Ew şeş salî bû, ez pênc salî bûm
Xwendevanê nojdariyê, helbestnivîs, wergêr, çîroknivîs, mamoste..(kurdî, ingilîzî, Erebî, Tirkî,1/10 latînî)
Sunday, February 23, 2025
Yarê min gule berda min)
Friday, November 22, 2024
Cahilê 41 salî
Min xwe şuşt,
Xwe zuha kir
Kir û nekir pak nebûm
Cîhan qirêj bû
Av, hewa... Dîwar jî
Dîsa dawerivîn ji min gotinên bêwate
Ez bûm cahilekî çil û yek salî
Cahilekî rihspî
Qîreqîra ciwanan li dora min
Pêlîstokên aşopî
Aşopên li suriştên Ewropayê
Ez her ez im
Gemartir, wendatir, şaştir
Saturday, January 6, 2024
Aciz bû. Bi hezaran fikirên seyr û bêserûbin di serê min de dile'bitin . Nizanim ka ez çi bikin. Ji xwe re dibêjim 'Elifeyê, rûnê! Dev ji xwe berde! Salar, zilamekî baş e! Biaqil e! Dizane çi dike û di ser her tiştî re dilsoz e û ji min hez dike." Lê tiştekî din heye dev ji min bernade...
Nizanim xweda û şeytan hene yan na, lê çi be ew tiştê dikeve serê min û dev ji min bernade, her ji min re dibêje, "Salar têra te nake. Divê kelecaneke din jiyanê de hene. Tu ne ew kes î ya ku hema biçî karî û vegere, şîvê bixwî û hefteyê carekê yan du caran jî zilamek bê ku li rûyê te binere xwe bera ser te de û xelas! Tu ne ew î! Kelecan û tiştên cuda ji te re lazim in."
Tuesday, June 20, 2023
Gum gum gum
Gum gum gum
Zing zing û sed zing
Sal û meh…
Roj û şev
Sed roj… sed şev
Teq û req
Şewitî rû… qermiçî
Koncal vebûn û tê werbûn
Ez, hemû evîn û çîrok
Civiyan pêl li derdora çavikan
Pêl û sed pêl..
guj û guj…
xuş û xuş
pêl û hezar pêl
Herikîn bi ser de teyrok
Herikî..
Gum û gum û gum
Kalo derket ji bin firtonê
Dest danî ser hêviyê
Got..
Gurm gurma sala
Zing zinga meha
Kuşt dil
Tüne kir hêvî
Sunday, September 18, 2022
Pezkûvî
Pezkûvî li ser girî,
Û bêdengî qiloçên xwe bi ezmanan dixe wek pezkûvî
Gaveê jî nêzik nebe, rêbero!
Dûr jî neçe
Cihê te ew cih e ku reh jê çav li reh dikevin
Û erd jî çav li mîrata xwe dikeve
pezkûvî li ser girî,
û bêdengiyeke polayî qiloçên xwe bi ezmanan dixe wek pezkûvî
Sunday, July 26, 2020
Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
Tirkî dikare bi kurdî û heta pê li serê kurdî jî dike. Ev rastiyek e. Nizanim sedem çi ye lê tirkî zimanekî wisa ye ku xwe vedizne nava mejitê mirovî, hêlîna xwe tê de çêdike û hêkan lê dike û çêlîkên xwe lê xwedî dike.
Lewra ez naxwazim behsa ziman, giringiya zimanî û bandora zimanî nekim lê ji roja ku min bi serxetiyan re daye û stendiye, gelek qalibên wisa min dîtine ku mejiyê min dike haho û hawar û her mereq dikim gelo çima wisa dikin. Helbet piştî salan min zanî ku sedem ew e ku tirkî dikare bi kurdî û ne sûcê ti kesî ye.
Îca yek ji wan qalibên ku ez dixwazim li ser rawestim jî ev e; bi ingilîzî “study”, bi erebî “دراسة” bi farisî jî herwiha “درس خواندن” e.
Nebêjin îca ev ji kû derket; min vîdeoyek li ser youtube dît ku bi sernavê “"Resul Bafeyî /Dema Naxwazim Ders Bişixulim.” Wisa nekin wek ku Resûl tenê wisa dibêje. Hemû serxetî bê istisna wisa yan jî qalibekî nêzîkî vê dibêjin. Bi min heta cihekî normal e jî lê…
Ez paşê werim ser “lê”yê. Pêşî ez ji we re bibêjim ku me li binxetê çi digot, me tenê digot “xwendin.” Besî me bû.
Ez nizanim başûr lê wek di sernavê vîdeoya jorê de jî xuya ye serxetî “ders(an) dişuxilim/dixebitim) dibêjin ku bi temamî wergera tirkî ye Helbet ez nizanim jî ka rojhilatî çi dibêjin û herwiha ez nizanim bê divê em kîjan were gotin jî.
Heta ez nizanim bê ya em di bin bandora erebî de mane yan zimanê me û erebî li hev hatiye ji ber ya me û ereban bi temamî ne wek hev e.
Ereb “derese û dirase” bi kar tînin ku bingehê peyva “dersê” ye lê peyveke cuda ya xwendinê ji li ba wan heye lê em peyva “xwendin”ê ji bo herduyan bi kar tînin.
Eger em binerin ka li medreseyan çi dihat gotin, belkî û ez ne piştrast im em hîn bibin bê divê em çi bibêjim lê niha tiştê herî beloq bi min tê ya ku li serxetê tê gotin..
Ez qet ihtimala ku ez şaş bim ji bîr nakim lewra dibêjim belkî serxetî jî rast bin. Îca ez vegerim ser wê “lê”ya ku min li jorê hiştibû.
Erê, reng e ku ya li serxetê tê gotin rasttir be lê ka çima hûn natewînin. Gava mirov dibêje “ez ders dixwînim” û ne “ez dersan/dersê/dersa xwe dixwînim” wek ku tu bibêjî, şûjinan di guhê min de radike.
Ha loma ez dibêjim tirkî dikare bi kurdî, tirkî pê li serê kurdî dike. Mirovên me “ders dixwînin, êk dixwin, mirîşk dikujin…”
Ez guneh im, hema ji bo xatirê min vê tewanga “pirjimariyê” (binerin ez behsa ya nêr û mê yên yekjimar nakim) nekujin, telef nekin….
Saturday, May 23, 2020
Evîn di bin baranê de (beşê 1ê)
Wisa sekinîm û sekinîm, min ji du weşanxaneyan re jî şand ka dixwazin biweşînin welhasil wan zêde guh lê îca ez difikirim ku beş bi beş di bloga xwe de biweşînin:
Beşê yekê:
Friday, May 22, 2020
Gotina min azad e
Dengê Emelê xweş e lê ez bi giştî li stranên erebî guhdarî nakim, tenê ji ber ev stran bûbû ya serdemeke wek serdema "Bihara Erebî" min xwest wergerînin lê mixabin devoka tûnisî jî hinekî giran e lê dibêjin ne xerab çêbûye :) https://t.co/6uXZ3YofM9 pic.twitter.com/c5Dl7xDeki
— Dilyar (@DilyarAmudi) May 22, 2020
Tuesday, May 19, 2020
Belê ez şaş bûm; "Xwîşk" û "Xîşk" di kurmanciyê de hene
Mêrdîn:
Friday, May 15, 2020
Gelo divê em her tiştî wek Celadetî bikin?
Wek mînak; Celadetî navê xwe "Celadet Alî " nivîsiye lê niha em navê "Elî" dinivîsin ne "Alî." Îca sernavê nivîsê hinekî xapînokî ye.