Lê bigere

Thursday, November 1, 2018

Gelo hejmara kurdan çiqas e? Ev pirs çiqasî giring e û sedem çi ye?


Gava mirov bindest be, her hewl dide îsbat bike ku tiştên wî ji yê her kesî baştir û zêdetir in. Bi giştî hemû tezên xwe li ser têkbirina îdîayên serdestê xwe ava dike. Ew mirov dibêje qey eger tiştên wî nebaş bin, mafê wî azadiyê tine. Yanî eger kurdî ne baştirîn, resentirîn, xurttirîn zimanê cîhanê be, nexwe mafê kurdan ê serxwebûn û azadiyê tine. Eger kurd ne baştirîn û bi exlaqtirîn mirovên cîhanê bin, ew ê mafê wan tine be ku xwe bi rê ve bibin. Dibêjin qey hejmara wan ne 80 milyon be, mafê wan tine bibin dewlet e. Ji bîr dikin ku hinek dewlet hene ku hejmara wan 100 hezar e. Ew erd a te ye, bila tu tenê lê bijî ya te ye. Bila zimanê te "qelstirîn" zimanê cîhanê be; mafê te ye ku tu bi wî zimanî were perwerdekirin.

Helbet li gel vê tiştekî baş e ku mirov bi awayekî zanistî agahiyan bi dest bixe, binirxîne û eger kêmasiyên civaka wî, zimanê wî û hwd hebin, hewl bide wan fêm bike, rast bike û ji bo xizmeta civaka xwe bixebiten.

Îca Meseleya hejmara kurdan ne ji bo em bibêjin em 50 milyon in û em ji ereban an tirkan an faristan zêdetir e, giring lê tenê ji bo em rewşa xwe fêm bikin, bi min giring e û baş e ku mirov ji dîrokê hîn bibe. Min jî biryara da ku hêdî hêdî vê mijarê vekolim û agahiyan lê zêde bikim:



Pirtûka Kurdistan we dewamet el herb(Kurdistan û avgera şerî)
Nivîskar: Mihemed Ihsan.

Komeleya Neteweyan sala 1925an li ser bingehê berawirdkirinê hejmara kurdan bi qasî 3 milyonan texmîn kir ku nîvê wan li Tirkiyeyê, 700 hezar li Îranê, 500 hezar li Iraqê û 300 hezar li Sûriyeyê ne.



Piştî 20 salan kurdan belge dan Kongreya San Fransicoyê ya damezirandina NYyê ku hejmara wan 9 milyon e.

Lê dîroknasekî bi navê  Willian Lin Westermanî sala 1946an di kovara Foreign Policyê de dibêje ku hejmara kurdan li Îran û Tirkiyeyê 2419000 in, li Iraqê 700 hezar e, li Soviyetê 125 hezar û li Sûriyeyê 100 ne..

Sala 1970yî, Martin van Bruinessen got, 7.5 milyon kurd li Tirkiyeyê, 4-4.5 li Îranê, 2-2.5 li Iraqê milyon li Iraqê, 500 hezar li Sûriyeyê, 60-100 hezar li Sovyetê hene.



Li gorî McDowallî, ku pirtûka xwe di sala 1992an derxistiye, dibêje hejmara kurdan li cîhanê 25-30 milyonî ye. 10.8 milyon ji wan li Tirkiyeyê ne ku ev ji 19% ji nifûsa Tirkiyeyê ye ku wê çaxê 57 milyon bû, 4.1 milyon li Iraqê ne ku ew jî 23% ji nifûsa Iraqê ne ku ew jî 18 milyon bû, 5.5 milyon li Îranê ku ew jî 10% ji nifûsa Îranê ye ku wê çaxê 55 milyon bû, milyonek li Sûriyeyê ye ku 8% ji nifûsa Sûriyeyê ye ku wê çaxê 12.5 bû, 500 hezar jî li Yekîtiya Sovyetê û 700 hezar li Ewropaya Rojavayî û Amerîkaya Bakurî ne.

...

Ev nivîs dê dem bi dem were nûkirin û berfirehkirin.


Nîşe: Eger yek ji min re bibêje bê ez çawa dikarim têbiniyan wek di wordê de bi hejmaran li nivîsê zêde bikim, ez ê hinek tiştên şiroveyan lê zêde bikim.

Sunday, September 30, 2018

Bêriya nan û qehweya diya xwe dikim

Ez bêriya nanê dayika xwe,
qehweya dayika xwe
û destê wê dikim
û rojekê li ser sînga dayika min
zarokatî di min de mezin dibe
û ez ji temenê xwe hez dikim
ji ber ez rojekê bimirim
Ez ê ji hêsirên dayika xwe şerm bikim

Ger rojekê vegeriyam,
Min bibe, wek stûbendekê ji bo serê mijangê xwe
Hestiyên min, bi giyhayekî binuximîne ku bi pakiya çongên te hatiye pîrozkirin.
Û min bişidîne
bi tayekî porê xwe
bi tayekî ji dawa fistanê de li bar dibe
Belkî bibim xwedawendek,
xwedawend, eger destê xwe bidim kûrahiya dilê xwe
Dayê! Dayê! Dayê! Dayê!
Ger rojekê vegerim
Min bike
êzingên tenûra xwe
min bike benekî kincan li ser banî
Ji ber bêyî nimêja roja te
ez ji desthilanî ketim
Kal bûm, stêrkên zarokatiya min li min vegerîne 
da ku bi çêlîkên çivîkan re
têkevim rêya vegerê
ber bi hêlîna bendewariya te.



Tê gotin ku Mehmûd Derwîş ne mezin ne jî biçûkê xwişk û birayên xwe bû û wiha difikirî ku dayika wî jê hez nedikir, ji ber her carê her tişt pê dida kirin û her tişt jê dixwest heta. Îca rojekê tê girtin û wî dibin girtîgehe. Dêya wî tê girtîgehê da ku nan û qehweyê bigihînê lê polîs nahêle. Deng têyê bê dêya wî çiqasî ricayê dike da ku wê qehwe û nanî biggihînê. Welhasil helbest ji bo vê ye

Wednesday, April 4, 2018

Monologên min û rewşa kurdiyê...

Yek ji tiştên ku ez gelekî jê aciz im, ew e ku mirov di karekî ne karê xwe de biaxive, binivîse yan jî şiroveyan bike lê wek ku ez ê gelek caran bibêjim, pispor, şareza û zanayên me tine ne, kesên wek min dinivîsin û behsa wan mijaran dikin ku ne kar û pisporiya wan in.
Helbet teqez île kurdek an du kurd hene ku di her qadeke heyî de pispor in lê bi rastî jî pêwîstî bi şarezayên wiha heye ku sînorên wan ne perçekirî bin, sînorên wan giştgir bin, berfireh bin û bikarin ji sînorên ferzkirî derkevin. Ez li vir ne behsa felsefeya azadiya mutleq û sînorên seyr û meyir dikim lê behsa hebûna me wek mirov, kurd, netewe û hwd. Behsa wê wan sînoran û wê hişê azad dikim ku dikarin netewe, erdnîgarî, civak, komikên civakî, pêkhateyên olî û hwd. wek pişkên rengorengo yên hebûneke qedexekirî lê berra bibînin.
hîn dewam dike...

Tuesday, March 27, 2018

Nizanim çima serxetî bi zorê tiştan ji xelkê distînin?

Yek ji gotinên tirkan ên ku her kurdek ji ber dike û kurdên wek min jî yên ku paşê hînî tirkî dibin ji ber dikin, ew e; "umut fakirin ekmeğidir" anku "hêvî nanê feqîran". û gepa nanê min jî nemaye lê ez hewl didim bi veguherînekê jiyaneke nû ji xwe re biafirîn û rastiyên çewtkirî qebûl bikim.
Welhasil mijara ku zêde bala min dikişîne û dikim nakim, naşêm kurdan rast bikim wek ku ketibe xwîna wan, qalibên tirkî ne. Mirov dibêje, "ev qalib, gotin tirkî ye, binere kurdiya wê ev e û tu wisa binivîsî, dê xweştir, siviktir rewantir be û dê kurdê her derê jê fêm bike." awirekî wiha di çavên wî de derdikeve, mirov fêm nake bê fêm kiriye yan jî ji te aciz bûye û ji xwe re dibêje, "ev çi ehmeq e, hatiye kurdiya min a bi qalibên tirkî xemiliye, bi kurmanciya xwe ya gundikî dilewitîne."

Kêfa min ji dirêjkirinê re tê, ji ber dixwazim xwendevanê nikaribe bixwîne, hîn nebe, xwendevanê naxwaze xwe biwestîne, hîn nebe. Ji ber pêwîstiya me ya herî giring, ne wergirtin û hînbûna agahiyan e lê têgihiştin û sepandina wan agahiyan e û herwiha veguerîna hiş û giyanî ye.
Îca bê ku ti girêdan di navbera destpêkê û mijarê û dûmahîkê de hebe, hema di cih de behsa mijarê bikim. Serxetiyên me. Tiştekî nakirrin, her distînin, bi zorê be, bi fen û fûtan be, distînin.
Çend mînak:
Kurdî: Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
Tirkî: NATO yetkilisi, Türkiye'nin S-400 alımının İttifak için doğuracağı riskleri açıkladı
Mesele li vir ne werger e lê bikaranîna peyva stendinê ye. Di ingilîzî de “purchase” û herwiha “buy” tê bikaranîn lê kurdên me “almak”a tirkî rasterast werdigerînin “kurdî”.
Zimanê nûçeyan, pirtûkan, wergeran û herwiha axiftina rojane jî wiha bûye ku êdî ti kes ji beqalan jî ti tiştî nakire lê her distînin.
Ka em werin ser hinek mînakên medyaya civakî:
1. 
Min bilêta xwe stend, niha  walêza xwe didim hev...
Xwelî li serê hevalên ji hatina Keşa bêhay...😂
2. 
-te îro ji bo kurdî çi kir?
+min du kitêb û kovarek stend û şev û roja xwe bi wan bihûrand.
-eferim, wele tu rebbê zilama yî lo!..
3. mamoste @Zxamo min îro fûara pirtûkan a amed ji bo keçika xwe hêlîn pirtûka te stend. spas ji bo keda te:) 
4. Qîmeta heval û dostên xwe baş bizanin. Dostanî bi malê dinyayê nayê stendin.
5.Min braziyê xwe hînê axaftina zimanê kurdî kiriye, sibê disba ji wan re defter û qelemê distînim destbî nivisê jî dikim, çi ji destê min hat
6. Ez pirtûkên Kurdî ji pirtûk@Kurdî.com ê distînim.Hûn jî pirtûkên xwe yên Kurdî ji pirtûk Kurdî bistînin@pirtukakurdi 
7. Mirov pirtûka ji ber ku bixwîne, pê ronî bibe, bîrewer bibe distîne; hûn ji bo ku li vir pê hewa xwe bibavêjin distînin 
Nimûneyên rast jî hene ku ew jî “kirrîn” in:
1.
Baş e, piçççiiikî buha ye, lê min bi xwe bi deyn ji Leylanê kirrî û danî pirtûkxaneya xwe. Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Dest xweş.
2.Min ji bo xwe Ahmad Teayek kirrî.  

Li malê jî hevalên min her diçin alavên taştê, pantalon, nanî, pîvan û her tiştî ji wî rebenê beqal û dikandarî distînin û qirûşeke pere nadinê. Bêlome be û neyê serê ti kesî..

Îca ji kerema xwe, dest ji xelkê berdin û tiştekî bi zorê ji wan nestînin, eger hûn ê île tiştekî bi ji kesî bistînin, herin welat, azadî û serxwebûna xwe bistînin ne qalibên zimanê wan ê ku ruhê min diêşînin.
Nizanim çiqasî hat fêmkirin an jî fêmbû bê ez dixwazim çi bibêjim lê mesele hêsan e, ger mirov bi kurdî bijî.
Gelek kes hene, jiyana bi kurdî û zanîna bi kurdî tev li hev dikin û jixwe vê dema dawî modeyeke nû derketiye; zanîna nivîsîna bi kurdî tenê bê ku bizane biaxive. Roj bi roj bê ku haya we ji we hebe, hûn xwe wenda dikin, ji xwe didin, ruhê xwe didin di bin navên cuda, ji bo tiştên cuda û bi armancên cuda.
….
Divê ev jî bê gotin û belkî di bin her nivîsê de jî were gotin:
Hemû antîtez jî rast in û ya giring, mirov ne bi xwe re nakok be, wijdanê wî rehet be û pêşî derewan li xwe û paşê li xelkê neke.

Nîşe: Dibe şaşiyên din di mînakan min dabin de hebin, ez li ser wan nesekinîm. Herwiha dibe şaşiyên min jî hebin, asayî ye ji ber em hemû şaşiyan dikin û armanca gotina şaşiyan ne biçûkxistin e lê nîşandana rastiyê ye.

Monday, March 26, 2018

Vegera li nivîsê

Gelek tişt tên serê mirovî ku neçar dimîne ew jî yek ji wan klîşeyên dubarekirî dubare bike û bibêje, jiyan mirovî fêrî gelek tiştan dike. 
Ev nêzîkî du salan e ku ez li saziyeke medyayê dixebitim û mirov tiştinan dibîne ku mûyê qûna wî jî pê re spî dibin. Ê min jî him porê serê min, him mûyên qûna min spî bûn. Helbet ne tiralî û bêxîretiya min bûya, wek hemû kurdan, gelek tişt û serpêhatiyên hêjayî nivîsînê hebûn diviyabû ku min bernedana. Ne ji bo nivîsînê, ne jî ji ber ku nirxeke wan a wêjeyî hebû lê ji bo wek nîşeyên civakî-siyasî bimînin û rojekê ji rojan ji aliyê pisporan ve hişmedniya me ya çewtkirî were analîzkirin. 
Ji ber ew modeya nivîskaran, nivîskarî, rojnameger, edîtor û gelek tiştên wiha di nav me de zêde bûye bê ku ti kes ji me tiştekî li xwe zêde bike, mirov naxwaze binivîse û helbet sedem ne ew tenê ye; gelek sedemên din jî hene, yek ji wan jî ew e ku mirov fêm dike nivîsîn bêsûd e, lê dîsa jî min biryar da ku dîsa ji xwe re binivîsim. Nivîsên min ji bo min in lê eger kesek bixwîne, helbet nabêjim na lê ticarî wî sînorî derbas nakim û xwe ji bîr nakim ku ez ne nivîskar im. Divê ji bîr nekim.

Wêneyekî min ku Miradê Gundikî girt. Gelekî
nexweşil bûme lê dîsa jî hez dikim kirêtiya xwe
nîşan bidim
Min ev "manîfesto"ya vegera li nivîsê nivîsî ji bo ku ji bîr nekim bê çima ji xwe re dinivîsim ku ew jî notgirtina serpêhatî û bûyeran e, nivîsîna derbarê zimanî de ye ku tiştekî jê hez dikim, dubarekirin û jiberkirinê tiştên hîn dibim û herwiha vehesandin xwe û giyanê xwe ku gelekî westiyane.

Mixabin ji bilî zehmetiya nivîsînê bixwe jî êdî gelek kêşeyên din hene ku nahêlin mirov mirov bi dilê xwe binivîse lewra dibe ku neşêm her tiştî binivîsim lê her dibêjim, çi ji destê mirovî were, bike dê  ji nekirinê baştir be.
Tiştê giring ku divê bibêjim ew e; bêhêvîtî li nik min ji herdem zêdetir bûye. Berê bêhêvîtî û reşbîniya min zêde bûye lê dîsa jî pirîskeke hêviyê hebû ku min digot, qey ew pirîst vêkeve, dê agirekî mezin derxîne û jiyana me ronî bike. Niha dizanim ku ti pirîsk mirîsk tine ne û dizanim ku ev tarîtiya em tê de ne dê me bixwe heta ku tiştek ji me nemîne. Lê dixwazim rojekê dinya bibêje, ev jî hebûn, wisa bûn lewra wisa li wan hat. Zimanê wan wisa bû, hişê wan wisa bû, van kesan wisa li cîhanê û li hev dinerî û wisa dijiyan lewra tarîtiyê ew daqurtandin û neman.
Li gel hemû hewlên me yên îsbatkirina ku me tiştek li vê cîhanê kiriye jî ez êdî baş dizanim ku di dîrokê de em her hebûne, her me bandor kiriye lê me ti tişt li mirovatiyê zêde nekiriye; em her bireser bûn, qet nebûne kirde. Em ê wisa bimînin jî lê bila ev nivîsên me bibin bibîranînek ku cîhan di demên pêş de qala hebûna me bike. 


Thursday, March 8, 2018

Înkara rastiyan dikim...

Rastiyan înkar dikim ji bo ku rast bifikirin...
Înkarkirina rastiyan ji me re her bûye kêşe. Me ticarî nekariye rastiyan bidin qebûlkirin lê ev demeke dirêj bû ku ez rastiyên şaş înkar dikin û red dikim da ku bikarim rast bijîm.
Dinyayeke bermeqlûb û seyr e ku pê li serê mirovî dike.
Ez êdî vê dizanim ku heta ez sax bim, eger ez van rojan ji bîr bikim, nexwe ez ne ti mirov im. Divê ez ji bîr nekim û divê kesek jî ji bîr neke, heta eger hinek kes hebin, bikarin di nav van rastiyên şaş de bijîn û zarokan bînin vê dinyayê, divê ew nehêlin zarokên wan ji bîr bikin..
Helbet rêyeke din jî heye; mirov dikare van rastiyên şaş qebûl bike û bi wan re bijî..
Wê çaxê zarokên wî dê zarokên xelkê bin lê dê bextewar bin.
Ji bîr nakim....

Friday, February 16, 2018

Koletî...

Ne bindestî û girêdana dest û lingan e lê nebûna mejî û fikireke azad e.
Baş e ku ez ne feylesûf im û qet naxwînim yana min ê pirtûk li ser vê derûniya balkêş a me binivîsiya bê em çawa û çiqasî kole ne.
Rewş wisa bûye ku pêwîstiya mirovî bi gotina navê bi sedan pirtûk û nivîskaran çêdibe da ku bikare bibêje: Vexwarina avê tiştekî suriştî ye û mafê te ye. Ne mijara nîqaşê ye.
Tiştê herî xerab ê koleyan ew e ku fikirîna wan bi wan sînoran ve hatiye diyarkirin ên ku koledarê wan dane wan. Qet nizane ji wan derkeve; heta gava difikire ku dixwaze ji koletiyê xelas bibe jî ew bixwe tenê hewl dide koledarê xwe biguherîne.
Her hewl dide şexsan diguherîne, hêviyên xwe bi şexsan ve girêdide û qet nikare bifikire ku tiştê xelet, ne ew şexs in lê ew rewş e ya ku tê de ye.
Ne behsa azadiyeke felsefîk dikim lê behsa wê azadiyê dikim a ku wek a her kesî be û sînorên wê bi destê ME hatibe diyarkirin.
Ji bo mirov bikare fêm bike ku kole ye-belkî zehmet be ku mirov vê bike lê dîsa hewl bidin- hewl bide ku çavê kesekî ji derveyî van sînoran li xwe binere, yan jî xwe têxe şûna koledarê xwe û binere bê li ser çi difikire. Gava te ew kir, ji bîr neke ku tiştê ew dike asayî ye lê tiştê tu dikî û jê bawer dikî, ne asayî ye û ne realîst e jî...
Min dixwest ku biwêrim bangî civaknasên me bikim û bibêjim, li ser vê derûnî û hişmendiyê binivîsim lê mejiyekî kole qet nikare behsa van tiştan bike û mixabin, zanîna min jî têra wê nake ku li ser binivîsim.

Sunday, December 31, 2017

Wergera beşeke pirtûka Selîm Berekatî.

Em biçûk bûn birako, gelekî biçûk bûn, wek çêlîkên qazan bûn li herdû rexên kolanê wek xetên lênûskekê bûn.Heytehûteke mezin, heytehûteke zirecêb bû. Mamosteyan xwe di nav rêzên zarokan de çeng dikir û darê xwe li ba dikir, wek pisîkên qutifî bang dikir: Binerin, gava serok derbas bibe, destên xwe li ba bikin"...Û serok derbas bû, di nav me re derbas bû û destên xwe li ba kirin û dûre wan teşeyên geometrîk da dû karwanê, bûn kulmên reş û li dû kaosa hov gindirîn.

Ez çend caran ketim erdê, laş û ling li min qelibîn. Ez bi hemû hêza xwe hewl didim ji gola mirovan derkevim. Gava gihiştim malê, rûyê min bûbû tirabêlk, êdî ne rûyê zarokekî bû.

Ha ew bû, destpêka tundûtûjiyê birako!

Nîşe: Navê pirtûkê

الجندب الحديدي

Ez ne şaş bim, Ehmed Huseynî ev pirtûk wergerandiye,mereq dikim çawa wergerandiye.

Saturday, September 16, 2017

Wergerek ji Nîzar Qebanî

Ka bi hemû baneşanan gazî te bikim
Belkî bi nehwirandina navê te, tu ji lêvên min biwelidî
Bihêle dewleteke evînê ava bikim
Dewleteke evînê, tu şahbanûya wê bî
û ez...ez...ez tê de
bibim gewretirîn evîndar
...
Li vir tevzînok bi laşê min ketin
di kunên çermê min re buhirîn
Belkî taya wê, sawa wî tiştî bû
ku min xwend
(Te ez vegerandim, tiştekî ku min jê hez dikir)
Ya giring, saet 11ê şevê nîşan dida
....
Nîzar Qebanî

Wednesday, September 13, 2017

Hûmanîzm

Kulmek ax e.. Ha li rojhilat ha li rojava.. Dikarî gulekê lê biçînî Dikarî gorekê lê bikolî Tu wê tovê biavêjê bila jiyan bipişkive..
...
Hûmanîzm jehrek e ku mirov pê tiştên dixwazin bifiroşin, didin kirrîn....
Wek wan çend rêzikên li jorê. Nizanim xweş in an na lê hema li hev tînî, gulekê tê de diçînî û dikî jiyan wek ku dinya li bendî me ye ku wê gulê biçînin û piştî wê dê Xwedê - eger xwedayek hebe, eger tine be, sirişt- dê nema bahozan rake û aşîpan biherikîne û dê her evîndarî bigihîne evîna wî...