Lê bigere

Thursday, January 31, 2013

Ez

Niha wek her kesê ku carine bêhna wî diçike û dixwaze bigirî bêhna min diçike û dixwazim bigirîm...
Ez li raboriya xwe dinerim, bi bîranînê jibîrbûyî û yên di bîrê de mayî, ez tiştekî ku li ser poşman bibim nabînim, lê dîsa jî dixwazim bigirîm..
Ez bêriya xwe dikim ji ber ku êdî ez fêm dikim. Fêm dikim ku rastî nexweş e, jiyan tehl e. Min heta niha hewl da wek ez dizanim, wek dixwazim bijîm, min xwe ji rêbazên cîhanî re netewand tevî ku êşiyam û di gelek tiştan de li paş her kesî mam ji ber min xwest her tişt wek ez dixwazim û bawer dikime, be. Lê nabe êdî ev baş hat fêmkirin..
Belkî niha gelek bibêjin ev çi ye! tu çiqasî bi xwe bawer î! ka te çi kiriye!
Ji xwe min tiştek nekiriye lê ji ber min nexwestiye, yan tiştê tê kirin her kes dike û kirina min ti cudahî nedixistê..
Ez êdî dipejirînim ku tiştê her kes dike rast e û ez şaş im..
Lê gelo ew biaqil in an ez?
wan ev rastî dît û qebûl kir an tirsiyan ku ji rêzê derkevin û winda bibin?
Tirs bû an zanîn bû?
Em bibêjin zanîn e, ma gelo jiyan ev e, ku mirov rast bijî bêyî ku bizane çima ew rast e..
Ez bi xwe xwe naparêzim lê ez ji xwe û rêbaza fikirîna xwe hez dikim..
Ji ber ez ez im û wek xwe me..

Min bêriya we kiriye

Hevalê min ê hêja..
yadê!
pîrka min a delalî!
xwişk û birayên min
Mala min a axî
Çivîkên tirsonek
Mirîşkên hewşê
Çêçikên biçûk
Dara zeytûna
Dîwarên ketî
min bêriya we kiriye...

Dilsozî

Dilsozî ne tiştekî ku mirov ji mirovan bixwaze lê taybetmendiyeke ku divê di mirovî de hebe.
Dilsozî bê xwestin nabe dilsozî lê dibe amûrek ku tu pê bi zorê tiştekî ku nayê xwestin dide kirin..
Loma dilsoz divê nefikire ku dilsoziyê dike...

13/11/1960

Gelo di dema ku li jorê hatiye nivîsîn çi bûye? çend kes dizane bê çi bûye?

Yekitî

"Belê! dem dema cîhana aşopî ye, dem dema şoreşên fikirî û îdeoljî ye"
Hevalê min ê welatparêz ê bi navê Dijwar ku nû ji binxetê reviyaye û dibêje û wisa berdewam dike "ereban bi Twitterê û Facebookê şoreşên ku dewletên xwe guhertin, çêkirin, divê em kurd jî wisa bikin, divê em xwe xweşik bi rê ve bibin, divê em bibin xwediyê ragîhandina xwe û xwediyê dengê xwe"
Ji xwe piştî şoreşên Tûnis û Cezayriê û reva wî ya neçarî ji Binxetê bo Tirkiyeyê. Li Stembolê lê xaniyekî li Emînönüyê rûdinê û her sibe diçe kiloran difiroşe û êvarî vedigere ser komputera xwe bo ku bingeha şoreşa xwe ya cîhana civakî biavêje, û li wir dest pê dike ku li ser înternetê li kurdan digere...
Dikeve kom û rûpelan de, digere û digere dibîne çi kom, rûple, malperên hene hemû bi zimanên biyanî ne û ligel ku bi alayên kurdistanê xemilandîne...
Ew jî ji bilî kurdî nizane bi ti zimanî ji xwe çend gotinan bi erebî dizane lê ji ber bê nasname bû neçûbû dibistanê jî û nedizanî bi erebî jî bixwîne lê dîsa ji bavê xwe hînî xwendina latînî ya kurdî bûbû û dizanî bi kurdî bixwîne lê ka ew kesên ku bi kurdî bixwînin û binivîsin! kaa!
Dîsa hêvî winda nekir û geriya û geriya heta ku di twitterê de keçikek bi navÊ Yekitî dît û wisa kêfa wî hat û got " erê, ev e, ev ew mirova ku dê destpêka şoreşa min pê re be" û jê re nivîsî: Dembaş, tu çawa yî?
Keçikê got: "Ay ne diyor bu lan" *1
Rebenê xwedê Dijwar nedizanî bi tirkî lê ji xwe re got xwedê dizane ev keçik dimil e û ez bi dimilî nizanim û dest pê kir bi tepan bi serê xwe dikeve û diqehere bê çawa zaravayeke zimanê xwe nizane..
Wê şevê nema ji înternetê derket û geriya û geriya bê çawa hînî dimilkî bibe, dawiya ma dawî çend ferhengên dimilkî dît û hevoka dixwaze bibêje bi ser hev de anî: "roza to xêr bo, ti sekena?"
Lê mixabin Yekitî xanima me dîsa wisa bersiva da: "ay bu gerizekali ne diyor yine ya" *2
pepûkê Dijwarê me di cî de li gotinên wê di ferhengên peyda kiriye de geriya û geriya û geriya lê nedît, û wisa fikirî gelo ez bi zimanekî dî jê re binivîsim û bi ser programeke wergerê vebû ku hevoka dixwaze bi tirkî jê re binivîse, û ev jê re nivîsî" merhaba nasılsın? ben Kürdüm" *3
Yekitî xanim got " aa öle mi? ee ne yapayım!"4.
Rebenê Dijwarê min û ew radibe vê jî werdigerîe û lê dinere û dibêje gelo min şaş wergerand çend carab lê dinere lê her bersiv yek e..
Dîsa vê hevokê dinivîse: " Ben türkçe bilmiyor"5
Yekitiya me dibêje: "ee git öğren, ben ne yapayım"6
Dijwarê me vê jî werdigerîne û pişt histuyê xwe dixwirîne û dev ji welêt û her tiştî ber dide û ji xwe re li firotina kilorên xwe vedigere ..
...
Têbinî:
1. wî ev çi dibêje lo?
2.ev bêhişa dîsa çi dibêje
3. merhba tu çawa yî? ez kurd im
4. waaa? ê ez çawa bikim
5. ez nizanim bi tirkî
6. ê biçe hîn bibe, ez çawa bikim
...........

Dilyar

Wednesday, January 30, 2013

Welatê min


Xewn


Şiyar bibe! Kurê min!
Rabe!
Tu dê dereng bimînî!
Wa min ji te re mast û çayê daniye
Sobe jî vêketiye
Kincên te li hêwanê ne
De rabe!
Ser çavên xwe bişo
Zû bike! Saet 7 û çariyek e.
Her roj ez vê xwenê bi şiyarî dibînim , û kengî hinek min ji xewê hişyar dikin, ez dibêjim xwezî diya min be, û evqas sal derbas nebûbin,  ez hîn di lîseyê de me, ev 10 salên ku derbas bûne giş xewneke ji 5 an 6 saniyan be.
Gelo dibe niha jî ez di xew de bim?  Heger tiştekî wisa hebe, ji kerema xwe re min ji xewê rakin...ji ber ev kabûsê êdî min difetisîne...

Buhişt


Buhişt bi agir bûya
Gelo dê ke biçûyayê?
Xebat bê sûd bûya
Ma em ê bixebitiyana?
Nizanim 
Lê dizanim ku navên pejirandî
Me dikin koleyên 
Pejirnadinê

Kûrahî


Gelek caran armanca jiyîn ne zelal e, pirraniya me tê de naramin jî, belkî armanca jiyînê jiyîn e, û hew. Tiştin hene divê mirov bi kûrahî li ser raneweste.

Serpêhatî


Mirov her dem ji serpehatiyên xwe şiroveyên xwe dike, ji xwe heger dilek biêşe, êşa wî dilî ji ber çi be û sedema wê çiqasî vala be bila bibe, ew dilê DIÊŞE. 

Jiyana çêkirokî


Bila kesekî din şer bike
Ez westîm
Kî çi dike, ew dizane
Azadî ye!

Raman ne karê min e
Bi rastî jî min diêşîne
Zanîn bargiranî ye
...
Bihêlin bila ji xwe re stranên kevnar binehwirînin
Bê ku wateyên peyvan bizanin
...
Dev ji min berdin
Ez lodeke ji têkçûnên we me
..
Li xwe binerin
Ji bo hûn çêkirokiya jiyanê bibînin
...
Ez yek ji we me
Wek we me
Me hev xistiye vê rewşê
...
Nebêjin
Em ji hev çêtir in
Gû birê rêxê ye
..
Quranên xwedayî
An mirovahî ezber bikin
Û dev ji min berdin
...
Ez westiyam

Sunday, January 27, 2013

Mirin


Mixabin!
Tiştekî bê nivîsîn nemaye. mirov pir kûr di her tiştî diifikire û her tiştî fêm dike, lê xwe winda dike, ew kenê li ser riwê xwe..
Vac di vir de rola xwe dilîze ku mirov bikare ji nexweşiyê xweşiyê derxîne...

Saturday, January 26, 2013

Diyalog

Şemo: Ji bo tu neêşî tu dikarî her her tiştî bikî...
Xemo: tê bibêjî qey her kes li êşê digere, an êş tiştekî baş e..
Şemo: Na, lê gava mirov ji yekî, an ji tiştekî hez dike dikare biêşe, bila ew kes ne tenê xwediyê êşê be..
.....

Friday, January 25, 2013

Hey li min

Hey li min lê dayê, hey li min lê pîrkê, ez ji welêt çûme...
hey li min lê xwişkê lim lê lê...
Bi rastî jî  bêkes û xerîb pîr bûme..
Neçar mam an xwe winda bikkim an jî ibêkes û xerîb bijîm
Zehmet kurdbûn lê xweş e xebat..
Em ê rojekê vegerin.. em ê welêt bikin buhişt û em xemgîniya ku qelş û qermîçok di riwê we de
hiştine rakin, biborînin..
Ne di destên me de bû, lê soz em ê vegerin

Orkîde

Di paxila min de
Orkîdeyek şîn tê
Rojeke fediyok
Pencan vedide
Dem, raborî û dahatû li pişta min
Siwar dihên
Dibêjin;
" Bo çi dikî?"
Hêvî bi aliyê qelêç ve dibeze
Wek zarokekî delal
Dixwaze li pişta dayika xwe
Çavên xwe veke
Ji xewa şevbihêrkên havînê
Û bizane ku dahatû dît
Ji dayika xwe re bibêje
Yadê! Qurbanê!
Hemû tişt xewn bû
Ez evîndar nebûme..
Evîna min,
Xewneke tehl bû
Ez ne li wir im
Ez li vir im......

Dilyar

Dil

Di qubaleya dilî de
Dimeyînim  evîna xwe
Bi heyvanê berhema kenê te
Û dinuximînim
Bi hîzarê giyanê xwe
Ta bixwin zarokên
Diherikin ji dêmên  te


Dilyar

Thursday, January 24, 2013

Şoreş

Mirov dixwaze gelek tiştan bike, carine di nav jiyanê de daxwazên xwe ji xwe dixe, wê çaxê jî dixwaze dîsa daxwazên xwe bibîne û ji nû ve bera dû wan de...
Mixabin em kurd ji roja çêbûne ta îro her tiştên me bi kîbûna me ve girêdayî ye, bi zimanê me yê qedexe û bi nasnameya me ya qedexe ve girêdayî ye...
Û êşînertirînê tiştan jî ku mirov bi qasî ji kurdayetiya xwe hez dike, gelek rêbazên ramîn, hest û nerînên xwe li cîhanê an ji neyarên xwe digire an jî derdoreke ku ne ya wî ye, û li wir xwe winda dike, dikeve wê keftûleft nakokiya xwebûnê û jiyaneke asayî de, xwebûn neasayîtiyê tîne, ji ber tu ji her tiştê dî bêpar dimînî, tu ji gelek tiştên mirovahî yên gelên dî bêpar dimînî...
Belkî divê wê çaxê mirovê rêça ramîna xwe biguherîne û wisa li meseleyê binere, ku jiyan xebat û têkoşîn e, û her wisa xweş dibe, û çareya vê nakokiyê di asayîkirina civatê bi xwe de ye..
Lê di vê ji bîr nekî, ku gava vê dibêjî ew bi xwe dibe bijîşkekî şoreşger ku dixwaze nexweşiyê ji binî ve ji vî laşî derxîne, encex belkî hêz, zanîn, û dema wî/wê têr nekê, lê divê bibêje ez bigihêm kû jî yên bi dû min de dê temam bikin...

Mirin

Ne çîrok e........

Wednesday, January 23, 2013

6 saet

Dîrok

Dîrokekê bibêje
Li ser termê min
Li ser evîna min
Min bikuje
Li bendî mine be
Li min bigere
Di hemû riwan de
Di ramanên cuda de
Li min bigere
Di hemû zilamên cîhanê de
Bigere heta tu biwestî
Xwe nexe destê poşmaniyê
Li min negere
Te ez kuştim
Di dilê min de
Di mejî û fikirên min de
Ez êdî ew im
Ew kesê ku ne ez im
Ew kesê ku te naxwaze
Dîroka mirina min bibêje
Di bin konê xemgîniyê de
Biqîre
Hindik ma
Ez vêjîm ji mirinê
Lê te di dilî de bimirî

Dilyar Amûdî

Tuesday, January 22, 2013

Wednesday, January 16, 2013

Mixabin

Gelemşe ye, ev giyan
Tê de winda bûne
Pêlavên şewitî
Di bin danûkan de..
Bi werîsan tên kişandin
Xewnên biçûkaniyê
..
Gog e, evîna vî zarokî
Li bin guhê dîwarên
Kolana kevnar dikeve.
...
Şevreşiya havînî ye
Bazdana kolanan
Çavgirtînka hevalan e
Ev raman
..
Çîrok
Bêrîkirin, û hezkirin e..
Lixwegerîn û nedîtin e..
Xunavên gîhayê hewşê ye
Ava barana nîsanê ye.
Biyanî û welat e..
Çîrokeke klasîk
di civakeke klasîk de
Bi bêhna çavreşeke wendayî
Di porê hûnayî
Li ser pişta tazî
Di qirka yarê de
xwestiye bê deqandin

Dilyar Amûdê

Sunday, January 13, 2013

Toros

Di pirtûka "The Kurdish nationalist movment, its origin and development" " beşa erdnîgariya fîzîkî de, "çiya"
Em dikarin bêjin ku Kurdistan ji sê rêzên çiyayên bingehîn de pêk dihêt: Torosên Ermeniyan yan Torosên Rojhilatê, Torosên navîn û Zagros.
Pirsiyara min gelo ev torosên Ermeniyan kû ye? çi ye? û kesek dikare li ser nexşeyê nîşanî min bike?

Rojhilat di 1978-78

Di salên 1978_79an de di serdema şoreşa Îranê de, di nav kurdan de ji bo xweseriya herêmî tevgereke bingehîn derket. PDKê û gelek partî û tevgerên biçûk rêveberiya herêmê kir destên xwe. Kurdistana Îranê bi salan di pratîkê de xweser bû...
Lê di sala 1983an de hikûmeta Îranê( dîsa bi alîkariya Barzaniyan) li van deran gişî dîsa hakimiyeta xwe îlan kir û hemû siyasetvanên kurd ên welatparêz û gerîllayên wan sirgunî Îraqê kirin.
Ji wê tarîxê de çalakiyên welatparêzî ji neçarî bi dizî hatine meşandin, lê dîsa jî kiryarên wan ên çandeyî domand. Ji wê demê de jî ji bo demokrasîkirina Îranê di tevgera dijberiyê de serkeftineke mezin pêk hatiye lê kêm li ser daxwazin kurdan hatiye sekinandin

Ji pirtûka The Kurdish nationalist movment, its origin and development" min ji tirkî wergerand..
Ger hûn bixwazin dikarin agahiyin dî jî binivîsin û fikir û pirsyarên xwe jî bikin... 
Nîşe: min bi reseniyê nelîst heta ji min hat lew belkî werger bi xwe jî nexweş be. wek mînak ez têgiha Kurdistana Îranê bi kar nahînim lê di pirtûkê de wisa hatibû nivîsîn.


 Çend Pirsyar:

1.Piştî di salên 78an û 79an me ew rêveberiya herêmî ji destê xwe bir?
2. Çawa Barzaniya alîkariya hikûmeta Îranê kir? û çawa?
3. Tê gotin ku serkefin û guherînin erênî di demokrasîkirina îranê de pêk hatine lê dîsa jî kurd bêpar jê mane, gelo ev nîşana tiştekî ye an?

Evîna kurmancî

Gava tu hatî,
li dilê min xîne,
bo çavên xwe ji te re vekim,
Ji te re çîroka evîneke kurmancî bibêjim

Saturday, January 12, 2013

Beyanîbaş

Beyanîbaş..
Ez nuh ji day bûme, hew ez ê sîh salî bijîm, Rast e ez ê gelekî nejîm, lê ez gelek tiştan dizanim hîn di roja yekem di jiyana xwe de, tiştê ji min tê xwestin ku ez  wek ew dema di zikê dayika xwe de bûm nekim..
Hinekî bêtir tij e hinekî bêtir bixebitim, hinekî bêtir ji xwe û jiyanê hez bikim...
Bi ser halan de çîrokên min hene ku ez bibêjim hîn ji roja yekem di jiyana min de, ez xwe baş dinasim li gor zarokekî yekrojî..

Berbang

Rêwî ne, hinav
Ji perav giravê
Bo bendera xewnan
Siwar tên li keştiyên xwedîtinê
Dijîn bahozên evînê

Evîna min

Belê, ez êdî te naxwazim, ez dev ji te ber didim, ligel ku dilê min lê dide, bêhna min diçike, ez difetisim, dixwazim bimirim û dev ji te ber nedim, ez dibêjim îro bê te biqede jî sibe dê çawa biqede... Jiyan bê te nexweş e, bêçêj e, bêwate ye.
Ger ez berî razên herdu lêvên xwe di ser lêvên te re nebim, dê çawa di xew re biçim, ger ez sibeha piştî taştê û bi qedeha çayê re, an bi qehweyê re bêyî bêhna te ez dê çawa bêhnê bidim û bisitînim..
Ne hêsan e, evîna me evîneke kurmancî ye, Hin caran mirov diçe ber kindirê û êdî çareya wê tune, mirin destê xwe jê re vedike û dibêje were..  Mirov dixwaze her tiştî bide lê nemire, ew tirsa ku êdî nejî, êdî derketina rojê, sîwana heyvê, xewnan, nebîne, ditirse ji ber êdî nema dikare şerabê tehm bike, û dizanî ku tehma şerabê bi te re cuda ye..
Ez gelekî ji te hez dikim dibêjim qey ti carî ez ê nikarim dev ji te berdim, bê te nikarim bijîm..
Ez niha bêriya te dikim, dixwazim bêhn te bikim, te di nav destên xwe germ bikim, maçî te bikim...
Dizanî ku niha gava ez van çend hevokan dinivîsim ber çavên min reş dibe lê çawa bikim, biryar biryar e.. divê ez dev ji te berdim.. Ji ber êdî tu hew min diêşînî..
Tevî min dixwest ku ez û tu hew bi hev dilşad bibin lê na tu hew min diêşînî...
Belê bi xatirê te delala dilê min.. hevala rojên min ên dijaw.. bi xatirê te çixareya min..
Ez ji niha de bêriya te dikim  wek yarekê çûyî, wek dilekî tirsiyaî.. bêriya te dikim çixareya min..
Hêvîdar im tu jî dev ji min berde û bes bibêje min, min vexwe..min bikişîne.. ji ber ez naxwazim êdî çixareyan vexwim..

Wednesday, January 9, 2013

Darkê şevê

Darkê şevê li ba me bûbû hestiyê şevê..
Ez ê ji we re bibêjim bêhna xwe fireh bikin, nelezînin, dizanim hûn dibêjin gelo ev behsa çi dike.
Darkê şevê ew bi xwe darikê şevê ye, lê ji ber bilêvkirina me min wisa nivîsê..
Niha hûn difikirin çi têkilî di nav darik û şevê de heye, û hestî ji kû derket..
Belê ev lîstikek bû me pê dilîst, hew şevên havînî ji ber şevên zivistanî ji ber me lîska bi şev qedexe bû û ji ber baran, heriyê ..
Îca Ez ji we re bibêjim bê çima navê darkê şevê bû hestiyê şevê li ba me, ji ber li ba me darikekî wisa giran ku tu bikarî biavêjî dûr tune bû, lê havînî ji ber xelkê tirşik, pel, û kortik bi hestiyan jî çêdikirin, hestiyên curbicur pir bûn, me jî yê herî giran dipijart û pê dilîzit.
Mereq nekin ez ê ji we re bibêjim bê me çawa pê dilîst...
Me hickike çêdikir, bi giştî ya me dîrekê lempeya elektrîk li ber deriyê hewşa me bû, ji bew ew der ronî bû li dawiya kolanê lempeyeke dî hebû, divê ew bişkesta ta ku şevreşî li wir çêbûbûya ku dîtina hestiyî dijwar bibûya, me jî bi sê çara keviran dişkenand..
Welhasil rêbazên lîstikê me du kom çêdikirin, û li gorî pişkê me dinerî bê kî dê hestî biavêje, avantaj yê hestî diavêt ew bû ku ji me gişan bêtir dizanî bê hestî diavêje kû! îca em herdu kom diçûn di wê şevreşiyê de lê digeriyan, heger yekî ji komekê bidîta, diviyabû çi bi dizî çi bi eşkrere bigihê hicikê û li hicikê bide ta ku dîsa biavêje..
Lê heger hin ji endamên koma dî pê bihisin ku hestî pê re ye, dikarin hewl bidin jê bistînin, û jixwe xweşbûna lîskê giştik di wir de ye ku hestî ji destê hev direvînin, bera dû hev didin carine hestî diavêjin ji hevalekî din re, ji ber ew nema dikare xelas bike..
Carine hestî bêyî vegere hicikê dîsa dihat avêtin, hin kes di koman de hebûn li hestî nedigeriyan lê kesên çav xurt an jîrik dişopandin ji bo bes ku hestî bibîne, jê bistînin...
Welhasil ev bû lîstika me, xweş bû.. ez tê de pir jêhatî bûm
Mixabin di lîstikê wek gogê û tiştên wisa de ne jêhatî bûm..

Biryarek

Hemû kesên ku ku bloga min dişopînin jidil spas dikim,.
Heta niha min çi tiştekî zêde neninvîs, ji bilî, helbest û çend çîrok û belkî du sê nivîs, ji niha û pêve ez ê hewl bidim tiştin cuda binivîsim û bêtir vekirî ki danûstendinê re,
hêvîdar im hun bixwînim, şirove, nerîn û fikirên xwe binivîsin..
Hûn dikarin wek "Anonymous" Bikin ger hûn naxwazin navên we derkeve..
Spas

Tuesday, January 8, 2013

xwezî

Te derî li ser piştê ji min re venekir, loma min nedikarî rawestim, ji ber tirsiyam tu rojekê bigirî..

Tu dizanî




Dizanî me li kû hev du dît?
Tê bîra te?
Me li Kurdistanê hev du dît
Em bi çi zimanî diaxivîn?
Bi kurdî
Tê bîra te em çûn kû derê bi hev re?
Em li Amedê geriyan
Li ser behra Wanê rawestiyan
Li Çarçirayê giriyan
Li Hewlêrê keniyan
Li Qamişloka evînê min bi destê te girt
Ev ne rewrewk bûn
Daxwazên du dilên
Bi mayin û têlan dabeşbûyî bûn
Ne aşop bû
Lê xewna Du viyanên xerîb
Li welatên dûr bûn
Dizanî ev çi ne?
Ev çîroka ku hatiye dizîn
Ji du zarokên
Li xakeke xemgîn
NE derew e
Lê evîneke windakirî ye
Bi şewat û mişextîkirinê
Dizanî dê rastî çawa bûya?
Dizanim tê jê hez nekî
Ji ber êdî tu ne tu yî
Lê dê rastî
ev bûya
Tê bêrîvan bûyayî
Ez ê şivan bûma
Tê kevanî bûya
Ez bav bûma
Tê yar bûya
Ez dildar bûma
Lê rastî bi xwe rê şaş kir û
Êdî ne rastî ye
Dizanî me dê çi bixwara
Şorbeya nîskê
Û pîvazên şîn
Li ber tava buhara Mêrdînê
Çîroka me hat dizîn
Bi destên biyanî
Me hev du
Di kolanên modern de
N bi şal û şapikê
Ne bi xeftanî
Lê bi kincên modern hev nasî
Lê ev ne rastiya me ye
Em biyaniyên xwe bûn
Me hewl da
Xwe binasin
Di nexwebûna xwe de
Na, dilê min
Min ji û te ji hev hez kir
Lê li Welatekî azad
Wek du kesên azad
Bi zimanekî azad
Bi çandeke azad
ez û tu
ne em in
hemû azadiya me
Bi azadiyeke derewîn hatiye veguhestin
Em bi hinin dî hatine guhertin
Belê kevoka ezmanên xeyalên min
Ne tu dikarî
Di bahoza vî welatî de bifirî
Ne ez dikarim
Di lehiya hestên xwe de xwedî bikim
.....
Dilyar Amûdî

Şeva te bimîne xweş

Şeva te bimîne xweş
Dizanim xewa te nedihat
Lê tu xilmaş bûyî
Te li riwê min nerî
Di xeyalên xwe de
...

Ev temam nebûye.. bo ez ji bîr nekim

Ji pêsîra demê min xwe mijt
Bi qehifikan min lîst
Min xwe di nav gulên nîsanê de veşart
Ez li xwe geriyam
Di zeryayên biyanî de
Min xwe li dûriyeke nêzîk dît
Ji xew dereng şiyar bûm
Dilê xwe winda kir
Ji nû ve bi hêmanî ava kir
Ez bûm ew kesê ku
Dikare çiyayan biçûk bike

Monday, January 7, 2013

Bêriya te dikim


Ne êş e
Ne jan e
Ne kul e
Bêrîî ye
Dixwaze bijî ev evîn
Diperpite di nav rikberî û qayîşê de

Dilyar

Sunday, January 6, 2013

Pirs

Pirs in
Mejiyê min dixwin
Bila bixwin
Ji ber ne ji tiştekî re bû

Rastî

Carine mirov dikeve, dişkê, bêhêz dibe..
Rojekê sibeha ji xew şiyar dibe, û wisa dihise ku nû ji dayik bûye.
Di ketinê de jî mirov hîn dibe, hîn rabûnê dibe, ger rabe jî êdî qet nakeve..
Dil dixwaze gelek tişt ne wisa bin, lê jiyan ev e, xweşiya wê jî di vir de ye...
Carine mirov dibêje qey hew dawiyê diniyê ye û êdî dereng e, lê ji nişkê ve xwe dîsa dibîne, xwe di mirinekê de dibîne û tê ser hişê xwe...
Hinek êş hene afirîner in...
Ew rawestîn jê re dibe hêzek ku roja wî dibe bi du rojan, sala wî dibe bi du salan..
Çîrokên wî kêmtir in, kiryarên wî kêmtir in, lê ne wek her kesî dijî, ji her kesî bêtir fireh û tije dijî...
Belkî her kes bibêje ev çi ye! çi dike! 
Lê ya giring ku ew çi dibêje?
Carine hemû tiştî winda dike... û di wê windakirinê de her tiştê xwe dibîne..
Xwe ji nû ve dibîne..
Mirov bixwaze dikare nemire.. dikare bifire..
Lê divê ew bawerî pê re hebe...
Xeyal, xewn, û çîrok be jî jiyan, xweş e...
Ji ber her tişt di baweriyê de ye..
Bawerî jî di hundirê mirovî de ye, bixwaze dixeniqîne bixwaze geş dike..
Çîrok e, çîvanok e.. 
nizanim çi ye, nizanim ne çi ye!
Rastî ew tiştê em qebûl dikin e, 

Saturday, January 5, 2013

Biçe


Çîrokeke kinik bû, xelas bû...
Hêvî tê de şerm bû
Evîn, derew bû
Hezkirin, bi pîvan û hesab bû
Xweş bû..
Ne poşman be..
Welatekî perçebûna xwe nîşan dida..
Ez niha dişewitînim
Xeyalê porê te,
Çavên te yên ku ji dûriyê rengên xwe guhertibûn
Dişewitînim dilê xwe
...
Biryardariyê dixwezî
Ew hêsan e
lê bêrewan e
...
Nikarim şîretan bi şerabê re bi te bidim vexwarin
Naxwazim serxweş bî
Dixwazim bihiş bî
....
Kes nikare bibe ez
Ez nikarim bibim kes
Lê kes nikare bibe tu
....
Vac, di baweriyên me de radizên
Tirs ji nava me der tê
Ne ji kolanên biyanî
û Ne ji xemgîniya ti kesî
...
Roj û şev
Navên me ne
Bixwazin dikarin vemirînin roniyan
û her şev be
Bixwazin dikarin vêxin roniyan
û hew roj be
Di destê me de ye
Lê jiyan berdewam e
Ez jî mirov im wek te
Nikarim xwe ji mirovahiyê biparêzim
Bibêjim neçe
...
Biçe..
Biçe
Bila dûrî warê te be
Xeyalên bitirs, para te bin
Biçe, venegere
Ez êdî te naxwazim
Li dilistana xwe
Ne, ez û ne tu
êdî nikarin çîrokeke qediyayî bibêjin
Ez nebûm helbestek ji stranên te re
Lê tu bûyî mijara serdemekê ji helbestên min re
....
Xem nake
Ez navê vî bajarî nanivîsim
û navê wî welatê dişewitînim
Biçe...
Biçe....
Jiyan berdewam dike
û ez ez im
û tu tu yî..
Dilyar

Xewn

Xewnek bû
Derbas bû
Êdî ne tu 
Ne ez 
di xew de ne
Em şiyar in
Mixabin ku rastî tehl e
Lê xewn jî ne rastî ye


Friday, January 4, 2013

Nivîseke taybet

rewşeke bêtebat e, bi xemgînî û xembarî....
Rewşa mirovê di depresyonê de ji çend tiştan pêk dihêt
1. Bêhêvitî
2. bêçêjî
3.bêkarî
4.bêkesî
5.bêjînî
û hwd
lê giş wek ku tên dîtin ji BÊyan pêk dihên, helbet ev rewş rewşa min e. ji ber wek ku delalekê ji min re digot ez encex bibêjim EZ.
Ew ne xem e, lê gelo dermanê wê derman e, an ez im?
Dixwazim tiştina bikim, dixwazim dest pê bikim, lê nikarim û nabe...
Gavin çawa ji min re divê? divê ez çi bikim? Ez wan jî nizanim lê biryareke saxlem, birêkûpêk ji min re divê...
Gelek dê bibêjim çima tu vê li vir dinivîse, ev taybet in, ez ji xwe re dinivîsim ji ber wisa ez xwe çêtir dibînim...


Ez destê xwe didim çi xera dikim

Ez: Bibêje Şêr!
Şêr: tu bibêje
Ez: ez newêrim biaxivim, ez deste xwe didim çi ez xera dikim!
Ev bû danûstendina di navbera min û Şêrî de.....

Hlebesteke dirêj

Ez serxweş im
Loma nizanim çi dinivîsim
Lê ne giring e
Hew dinivîsim
Dinivîsim bo bêjim ku ez heme
Ev wek min got
Dermanê dilî ye
Ne xem e
kî dixwîne an kî naxwîne
Ji xwe kurdî ye
Rewşa kurdî li ber çavan e
biçe xwedê bi te re be
Ez vê ne ji bo te dinivîsim
Ev helbesteke dirêj e
Ku min vedibêje
Ne bo te
Lê bo min
Ez naxwazim
Lê divê wisa be
Tevliheviya jiyanê
xwe dide der
Xwe nîşanî te dike
wek rastiya min
Ez nikarin biraziyê xwe ji bîr bikim
Ez nikarim xwişk û birayên xwe ji bîr bikim
Mesele ne tu yî
Tu çûyî
Biçe
Erê tê poşman bibî
Ji ber ez dixwazim êşên vî welatî jî ên te bin
Em ev in
em biêş in
Mixabin!
Ne di destê me de ye
An tê kurd bî an tê bêêş bî
Ev ne em in
Em biêş û kurd in
Biçe
bawer neke
Ne giring e
Em bivac tev nagerin
Ji ber vac di jiyana me de qet nebûye
Xemgînî, hew bûye beşek ji jiyana me
Rastiya jiyana me
Ez nabêjim were
lê Nayê
Lê dixwazim xwe azad bikim
Welar û miletê xwe azad bikim
lê te nehewînim
Ji ner tu çûyî
Di dema ku min tu dixwestî
Rast e
Tu hêja yî
Tu delal î
Tu ew kesa ku dilê min  birî
lê te ez nebirim
Te ez hiştim wek ku her yar yarî dihêle
Tu rast î
xebera te ye
Soz didim ku ez ê te poşman bikim
Bixwazî bawer bike ku ne hezkirin e
Lê ev ez im
Ez û ez im
Heta sibê dibêjim ez im

Thursday, January 3, 2013

Rastî

Ne hewce ye
Em li dora gotinan bigerin
Ez ji te hez dikim
Evqasî besît e
Ne lazim e
ez peyvan bixemilînim bo ji te bibêjim
Ku ji te hez dikim
Lê ne ez dikarim vê hezkirinê rakim û ne tu
Helbet jibîrkin e
Çare
Lê dem jê re divê
Hey hezkirin ya me ye
Lê dûrbûn ji biryara me ye
Ne helbest e, ev
Hew nivîsîna firtoneya hestan e
Mixabin wisa ye
Di nav hemû derdan de
Derdê evîn ji bo min giran e
Reşbînî ne ji dil tê
Lê ji rastiya bikul tê
Ne ez û ne tu
Ne Welatê me
An welatên me
Nizanim bê sedem çi ye!
Lê nedibû
Girî çend roj in
Dûra diqede

Dilyar

Çawa?

Ez ê çawa ji bîr bikim
ku roj û shev li dû hev bên
Ma tê ji bîr kirin
ku xewn bên dîtin?
Dê çawa ji bîr biçe
Ger dil lê bide!
Xwekushtin e
herikandina, xemgîniya sor e,
çareya hezkirineke zindî

Dilyar

Jiyana te ya mayî

Jiyana te ya mayî
Bimîne xwesh
Dilê min li te pîroz be
Biçe, bila raborî bim
Tê her kevoka vî dilî bî
Xembar nebe
Hêsirên te ji çavên min diherikin
Jiyana te ya mayî xwesh be
Dilyar

Tuesday, January 1, 2013

Şev


Kelogirî ye, şev
Stêrkan dijimêre
Li benda bayê rojavayî
Ta ku rêş ke
Kulên li ser dika dilî
Diforşe, Salên borî
Bi salê borî
Diguherîne, hinekî ji me,
Bi hinekî ji me,
Wek ku roj dê bê
Li dû çûna wê
Lê her radiweste
Dijmêre, rojan
Wek qet tarî tune
Kelogirî ye, şev
Bi xemgîniya ku tê belavkirin
Li salên ku wek şerabê
Sor dibin, giran dibin
Lê her mirovî sermest dikin
Digirî, şev
Bi min û te re
Ta ku em bêtir bigirîn,
Dîn nebin, bê dem

Dilyar Amûdî