Şiyar bibe! Kurê min!
Rabe!
Tu dê dereng bimînî!
Wa min ji te re mast û çayê daniye
Sobe jî vêketiye
Kincên te li hêwanê ne
De rabe!
Ser çavên xwe bişo
Zû bike! Saet 7 û çariyek e.
Her roj ez vê xwenê bi şiyarî dibînim , û kengî hinek min ji
xewê hişyar dikin, ez dibêjim xwezî diya min be, û evqas sal derbas
nebûbin, ez hîn di lîseyê de me, ev 10
salên ku derbas bûne giş xewneke ji 5 an 6 saniyan be.
No comments:
Post a Comment