman, Zanyar'
yek mir, sedî tol hilanî!"
#RaminHosseinPanahi

Mehmet Sanri:  Berhem Salih bi xwe dînarekê nake, bo dînarekê bide hînek dî... bextereşiya kurdan mirovên weha 5 quruşan nakin, bi  navê mileteke mazlum bûne siyasetmedar.


Helbet di rewşeke wiha de ev mînak û hejmar rastî û şaşiyê nîşanî me nadin tenê tevliheviyê nîşan didin.
Îca ka em werin ser sedemê ku hinek bi A û hinek bi Eyê dinivîsin.

Berî giştikî ev peyv û peyvên wek wan erebî ye û ew dengdêr di erebî de fethe ye ku di kurdî de E ye ne A ye.
Lê di tirkî de ku du A hene, yek dirêj e û yek kin e lê di kurdî de yek tenê heye. Helbet hinek kurd dê bibêjin na, ew A ji tirkî rabûye, lê tenê nivîsîna kumikî li ser rabûye û bilêvkirin û xwendin wek xwe maye anku di pratîkê de heye.

Ew fetheya erebî-helbet ne herdem û ez ne pisporê tirkî me- ku di kurdî wek me got wek dengê Eyê ye, di tirkî de wek Aya kin tê nivîsîn.

Gava em li mînakên TDKya tirkan binerin, ez ê ji we re bi rêzê erebî, kurdî û tirkî binivîsim:

Erebî                     Kurdî                     Tirkî                              Wate:

عدم                         'Edem                    adem                              tinebûn

آدم                           Adem                    Adem                             Adem

عدد                         Eded                      Adet                                Hejmar

عادة                       Adet                          Adet                              Adet/keneşopî

علم                         Elem                       Alem                               ala

عالم                         Alem                      Alem                                 Alem/dinya


Ew tîpa Eynê we şaş neke Celadet Bedirxanî ji serî ve gotiye, gava peyvek bi wê tîpê dest pê bike, dengdêra li dû wê çi be, bi wê dengdêrê tê nivîsîn. Îca em çi ji vê fêm dikin?

Tiştê em fêm dikin ku dibe ti tirkî de awarteyên wê hebin jî lê fetheya erebî bi Aya kin dinivîsin û Aya dirêj anku elifa erebî bi Aya dirêj dinivîsin. Lê ji ber di kurdî de yek a heye û yek e heye. Tiştekî wisa ne pêkan e. Mirov nikare Mezlûmê reben bi Ayê binivîse û mentiqê wê tine ku Mentiqê bi Ayê binivîse.

Gelo di kurdî de awarteyê vê rewşê tine ne? 

Hene yan tine ne, ez nizanim û bi min pêwîst e, lêkolîn were kirin lê çend mînak hene ku mirov baş nikare biryarê bide bê çawa binivîse.

Maqûl an meqûl? Peyv di erebî de معقول e û li gorî rêbaza me ya jorê, divê bi "e"yê be lê xwendina wê ya bêyî "eyn"ê tiştekî ecêb derdixe lê xwendina "Maqûl" hindik be jî wê rewşa ecêb ji holê radike, lewra ez nikarim bibêjim bê divê çawa were nivîsîn lê dikarim bibêjim ku hêjayî nîqaşî ye.


Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.

Nîşe: Di van mînakan de yên ku min dane, reng e hinek şaşiyên din jî hebin lê ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.

Thursday, November 1, 2018

Gelo hejmara kurdan çiqas e? Ev pirs çiqasî giring e û sedem çi ye?


Gava mirov bindest be, her hewl dide îsbat bike ku tiştên wî ji yê her kesî baştir û zêdetir in. Bi giştî hemû tezên xwe li ser têkbirina îdîayên serdestê xwe ava dike. Ew mirov dibêje qey eger tiştên wî nebaş bin, mafê wî azadiyê tine. Yanî eger kurdî ne baştirîn, resentirîn, xurttirîn zimanê cîhanê be, nexwe mafê kurdan ê serxwebûn û azadiyê tine. Eger kurd ne baştirîn û bi exlaqtirîn mirovên cîhanê bin, ew ê mafê wan tine be ku xwe bi rê ve bibin. Dibêjin qey hejmara wan ne 80 milyon be, mafê wan tine bibin dewlet e. Ji bîr dikin ku hinek dewlet hene ku hejmara wan 100 hezar e. Ew erd a te ye, bila tu tenê lê bijî ya te ye. Bila zimanê te "qelstirîn" zimanê cîhanê be; mafê te ye ku tu bi wî zimanî were perwerdekirin.

Helbet li gel vê tiştekî baş e ku mirov bi awayekî zanistî agahiyan bi dest bixe, binirxîne û eger kêmasiyên civaka wî, zimanê wî û hwd hebin, hewl bide wan fêm bike, rast bike û ji bo xizmeta civaka xwe bixebiten.

Îca Meseleya hejmara kurdan ne ji bo em bibêjin em 50 milyon in û em ji ereban an tirkan an faristan zêdetir e, giring lê tenê ji bo em rewşa xwe fêm bikin, bi min giring e û baş e ku mirov ji dîrokê hîn bibe. Min jî biryara da ku hêdî hêdî vê mijarê vekolim û agahiyan lê zêde bikim:



Pirtûka Kurdistan we dewamet el herb(Kurdistan û avgera şerî)
Nivîskar: Mihemed Ihsan.

Komeleya Neteweyan sala 1925an li ser bingehê berawirdkirinê hejmara kurdan bi qasî 3 milyonan texmîn kir ku nîvê wan li Tirkiyeyê, 700 hezar li Îranê, 500 hezar li Iraqê û 300 hezar li Sûriyeyê ne.



Piştî 20 salan kurdan belge dan Kongreya San Fransicoyê ya damezirandina NYyê ku hejmara wan 9 milyon e.

Lê dîroknasekî bi navê  Willian Lin Westermanî sala 1946an di kovara Foreign Policyê de dibêje ku hejmara kurdan li Îran û Tirkiyeyê 2419000 in, li Iraqê 700 hezar e, li Soviyetê 125 hezar û li Sûriyeyê 100 ne..

Sala 1970yî, Martin van Bruinessen got, 7.5 milyon kurd li Tirkiyeyê, 4-4.5 li Îranê, 2-2.5 li Iraqê milyon li Iraqê, 500 hezar li Sûriyeyê, 60-100 hezar li Sovyetê hene.



Li gorî McDowallî, ku pirtûka xwe di sala 1992an derxistiye, dibêje hejmara kurdan li cîhanê 25-30 milyonî ye. 10.8 milyon ji wan li Tirkiyeyê ne ku ev ji 19% ji nifûsa Tirkiyeyê ye ku wê çaxê 57 milyon bû, 4.1 milyon li Iraqê ne ku ew jî 23% ji nifûsa Iraqê ne ku ew jî 18 milyon bû, 5.5 milyon li Îranê ku ew jî 10% ji nifûsa Îranê ye ku wê çaxê 55 milyon bû, milyonek li Sûriyeyê ye ku 8% ji nifûsa Sûriyeyê ye ku wê çaxê 12.5 bû, 500 hezar jî li Yekîtiya Sovyetê û 700 hezar li Ewropaya Rojavayî û Amerîkaya Bakurî ne.

...

Ev nivîs dê dem bi dem were nûkirin û berfirehkirin.


Nîşe: Eger yek ji min re bibêje bê ez çawa dikarim têbiniyan wek di wordê de bi hejmaran li nivîsê zêde bikim, ez ê hinek tiştên şiroveyan lê zêde bikim.

Sunday, September 30, 2018

Bêriya nan û qehweya diya xwe dikim

Ez bêriya nanê dayika xwe,
qehweya dayika xwe
û destê wê dikim
û rojekê li ser sînga dayika min
zarokatî di min de mezin dibe
û ez ji temenê xwe hez dikim
ji ber ez rojekê bimirim
Ez ê ji hêsirên dayika xwe şerm bikim

Ger rojekê vegeriyam,
Min bibe, wek stûbendekê ji bo serê mijangê xwe
Hestiyên min, bi giyhayekî binuximîne ku bi pakiya çongên te hatiye pîrozkirin.
Û min bişidîne
bi tayekî porê xwe
bi tayekî ji dawa fistanê de li bar dibe
Belkî bibim xwedawendek,
xwedawend, eger destê xwe bidim kûrahiya dilê xwe
Dayê! Dayê! Dayê! Dayê!
Ger rojekê vegerim
Min bike
êzingên tenûra xwe
min bike benekî kincan li ser banî
Ji ber bêyî nimêja roja te
ez ji desthilanî ketim
Kal bûm, stêrkên zarokatiya min li min vegerîne 
da ku bi çêlîkên çivîkan re
têkevim rêya vegerê
ber bi hêlîna bendewariya te.



Tê gotin ku Mehmûd Derwîş ne mezin ne jî biçûkê xwişk û birayên xwe bû û wiha difikirî ku dayika wî jê hez nedikir, ji ber her carê her tişt pê dida kirin û her tişt jê dixwest heta. Îca rojekê tê girtin û wî dibin girtîgehe. Dêya wî tê girtîgehê da ku nan û qehweyê bigihînê lê polîs nahêle. Deng têyê bê dêya wî çiqasî ricayê dike da ku wê qehwe û nanî biggihînê. Welhasil helbest ji bo vê ye